• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
1 Sermawêz, Cejneke nû di dîrok û çanda Kurdî de

1 Sermawêz, Cejneke nû di dîrok û çanda Kurdî de


nivîskar: Agirî Soran
barkirin: Gelarêzan 2, 2014, 12:48


1 ê Sarmawêzê an jî çileya pêşîn. Cejnakî nû di dîroka Kurdan de. Îro roja yekem ya pîrozkirina vê cejna pîroz e.

Di dîroka gelê Kurd de gelik cejn wekî çanda Kurdan cih girtin. Lê belê piraniya van cejnan tu peywendiyeke xwe bi Kurdan re nebû. Cejnên Ereban, cejnên Tirkan, Cejnên Farisan, gelik ji van cejnan jî wekî komkujiya li ser Kurdan bûne û di dema serkeftinên dijî Kurdan de bûne cejn.

Roja Newrozê, an jî cejna newrozê wekî cejnekî serfiraziyê tête pîrozkirin. Lê belê vê carê cejneke dîtir tevlî çanda Kurdî bû û di sedsalên pêş me de êdî dê wekî cejnekî taybet bête pîrozkirin.

1 ê Sermawêzê.

Çiye 1 ê Sermawêzê?

Di meha Cotmehê an jî çiriya paşîn ya 2014 ê de ji aliyê –Komisyona Hemwelatiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpa (EUTCC) û Destpêşxeriya Peace comping ve bangek hate kirin. Banga van saziyan; -Dijî DAÎŞ ji bo Kobanî û mirovatiyê helmeta cîhanî- bû.

Ji bo vê bangê di roja yekem de 130 kesên navdar yên cîhanî kaşeya xwe li bin xistin.

Kesên ku beşdarî vê bangê bûn her çû zêde bûn. Kesên wekî zimanzan û profesor Noam Chomsky, Xwedanê xelata Nobelê yê Arjantînî Adolfo Perez Esquivel, Xwedanê xelata Nobelê yê Efrîqî Pîskoposê sereke Desmond Tutu, Serokê rêxistina bijîşkên cîhanî Michel Rolan û gelik fîlozof, nivîskar, rewşenbîr, rojnamevanên cîhanî di vê înstiyatîfê de cih girtin.

Kesên ku bang li cîhanê kirin di yekser daxuyanî dan û diyarkirin ku dijî êrîşên DAÎŞ helmeteke cîhanî pêwiste. Dîsan dane diyarkirin ku koalîsyona cîhanî ya heyî erkên xwe bicih na ênê û eger civakên navnetewî dixwazin ku demokratî li rojhilata navîn belav bibe divê ku piştevaniya berxwedana Kurdan ya Kobanî bike.

Bi vê mebestê vê rêxistina cîhanî ya dijî DAÎŞ bang li cîhanê kirin ku 1 ê Sermawêzê derkevin kolanan û vê peyamê bidin leyistikvanên mezin. – Siyaseteke dîtir jî dikare bête meşandin-.

Di nava hefteyekê de olana vê bangê zêde bû û li cîhanê belav bû. Îro bo vê mebestê li her deverê cîhanê cara yekeme ku gelên dîtir yên cîhanê evqas ji bo Kurdan radibin ser piyan û dadikevin kolanan.

Wateya 1 ê Sermawêzê roja Kobanî çiye?

Îro, cejna Kobanî, roja Kobanî 3 yê Tebaxê dest pê kir. Bê gûman berxwedana Rojava sê salê xwe bidawî kirin. Lê belê wateya herî mezin bi şikestina Şengalê dest pê kir. Çarenivîsa Kobanî û ya Şengalê ne dûrî heve. Eger cejneke Kobanî dê bikeve dîroka Kurdan de eve tenê bi Şengalê dikare bibe.

3 yê tebaxê Şengal, xeleka tenik û nazik ya rewişt û ar û semyanê çanda Kurdan şikestin xwar. Bi sedhezaran mirov terkeçiya bûn, bi hezaran hatin kuştin û bi hezaran hatin revandin an jî firotin.

Lê eve jî rastiyeke ku şikestin wekî cejn naynê pîrozkirin û tenê wekî rojên şînê di dîroka gelan de cih digrin.

Piştî şikestina Şengalê hêzên Kurd bêyî hesabên siyasî an jî derveyî hesabên siyasî bûne yek û li deverên wekî Çiyayê Şengalê, Mexmûr û dewrû berê Musilê dijî hovan pêkve şer kirin. Bingehê yekîtiyekî pêşerojê vê demê hate avêtin.

Ev yek her çend ne li gorî kêfa dijminê Kurdan yên dagirker û kesên di nav Kurdan de ku kêfa wan ji Kurdayetiyê re nayê qaşo çepgirî dikin be jî ji bo dîroka Kurdan demeke gelekî giring bû.

Du hêzên mezin yên Kurdan ku beşekî mezin ya gel di pey wan de ye PKK û PDK li gel daxuyaniyên hevdû rexnekirinê jî nêzîkî hev dibûn.

Gerîlla û Pêşmerge di yek sengerê de şer dikirin. Li aliyekî Serokê Herêma Kurdistanê û kesayeta giring yê Kurd Mesud Barzanî pêşmergeyên li keviyên Şengalê li ber xwe nedayî û reviyayî ceza dikirin ji aliyê dîtir ve rasterast serdana Gerîllayên HPG dikir.

Êdî dîroka Kurdan di serdema teknîk û zanistê ya herî pêşketî de bi hişmendî û hestên yekgirtinê ji nûve dihate nivîsîn.

Bêgûman kêfa gelik kes û hêzan ji vê yekê re nedihat. Dîsan leyistokên –komplo- ya di holê de bûn.
Piştî ku berxwedana başûr zêde bû êdî hêzên Pêşmerge bi wê piştevaniya derûnî ya gerîllayan gav bi gav dîsan axên Kurdistanê ji hovan paqij dikirin û xwîna gelik pêşmergeyên palewan ew xaka Kurdistan av didan, hovên DAÎŞ berê xwe dîsan dane Rojava û xeleka dîtir ya herî nazik ya Kurdan Kobanî kirin armanc.

Vê carê rewş cûda bû. Berxwedaneka dîrokî ya dijwar li rê bû. Her çend Kurdan gelik qehreman û mêrxas û jinên çeleng kiribin gorî jî berxwedaneka bê hempa hate nîşandan.

Vê carê Kobanî wekî Şengalê şikestin nexwar. Kobanî hate valakirin û hêzên dikarin şer bikin mane di bajêr û derdorê wê de.

Yekser bala Kurdan kete ser başûr û hikumeta herêma Kurdistan. Kes û hêzên ku xefk vedayî dest bi dijûna kirin dijî Barzanî, PDK û hikumeta Herêmê.

Lê belê ji roja yekem ya êrîşê ve çawan ku hêzên Gerîlla ji bo piştevaniyê berê xwe dane başûr vê carê Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzanî û rayedarên hikumetê ji bo piştevaniya Kobanê ketin tevgerê. Her çend astengiyên dijminên Kurdan welatên herêmê hebin jî ev yek pêk hat û bala koalîsyona navdewletî û gelik welatên cîhanê kete ser Kobanî.

Berxwedana Kobanî bû remza berxwedan, azadî, xweparêzî û vîna mirovatiyê li tevayî cîhanê.

Kovar, rojname, pirtûk û nivîskarên cîhanî şervanên Kurd bi taybet jinên Kurd girtin ser serrûpelên xwe û dest bi danasandina wan kirin.

Tiştê ku eve 40 sale cîhan di kesayeta PKK de dixwaze bibêje lê ji ber rewş û berjewendî û astengiyên siyasî nedikarî bibêje vê carê ji bo PYD bi navê YPG her welat, her sazî, her kesayet bi rehetî piştevaniya xwe û hizrê xwe derdibire.

Piştî evqas pêşketin hîna jî bêgûman gelik kesên dinava Kurdan de ku heya wan ji hest û helwestê mirovayetiyê tune vê rewşê jî wekî komplo, wekî leyistik, wekî siyaset şirove dikin.

Lê belê di Kobaniyê de qêrîna zarokekî Şengalî û qêrîna ciwanekî sikakên bakur û jineke Kobanî bûne yek. Ev hestên bi jan û bi berxwedan olana xwe dane mirovên ziravbihîstyar yên cîhanê. Di encam de 1 ê Sermawêzê derket.

Îro hemî Kurd derketin kolanan. Ji ber ku bangekî wisan hebû. Çêdibe ku Kurd îro wekî rojekî derketina kolana û piştevaniya Kobanî bibînin û bizanibin. Lê bi hizra min êdî cejnekî nû tevlî çanda Kurdî bû.
Cejna şîna Şengalê, û Berxwedana Kobanî.

Li Şengalê 300 hezar mirov derbeder bû, hatine şehîd kirin û hatine revandin
Li Kobanê jî nêzîkî 300 hezar mirovî derbeder bûn, şehîd ketin.
Tenê yek cewazî hebû roja şînê nabê cejn lê roja berxwedanê dibe cejn. Îro jî bû cejna berxwedana Kurdan di navê Kobanî de.

 

Di vê cejnê de bi çûyîna yekîneyeke Pêşmergeyan ji bo Kobanî yekîtiya Kurdan bi awayekî awarte pêk hat

Di vê cejnê de dilê hemî Kurdan û cendekê hemî Kurdan li herçar parça û hemî deverê cîhanê bi hevre tev geriya û derketine kolanan.

Di vê cejnê de cara yekeme ku ne ji aliyê Kurdan ve lê belê ji aliyê mirovên giring yên cîhanê ve êdî piştevanî, cejn, bibîranîn û derketina kolanan hêjayî Kurdan tê dîtin. Eve jî xala herî giringe ku Kurd xwedî cejnekî cîhanî ne.

Bo vê yekê jî êdî her Kurdek dê vê rojê roja yekîtî, berxwedan û serkeftinê bibîne. Hêvî dikim ku di salên, sedsalên pêş me de jî ev roj bibe cejna yekgirtin û berxwedanê û bêgûman roja şîn û bibîranîna Şengalê jî.

 

Cejna îsal ya 1 ê Sermawêzê li gelê Kurd û hemî mirovên cîhanê pîroz be.

dîtin: 386

Pêveker:

1 sermawêz cejneke di dîrok û çanda kurdî de