• Têketin
  • Ziman
3 Festîvala Navnetewiya Fîlmê  Duhokê destpêkir

3 Festîvala Navnetewiya Fîlmê Duhokê destpêkir


barkirin: Êlûn 10, 2015, 2:54


Sêyemîn Festîvala Navnetewiya Fîlmê  Duhokê

 

Doh 09ê Îlonê li bajarê Duhokê ya Herêma Kurdistanê, di rê û resmênekî de sêyemîn Festîvala navnetewî ya fîlmên Duhokê dest bi kar kir.

Di festîvala îsal ya fîlman de ku hersal ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya bajarê Duhokê  û di roja wefata sînemakarê navdarê Kurd ”Yilmaz Gûney” de tê lidar xistin, (44) fîlmên Kurdî û (99) fîlmên biyanî ji (45) welatan, dê ji bo bidest xistina xelata Yilmaz Gûney hevrikiyê bikin.

Festîvala Navnetewî ya fîlma Duhokê, yek ji girîngtirîn festîvalên sînemayî yên rojhilata navîn e û navê wê di lîsteya festîvalên cîhanî hatiye tomar kirin. Herwiha di astê Îraqê de jî weke festîvala pile yek tê hesibandin.

Festîval dê ji (09 heya 16) ê Îlonê berdewam dibe û  14 xelat dê bêne pêşkêş kirin, ku xelata ”Yilmaz Gûney” ya herî girînge.

dîtin: 508

Pêveker:

3 festîvala navnetewiya fîlmê duhokê destpêkir