• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
400 Mamosteyên zimanê Kurdî lîzansa xwe wergirtin

400 Mamosteyên zimanê Kurdî lîzansa xwe wergirtin


barkirin: Hêzîran 22, 2014, 1:27


Li Mêrdînê li zankoya Artuklu 400 Mamosteyên zimanê Kurdî lîzansa xwe wergirtin.
Di sala 2009 ê de li Mêrdînê di bin arîga zankoya Artuklu de bi biryara Desteya Wezîran ya Tirkî de Enstituya Kurdolojî hate vekirin. Xwendekarên ku di vê pêvajoya xwendinê de cih girtî bi pîrozbahiyeka berfireh belgenameyên xwe wergirtin.
Lîsansa bilind ya Zimanê Kurdî ji aliyê 400 xwendekaran ve hate wergirtin. 310 kesî ji bo zaraveyê Kurmancî, 90 kesî jî bo zaraveyê zazakî wergirt.
Ji bo vê derçûnê pîrozbahî pêk hat. Di vê pîrozbahiyê de kesên giring jî cihê xwe girtin. Hevserokê Şaredariya Mezin ya Mêrdînê Ehmed Turk, Rektorê Zankoya Artuklu Dr. Serdar Bedil Omay, Wezîrê Perwerdeya Netewî yê Herêma Kurdistanê Asmad Mohammed, Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Zivrek Kemal, Wezîrê Çandê yê Herêma Kurdistanê Kava Mahmut û Hunermend Gulîstan Perwer jî beşdar bûn.

 

Rewanbej

dîtin: 208

Pêveker:

400 mamosteyên zimanê kurdî lîzansa xwe wergirtin