• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
43. Salvegera koça dawî ya Qedrî Can

43. Salvegera koça dawî ya Qedrî Can


nivîskar: Şêxmûs Sefer
barkirin: Gelawêj 9, 2015, 10:48


Îro, (09.08.2015), 43 sal di ser koçkirina helbestvan Qedrî Can re derbas dibe, bi min xweş e ku ez vê diyaloga helbestî di navbera wî û Apo Osman Sebrî de ji we re raxînim ber çavan.
Di 15ê gulana 1932an de, dema ku mîr Celadet Bedirxan kovara xwe HAWARê li Şamê çap û belav dikir, Qerdî Canê yê yekemîn bû ji bilî wî û birayî wî Dr. Kamîran Bedirxan, ku kovara Hawarê bi berhemên xwe dixemiland.. Û di encam de bi navê nûxuriyê Hawarê hat naskirin.. Hingê ev helbesta wî ya bi navê: Hawar hebe gazî li dûye (Ji bo birayê min Osman Sebrî) di hejmara Hawarê a pêşî de belav kir, têde berê xwe daye Osman Sebrî dibêje:
Jiyîn çiqas delal e
Di nêv bav û biran de
Dil heye ko ne nale
Ber birînên riman da

Ev birîna riman e,
Barekî pir giran e,
Kezeb, gurçik ne mane,
Li pepûkên xwehan da.

Hawara me vaya ye
Xewa bê kêr bela ye
Qet şik têde ne ma ye
Di gotinên yaran da..

Osman Sebrî jî yê duyemîn e ku di kovara Hawaê de dinivîsandiye. Wî jî ev helbest (Berdêlik; Ji Qerdî Canê Canbira re), wek bersiv ji Qedrî Can re, di hejmara 2an de ji kovara Hawarê belav kiriye:
Jiyîn xweşe bi xurtî
Li Kurdistan bi Kurdan
Bav û biran; çi bikim?
Hemû min tê bi dirdan..

De rabin li me tu zanî
Rim nîne giş nizanî
Xopan kirin Kurdanî
Ev teral û nezanan

Hawarê, xweş awakir
Dilê Kurdan pê şakir
Zar û ziman ava kir
Jîn û xweşî belav kir..

dîtin: 488

Pêveker:

43. salvegera koça dawî ya qedrî can