• Têketin
  • Ziman
500 sal derbas bûn

500 sal derbas bûn


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Gelawêj 22, 2014, 9:54


500 SAL DERBAS BÛN!

 

Rojeke giran û dîrokî bû. Du hêzên herî mezin ên Rojhilata Navîn Sefewî( 1501 – 1722 ) û Osmanî( 1299 – 1922 ) li ser singê axa Kurdistanê li hemberî hev sekinîbûn. Şerekî berfireh li deşta Çaldiranê ku him qedera du dewletên serdest dida diyarkirin û him jî paşeroj û qedereke reş û tije malwêranî ji miletekî re dida diyarkirin ku hezaran sal bû li ser wê axê dijîn. Qedera reş a ku bi derbasbûna sedan salan re Kurdistan kire çar perçe. Eşkerekirina wê qedera ne ji dil heya niha bi sedhezaran Kurd şandine ber devê şûrê mirinê. Herêm dest bi dest bûne û demografiya welatê me jî gûherandine. Gelo şerê Çalidiran çi bixwe re anî? Çima Kurda nekarî li dijî du hêzên serdest karekî bikin ku axa wan di navbera du aliyan de dest bi dest nebe? Li pey wê roja dîrokî dan û standina du dewletan bi Kurdan re çawa bû û çi destkeftên siyasî bixwe re anîn?…

 

23ê Tebaxê bû!

Meha Tebaxê di dîroka Kurdistanê de meha rabûn û ketinê ye. Nizanim çima di vê mehê de ewqas rûdan di dîroka me de qewimîne!. Bûyerên xweş û nexweş ku bi ya min ya herî nexweş roja 23ê Tebaxa sala 1514an bû. Roja ku li pey xwe rojên pir nexweş kirine para Kurdan û jiyaneke tije rezalet li hemû Kurdistanê hê jî dev ji qedera me bernedaye.

Roj yekşem, 23yê Tebaxa sala 1514an bû. Yekemîn şerê di navbera du împeratorên Osmanî û Sefewî de dihat ku qedereke reş bike para Kurdên Kurdistanê. Şerê ku bi qasî sê rojan berdwam bû û piraniya axa rojhilatê Kurdistanê xiste bin desthilatdariya Osmanîyan. Ji wê rojê 500 sal derbas bûn, lê em Kurd hê jî bindestin. Hêjî jî li çar aliyên Kurdistanê xwîn tê rijandin û ferman li dijî hebûna Kurdan têne dayîn. Kurd nebûne xwedî dewlet, çimkî yekîtiya wan çênebûye. Hê jî nalînên Ehmedê Xanî têne bihîstin ku demeke dirêj li pey çêbûna wî şerê giran wiha qêriya bû:

„ Ger dê hebûya me îttîfaqek / Vêkra bikira me înqîyadek

Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî / Hemiyan ji me ra dikir xulamî

Tekmîlê dikir me dîn û dewlet / Teşîlê dikir me îlm û hîkmet…“

 

Li pey hêrişa Daîşê a hovane bo ser Şingalê, hêrişên qirkirina Kurdan têne bîra dîrokê ku xelîfên misliman bi destpêka hatina îslamê re li Kurdistanê encam didan. Sala 1910an li pey lêkolînên zanistî li gundê Hezarmêrd yê li wilayeta Silêmaniyê kevilekî kevin peyda bû ku çar bendên helbestekê bi zimanê Kurdî û xetê Pehlewî hatibû nivîsandin. Kes nizane ew çarbend yên kêne lê baş tê zanîn ku li pey hêrişa Erebên misilman bo ser axa Kurdistanê ji hêla kesekî zana ve hatiye gotin û nivîsandin. Ew kevil pir Kevin û diryayî bû, lê peyameke pir watedar bixwe re belavî nava raya giştî ya cihanê kir:

“ Hormozgan reman, agiran kujan / Wîşan şardewe gewre gewrekan

Zorkarî Areb kirdine xapûr / Ginanî Pale heta Şarezor

Jin û kenîka we dîl bişîna / Piyaw aza tilyawe rûy xwîna

Rewştî Zerdeşt manûwe bikes / Bizîka û nîka Hormozd we hiçkes”

 

Wergera wê bi Kirmancî wihaye:

“Ziyaretgeh wêran û agir vemirîn / Mezinên mezinan xwe veşartin

Erebên zalim wêran kirin / Gundê Pale heya Şarezor

Jin û keç berde û hêsîr kirin / Mêrên dilêr di nava xwînê de gevizîn

Ola Zerdeşt bêxwedî ma / Êdî Ahoramezda bi tikesî rehim nekir…“

Di navbera van du êşan de anku êşa Ehmedê Xanî û ya wî kesê nenaskirî de em ti cudatiyê nabînin. Her du jî ji êşa bindestiyê bi gilî û gazinde ne. Yek beriya destpêka hatina îslamê li dijî hêriş û talankirina Erebên misilman e û yê din jî li dijî parvekirina axa Kurdistanê bi rêya padişahên Osmanî û Sefewî ye.

 

Çaldiran kû ye?

Çaldiran herêmeke berfireh û navebda wê bajarê „ Siyah Çêşme“ ye. Hêrêm dikeve bakurê rojavayê bajarê Xoyê li rojhilatê Kurdistanê û rûniştivanên wê Kurd û Azerî ne. Kurd xwedî mezhebê Şafiî û Azerî jî Şiî ne. Hinek Ermenî û Asûrî jî li wira hebûn lê di van salên dawiyê de piraniya wan ji herêmê koçî bajarên weke Tehran û wilatên Ewropa, Kanada û Amerîka kirin. Gelê herêmê piranî bi karê çandinî û xwedîkirina pez û sewalan debara jiyana xwe dikin. Nifûsa herêmê nêzî 50 hezar kesane.

Di dîroka sîyasî a Kurdistan, Tirkiye û Îranê de Çaldiran ji ber wî şerê di navbera du dewletên Osmanî û Sefewî de navekî naskirî ye. Deşta Çaldiran rast û li hinek derên wê girên biçûk hene.

 

Sedemên şer çi bûn?

Heya sala 1514an Îran û împertoriya Osmanî bi hev re cîranên baş bûn, lê bi hatina Şah Îsmaîlê Sefewî( 1487-1524 ) re gûherandinên mezin çêbûn. Karê yekê ku wî dest pê kir ew bû ku “mezhebê Şiîgeriyê” wek mezhebê fêrmî yê dewleta Îranê da îlan kirin. Wî karekî wiha li sala 1501ê zayînî li bajarê Tebrêzê da îlan kirin ku hingî 2/ 3ê ji rûniştvanên bajar Sunnî bûn. Tevî ku mezin û giregirên derdorê şîret lêkirin ku karekî wiha yê bibe sedema îtraza xelkê lê wî jî bersiveke wiha da;” kêmtirîn siza yê devê şûra min û stoyê wan kesan be ku li dijî vê biryarê derkevin…”. Armancên wî ji karekî wiha re siyasî bûn. Çimkî wî dixwest bi rêya mezhebê Şiîtiyê çarçovekê ji sinorên siyasî ên axa îmiperatora Sefewî re bide diyarkirin û pêre jî dîrok, çand û zimanê Farsî biparêze. Lê bi karekî wiha re piraniya Kurdan ku bi mezhebê xwe Sunnî bûn berê xwe dane Osmanîyan ku padişahên wan yên fasid û bêexlaq xwe wek “xelîfên îslamê” bi xelkê dabûn nasandin. Baweriya Kurda bi Sefewî û Îraniyan kêm bû û ev jî bû sedem ku ji Îranîyên bi nejada xwe Arî dûr bikevin û xwe nêzî wan Tirkan bikin ku tenê faktora mezheb û ol ew digehandin hev. Di çavê hinek rewşenbîr û dîrokzanên Îranî de ji hêla kesekî weke Şah Îsmîlê Sefewî ve parvekirina olî û etnîkî mezintirîn xiyanet bû ku bû sedema ji hev belavbûna axa Îranê, lê ji vê kambaxtir ew bû ku Kurd jî ne bi yek bûn û ne jî ji her du dewletên serdest memnon bûn. Çimkî li her du aliyan Kurd û hêza wan bi erzanî dihatin bikar anîn û şerê her du îmiratoran jî li ser milê Kurdan û li ser axa Kurdistanê bû.

Li pey wê biryara Şah Îsmaîl 25ê mîr û hakimên Kurd pişta xwe dane wî û bûn hevalbendên siyaseta Sultan Selîmê Yekê ku bi kuştina bira û dûrxistina bavê xwe re hatibû ser kursiya êqtidarê.

 

Pêvajoyeke nû li Kudistanê

Bi destpêkirina şerê Çaldiran re jiyana siyasî a Kurdan li Kurdistanê kete qadeke xwe ya nûtir û sultanên Osmanî û Sefewî hisabeke din ji Kurdan re vekirin. Heya roja îro jî du dewletên Îran û Tirkiyê pirsgirêkên xwe yên sinor bi pirsgirêka Kurd ve girê didin, lê ew vê rastiyê jî dizanin ku piraniya serhildanên doza Kurdistanê ji ber wê parvekirina axa wan çêbûne ku bi bê heza wan di navbera wan de hatiye parvekirin. Ger di wê serdemê de hemû mîrên Kurd pişta xwe dabûna hev û mesela li dora Emîrxanê Lepzêrîn û serhildana wî li Ûrmiyê( 1608 Kela Dim-Dim) kom bibûna yê bikarîban xwe ji destê dagîrkerên Osmanî û Sefewî rizgar bikin. Çimkî hingî her du alî muhtacî hêza Kurdan bûn û Kurda jî betir dizanîn ka di qada siyaseta du împiratoriyan de girîngiya wan çiqas bilind û bi bandore. Kurd êdî ji destê Osmanî û Sefewîyan westiyabûn ku bi standina bac û maliyateke giran jiyan li wan heram kiribûn. Ev jî bû sedema pêkhatina gelek serhildanên siyasî ku li dijî her du dewletan dihatin kirin.

Sebeba duyê a şerê Çaldiran ew bû ku li pey hêrişa Ereban bo ser Îranê bi qasî 850 salan ti xanedan an jî malbateke esîla Îranî bi awayekî serbixwe xwedî desthilatdarî nebûn. Îran bi rêya desthilatdariya xelîfên Ereb, sultanên Tirk û xanên Mogol dihate îdare kirin. Şah Îsmaîl ku kesekî rewşebîr, dîroxwan û helbestvanekî jîr bû li dijî vê rewşê dest bi çalakiyên siyasî kir.(Dawiya para yekê)

 

001 002 003 004 005

dîtin: 559

Pêveker:

500 sal derbas bûn