• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
AKP li Kurdistanê Tune Dibe

AKP li Kurdistanê Tune Dibe


barkirin: Gelawêj 18, 2017, 12:20


AKP roj bi roj li Kurdistanê tune dibe. Pêr Serokê Bajarê Agiriyê yê AKP'ê Kemal Atmaca îstîfa kiribû. 

Duh jî Serokê Bajarê Mûşê Namik Ergun, Serokê Bajarê Hekariyê Nûredîn Firat û Serokê Bajarê Şirnexê Mehmet Aşan îstîfa kirin. Di nava du rojan de çar serokan ji AKP'ê îstîfa kirin. 

Beriya niha Erdogan gotibû ku pêwîst bi guhertineke bingehîn heye. Ji ber vê yekê jî zext li ser serokên bajaran çêkir da ku îstîfa bikin. Tê gotin ku Erdoganê dê hîn gelek endamên AKP'ê ji partiyê bavêje. Li gorî siyasetmedaran ev nêzîkatiya Erdogan şêweyê dîktatoran e. 

Her wiha Erdogan beriya niha di civînekê de serokên bajaran ên AKP'ê şibandibû metalê kêrnehatî.

dîtin: 128

Pêveker:

akp tune dibe erdogan îstîfayên akp'ê