• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ali Beyköylü

Ali Beyköylü


nivîskar: Îkram Oguz
barkirin: Rêbendan 25, 2018, 9:36


Welatperwer û kedkarê doza gele Kurd Kek Elî jîyana xwe ji dest da û çû ser dilovanîya xwe.

Ez jî wek heval û hogirên wî, bi mirina Kek Elî xemgînim.

Elî yê Mala Êmê…

Elî yê ji Gundê Mîran…

Pşnavê wî yê bi Tirkî jî ji navê gundê wî tê, Gundê Mîran…

Kîngê qala Kek Elî bihata kirin û ya jî kingê min wî bidîta, zarokatîya min dihat bîra min.

Xanbegî ya Jêr, Gundê Mîran û Gire Şehîd, gire ku din av her du gundan cîh digre, dihatin ber çavên min. Ez her carê bi wan bîranînên xwe yên ji zarokatîya xwe şa û dilşa dibûm…

Îro jî ew bîranînên min tên bîra min, li welatê xerîbîyê û ji dûr va li ber çavên min ra derbas dibin.

Mixabin ez îro bi wan ne şa ne jî dilşa dibim…

Ew tene min xemgîn dikin…

Ji berku di nav wan bîranînên xwe da kêmasîya Kel Elî, Elî yê Gundê Mîran dibinim.

Di dawîya salên 60î da ez li gund diçûm dibistana seretayî, ew jî xwendekarê zanîngehê bû.

Di wan salan da kesên ji Tatosê (Tekman) zanîngeh xwendibûn ya jî dixwendin wek bi tilîyan nîşan didan ku, ji wan yê herî bin av û deng jî Kek Elî bû.

Bin av û dengtiya wî jî, ji karen wî yên sîyasî yên ji bo Kurdistaneke serbixwe dikir, dihat.

Lê dewletê ew karen ji bo Kurd û Kurdayetîyê dihate kirin, bi rûyekî din nîşan dida.

Kê ku daw û doza Kurdayetîyê bikira, wan bi kominîstîyê tawanbar dikir û bi wê tawanbarîyê dida nasîn.

Kurdên di bin tesîra propogandaya dewletê da diman, ew jî bi çavê kominîstîyê li Kurdên welatperwer dinêrîn.

Sedem vê yeke di nav zarokên gund da kî ku daw û doza xwendina li bajêr bikira, dê û bavê wan, ya jî der û cînaran digotin; “Erê lê, tu jî here bixwîne û wek Elî yê Êmê bibe komunîst…”

Dema ku ev gotin dihate kirin, dibistan û daxwaza xwendinê dihate ji bîr kirin.

Meraqek din dest pê dikir…

Elî û komînîstîya wî…

Em wek bi aqilê zarokatîyê difikirin û me ji hev ra digot:

“Gelo Elî mirovek çawa ye?”

“Rû û rûçikên wî, bejna bala çawa xuya dike?”

Carcaram me tiştek dikir mebest û em bi meraq diketin ser rê û me bere xwe dida Gundê Mîra…

Derdiketin sere Girê Şehîd û çend xulek şûnda xwe di alî jorî gund ra xwe diavet nav Gundê Mîran…

Me ji zarokên heval û hemsalên xwe dipirsî û qala Kek Elî dikir.

Hercarê ji me ra ya, “li Stenbolê dixwîne”, ya jî “di hepse da ye” digotin û bersiva me didan…

Bi bersiva wan, meraqa me bêtir zede dibû, em kor û poşman dibûn û me bere xwe dida gundê xwe şûnda vedigerîyan.

Di salên 70ê yî da min li Erzirumê dest bi xwendina dibistana navîn kir. Kek Elî jî ji hepse derketibû vegerîyabû wir.

Cara ewil min Kek Elî li Seresûkê (Mahallebaşi) di qahwexayekî da dîtîbû, xwe pê dabû nasîn û pê ra sohbet kiribû.

Sohbeta me ya kin qedîya bû, weke îro tê bîra min, min di dile xwe da jixwe ra gotibû; “xwezila hemû Kurd wek Kek Elî komînîst bana…”

Dû ra têkilîya me bi awayekî domîya…

Di dawîya salên 70yî da, wî li navenda bajarê Erzirumê bi navê “Welat Konfeksîyon” mexaza kincan vekir.

Welat Konfeksîyon ji mexazeyek bêtîr weke komeleke Kurdî dixebitî û bibû navenda kurdayetîyê. Kurdê ku rîya wî biketa Erzirumê û serî li  Welat Konfeksîyon nexistiba, nebû…

12ê Îlonê da Kek Elî careke din bû firar û qaçaxê dewletê. Di şûna wî da birayê wî, Xalitê belengaz hate girtin…

Di cîhê lêpirsînê da ew kesên bi salan mezin û hevalê Kek Elî qilfê xwe bi Xalit dikirin û digotin; “Xalit, Xwedê dizane Elî nuha li kuderê, di nav kêf eşqê da ye… Tu jî di şûna wî da di bin êşkencê da yî…”

Li ser van gotinan Xalit ji wan û Elî ra dida xebera…

Bi xeberên wî ra piqîn diket nav şikbeyê û bi dehan kes bi hev ra dikenîyan…

Di sala 1984an da ez ji bo xwendina zanîngehê çûm Stenbolê, Kek Elî hê firar û li Stenbolê dijîya.

Bi rîya hevalek ji Tatosê ez gihîştim wî û em carcaran di qahwexaneyeke li Yenikapiyê da dihatin ba hev û dûr û dirêj sohbet dikir. Ji wê deme şûnda jî têkilîyên me nehat birîn.

Di salên 90î da, ger li Erzirumê, ger li Stenbolê rîya me di komel an jî di partîyek legal da li hev diqelibî…

Din av HEP û DEPê da, din av Kurd-Kavê da em bi hev ra xebitîn û me ji bo doza gele xwe kar û xebat kir.

Di sala 1995an da ez derketim dervayî welat, Kek Elî kar û xebatên xwe yên pîroz li welat domand.

Piştî çûyîn û hatina min a welêt ya ji 2006an şûnda jî têkilîyên me yên rûbirû careke din dîsa dest pê kir. Di salê da carek be jî, me hevdû didît û dûr û dirêj sohbet dikir.

Kek Elî, sedem kar û xebatên xwe yên pîroz, bi caran hate hepiskirin, bû firar û xaçaxê dewletê, rê û dirb lê hatin girtin. Lê wî tu car gilî gazinên xwe nekir, ji doza gele Kurd xwe şûnda nekişand û heta dawîya emre xwe tekoşîna xwe domand…

Mixabin div an rojên dijwar da, jîyana xwe ji dest da, me li ber gep û lepên neyaran hîşt û çû ser dilovanîya xwe…

Xwezila îmkana heba û min li Gundê Mîran, di rêwîtîya wî ya dawîyê da rêwî bikira…

Dêngê min nebihîse jî, ez ji dûr va û bi dilekî xemgîn dibêjim, oxir be Kek Elî…

25.02.2018

[email protected]

dîtin: 383

Pêveker:

ali beyköylü