• Têketin
  • Ziman
Aloziya di navbera Rusya û Ukraynayê de kûr dibe

Aloziya di navbera Rusya û Ukraynayê de kûr dibe


barkirin: Adar 19, 2014, 11:05


Hate gotin ku baregeha leşkerî ya hêzên deryayî ya Ukraynayê ya ku li bajarê Sivastopola Kirimê ye, ji aliyê hêzên alîgirên Rusyayê ve hate dagirkirin.

Li gor nûçeyeka ajansa Anatolya ya Tirkiyê çalakgerên alîgirên Rusyayê êrîş birine ser baregeha leşkerî ya hêzên deryayî ya Ukraynayê ya ku li bajarê Sivastopola Kirimê ye û ala Rusyayê lê bilind kirine.

Doh jî li Kirimê çekdaran êrîşê ser baregahekê Ukraynayê kiribûn û efserekê Ukraynî kuştibûn û tevahî leşkerên li paytexta herêmê Simferepolê hatibûne dîlgirtin.

Hejayê gotinêye ku ev êrîş piştî ku serokdewletê Rusyayê Vladîmîr Putîn pêşniyazbiryara beşdarbûna Kirimê ya nav xakên Rusyayê erê kir pêk hatin.

Ukraynayê gef li Rusyayê xwar

Wezareta Karên Derve ya Ukraynayê, êvara 18’ê Adarê ji ber ku Rusyayê peymana beşdariya Kirimê li xaka Rusyayê mor kir, hişyarî da vî welatî.

Di daxuyaniya li malpera înternetê ya Wezareta Karên Derve ya Ukraynayê de hat ragihandin ku Wezarta Karên Derve ya ya Ukraynayê, ji ber serxwebûna Kirimê nas kiriye û peymana beşdariya Kirimê li nava xaka Rusyayê mor kiriye, şiyarî daye sefîrê Rus, Adrey Vorobyov.

Di belavokê de hate gotin ku mafê Ukrayna heye ku li gorî hiqûqa navneteweyî tedbîran bigre.

Ji aliyê din ve wezîrê karên derve yê Rusyayê Sergey Lavrov jî helwesta Yekitiya Ewropa û Amerîkayê rexne kir û diyar kir ku kiryar û gemaroya hêzên Rojava yên li ser nayên qebûl kirin. Lavrov got ku heger ev helwest berdewam bike dê encamên wê jî hebin.

dîtin: 328

Pêveker:

aloziya di navbera rusya û ukraynayê de kûr dibe