• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Anne Marie lawikê Cizîrî vexwende konsere û bihevre sitrandin


barkirin: Êlûn 10, 2017, 12:09
xwendin: 410


Stranbêja navdar Anne Marie Lawikê Cizîrî yê ku di dema bihurî de bi rêka înternetê navdar bûyî Mehmet Ali şulan, vexwende konsera xwe ya Stenbolê. Anne Marie peyameka taybet bo Lawikê Cizîrî rêkir û got "Ez dixwazim tu bê konsera min ya Rockaby li Stenbolê".  Ji ber bidestneketina bileta firokê destpêkê Lawikê Cizîrî vexwendina Anne Marie ne pejirand. Lê paşê bilet bidest xist û gihîşte cihê konserê. Îşev Lawikê Cizîrî mihemed alî û Anne marie bihevre sitrandin. Di dema amadekirina nûçeyê de konser berdewam bû. 

Pêveker:

anne marie mehmet ali şulan lawike cizîrî