• Têketin
  • Ziman
Antolojiya Helbestên Kurmancên Başûrê Kurdistan – Xelîl Duhokî

Antolojiya Helbestên Kurmancên Başûrê Kurdistan – Xelîl Duhokî


barkirin: Êlûn 30, 2013, 9:35


Pirtûka antolojiya helbestan bi navê ‘Antolojiya Helbesta Nû Ya Kurmancên Başûr’ ji nav weşanên Berbang’ê derket. Weşanxaneya Berbang ku ev demeke kurt e li Stenbolê dest bi weşanan kiriye pêşî 3 pirtûk belav kirin. 1 ‘Antolojiya Helbesta Nû Ya Kurmancên Başûr’ (amadekar Xelîl Duhokî. 2- ‘Peyarêk’ Çîrok, Çiya Mazî  û Kurdistanbûl  ya helbestên Şivan Zeren.

‘Antolojiya Helbesta Nû Ya Kurmancên Başûr’ ji helbestên 81 helbestvanên Başûrê Kurdistanê pêk tê û yên ku bi kurmancî hatine nivîsandin in. Amadekirina ve antolojiyê helbestvan û nivîskarê navdar Xelîl Duhokî kiriye û antolojî 784 rûpel e.  Helbestên van helbestvana di antolojiyê de cîh digirin.

Bedirxan Sindî, Abdulrehman Mizûrî, Xelîl Duhokî, Mueyed Teyib,  Mihsin Qoçan, Mehfoz Mayî, Vehêl Amêdî, Remezan Îsa, Idrîs Çelkî, Ehmed Qerenî, Necîb Balayî ,Jaro Duhokî, S. Diljan, Seîd Dêreşî, Qadir Qeçax, Hizirvan Ebdulla, Îsmaîl Hacanî, Beyar Bavî, Arif Hîto, Mesûd Sernî, Hesen Norî, Cîhad Amêdî, Kirmanc Hekarî,Tehsîn Navişkî, Ebdulezîz Hacanî, Beşîr Mizûrî, Serbest Nalbend, Şemal Akreyî, Luqman Asîhî, Hîvî Berwarî, Rêkêş Amêdî, Selman Kovilî, Ehmed Ebdulla Zero, Segvan Ebdulhekîm,Rastî Hirorî, Kovan, Pêzanê Alîxanî, Îsmaîl Badî, Simko Amêdî, Silêman Amêdî,Hişyar Rêkanî, Hesen Silêvanî, Behcet Mehemed Hirorî, Hemîd Emîn Mûsa, Nacî Taha Berwarî, Xalid Husên Feysel Mustefa   Sedîq Hamid, Museddeq Tovî, Sebriye Hekarî, Bilind Mehemed, Nezîre Ehmed (Dayka Dalyayê), Şukrî Şehbaz, Hikmet Mehemed Hirorî, Kamîran Reşîd Berwarî, Mehemedemîn Doskî, Salim Mustefa, Ebdulezîz, Muhemed Ebdula, Hikmet Yasîn Akreyî, Mistefa Selîm, Xedice Kitanî,  Elind Akreyî, Seîd Akreyî, Selam Balayî, Selwa Gulî, Dirbas Mistefa Silêman, Aştî Germavî,  Ebdulrehman Bame‌rnî, Kemal Silêvanî,  Sabir Sindî, Beyar Zawîteyî, Gulnar Elî Baleteyî, Tirîfe Doskî, Cule Hacî Omer,  Layiq Kurêmeyî, Qedrî Şêro,  Şehab Akreyî, Xalib Cemîl, Xalid Silvaneyî,   Dilbirîn Halo û Amîna Zikrî Seîd.

      Ji bo xwestinê mirov dikarin serî li Weşanxaneya Berbang’ê bidin. Navnîşana wan li jêr e.   Kuloğlu Mahallesi, İstiklal Caddesi Sadri Alişik Sok. no 24/1 Beyoğlu/ istanbûl [email protected]

dîtin: 799

Pêveker:

antolojiya helbestên kurmancên başûrê kurdistan xelîl duhokî