• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Aram Tîgran 1934 – 2009

Aram Tîgran 1934 – 2009


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Gelawêj 8, 2015, 10:49


Tu ji bîra me naçî, hezar sal jî derbas bibin, deng û keda te ji bîra dîrokê naçe mamosta can.

Hostayê hunerê ARAM TÎGRAN:
” Gava em dibêjin huner, du wate ji hunerê tên ber çav: Ya yekê hunerê jê dertê me’irîfet û ya duduyan hunera sazbendî û kilambêjiyê. Di nava van çend salan de hunerê rih daye min, nehişt ku ez zû êxtiyar bibim û min hertim xwe di nava gel de dît…”

” Bavê min jî mîna gelek Ermeniyên din di çaxê tevkujiya Ermeniyan de bi riya Kurdan ji kuştina bi destê Tirkan hat rizgar kirin. Ji bona wê jî hertim ji min re wiha digot: Kurê min qedir û qîmetê gelê kurdî bizanibe, Kurdan ji bîra neke. Emekê wan li ser min pir e, zehmetî û xiwêdana wan li ser min pir e. Ewan min xwedî kirine û ger hûn çar bira û du xwîşik vê gavê li ser rûyê dinê dijîn bi xêra Kurdan e ku hûn dijîn. Heke dijimin min bikuşta, hûn jî nedihatin rûyê dinyayê. Ew axayê kurdî ku çend salan bi nihênî ez di mala xwe de xwedî kirim û pişt re ez şandim Binxetê (Başûrê Kurdistanê yê biçûk), jiyana me rizgar kir û bi xêra wan vê gavê hûn li rûyê dinê dijîn. Ji bona wê jî divê hûn vê emeka wan qet ji bîra neken. Bi stranên xwe zimanê kurdî biqedirîne û van helbestên ku ez didime te bike stranên xweş. Tu bixwe jî bibe dostek baş ji Kurdan re û emeka wan ticarî ji bîra neke…”

dîtin: 352

Pêveker:

aram tîgran 1934