• Têketin
  • Ziman
Aramî nayê Agirî

Aramî nayê Agirî


barkirin: Nîsan 5, 2014, 3:11


Li Bajarê Kurdistanê Agirî eve 14 carin deng têne hejmartin. Jiyana asayî serobino bû. Ji hilbijartina yekem ve BDP bi namzetê xwe Sirri Sakik da pêş AKP û bi ser ket. Lê ev rewşa siyasî ku tekoşîneke di navbera Kurdan û hikumeta Tirkiyê de ji aliyê AKP ve nehate xwarin. AKP li gel ku rewş ne pejirand û ne daqurtand bi hêzên hikumetê ve jî li dijî Kurdan tund û tujiyê pêk tîne.

Ji gelik bajarên Tirkiyê hêzên leşkerî bo Agirî hatin veguhestin

Hêzên ewlekariyê yên Tirkî têrê nekir ku pêşî li Kurdan bigre û hêzên piştevan ji bajarên dîtir yên tirkiyê bo Agirî hatin veguhestin.
Li bajêr Kurd êdî gilî û gazinên AKP ji bo encamê hilbijartinê na pejirînin û hêrsa xwe dijî vê rewşê didin der. Kolanên Agirî ji roja hilbijartinê ve tijî ye ji agir. Ciwanên Kurd hêrsa xwe bi xwepêşandan û pevçûna li gel polêsan ve didin der. Polêsên bo arîkariyê ji Stenbolê, Enqerê û Erziromê hatî di malê polêsan û malê mamosteyan hatine bicîkirin û ewlekarî derketiye asta herî bilind.

Bi 10 dengan ve Sirri Sakik bûbû Şaredar

Yekşema bihurî di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê de û di heman demê de hilbijartinên Bakurê Kurdistanê de BDP bi Sirri Sakik 20 hezar û 600 deng wergirtin. Hasan Arslan ê nûnerê AKP jî 20 hezar û 590 deng wergirtin. Piştî hingî AKP 13 cara gilî kir û 13 caran deng hatin hejmartin lê ew encama ku AKP dixwest bidest neket. Cara dawî dîsan AKP serlêdanek li Saziya bilind ya Hilbijartinê kir û carekî dîtir 196 sindoq têne hejmartin.
Dihunê roja înê (04.04.2014) bi hejmartina çardemîn ve dest bi hejmartina dengan hate kirin. Îro hetanî demhijmêr 03:00 yê sibê deng hatin hejmartin. Hejmartina ku gelek rayedar û nûnerên partiya di navde cî girtin îro demhijmêr 09:00 ê dîsan destpê kir.

Midûrê ewlekariya bajarê Bayram coşkun ragihand ku hilbijartin dê heftiyek berdewam bike. Di vê navberê de dikandar û bazirganên bajêr jî dixwazin ku kêliyek berî kêliyekê ev rewşa awarte ji holê rabe û ewana dest bi karê xwe yên asayî bikin.

Li Bazîdê çalekî û pevçûn

Li bazîdê jî dikandaran dikanên xwe girtin. Komek ciwanên Kurd jî îro bi polêsan re pev çûn.

 

Radikal

dîtin: 511

Pêveker:

aramî nayê agirî