• Têketin
  • Ziman
Artêşa Azad a Suriyê komên El Qaîdê wek dijmin îlan kir

Artêşa Azad a Suriyê komên El Qaîdê wek dijmin îlan kir


barkirin: Êlûn 16, 2013, 10:21


Artêşa Azad a Suriyê komên çekdar yên ser bi rêxistina El Qaîde weke dijminê xwe yê fermî îlan kir. Serokê giştî yê Artêşa Azad lîwa Selîm Omer Îdrîs bi belavokek fermî daxuyand ku ev kom êdî dijminên Artêşa Azad in û li dijî van koman şer îlan kir.

Serokê giştî yê Artêşa Azad a Suriyê lîwa Selîm Omer Îdrîs bi belavokekê fermî diyar kir ku  Artêşa Azad komên çekdar yên Cebhed El Nusra, Dewleta Îslam ya Îraq û Şamê û hind ketîbeyên din yên weke Ehrar El Îslam û Ahfad El Resol yên ser bi El Qaîdê, dijmin dizane. Lîwa Selîm Omer Îdrîs diyar kir ku divê Artêşa Azad van koman tune bike.

Lîwa Selîm Omer Îdrîs da zanîn ku ev komên çekdar kirêgirtiyên hêzên dervene û planên wan hêzan pêk tînin ji lewra dijminê Artêşa Azadin.

Hêjayê gotinêye ku ev komên îslamî yên tundraw ku ser bi El Qaîdê ne alîkariyê ji dewletên derdor digrin û bi taybet alîkariya dewleta Tirk gelek caran bi belgeyan jî kete rojevê.

Ev kom li Suriyê bi kuştinên hovane û serjêkirinan û bi firohtina alavên kargehên Suriyê û herî dawî jî bi êrîşên xwe yên li dijî Kurdan ketibûne rojevê.

Eve jî belavoka fermî ya lîwa Selîm Omer Îdrîs e:

979775_522389701174567_878776183_n

dîtin: 356

Pêveker:

artêşa azad a suriyê komên el qaîdê wek dijmin îlan kir