• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Balînayên Kujer jî Diaxivin


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Rêbendan 4, 2018, 6:02


Lêkolînerên Fransayî di xebata xwe de bi serketin ku hin peyvên sivik bi balînaya kujer bidin gotin. Eger meriv baş li balînaya kujer ya di vîdyoyê de, guhdar be, dibihîze ku balînaya kujer peyvên “hallo”, “Amy”, “one-two” û “bye-bye” tekrar dike.

Lêkolîner biserketin ku balînaya kujer perwerde bikin û balînaya kujer peyvên dibihîze teqlîd bike. Lêkolîner bi vê xebata xwe piştrast kirin ku balînayên kujer, dikarin tiştên nû fêr bibin û dikarin dengên nenas jî teqlîd bikin.

Balînaya kujer li Fransayê û di parkeke ku ajalên guhandar yên deryayî dihêne perwerde kirin, de ye û navê balînaya kujer a mê jî “Wikie”ye. Wikie pirr zû tiştên nû fêr dibe û Wikie piştî 17 caran dengên ku xebatkarên parkê gotibûn, destpê teqlîdkirinê kiriye. Lêkolîner diyar dikin ku îşaretek an jî delîleke em pê bizinin ka balînaya kujer sehkiriye û dizane çi dibêje, nîne.

Balînayên kujer ajalên civakî ne û kom bi kom dijîn û her kom xwediyê zaravayeke xweser e. Zaravaya xweser ji endamên koma xwe fêr dibin û vediguhezînin endamên nû. Ji bilî Wikieyê hin ajalên din hene ku dikarin dengên dibihîzin, teqlîd bikin. Papaxan(Tûtî), yûnûs(delfîn), fîl û orangûtan jî dengên dibihîzin teqlîd dikin.

Çavkanî: Proceedings of the Royal Society B (Beşa Biological Sciences)

dîtin: 153

Pêveker:

zanist balîna kujer fransa axaftin xebat lêkolîn