• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Barzanî ji bo Newrozê peyamek weşand

Barzanî ji bo Newrozê peyamek weşand


barkirin: Adar 20, 2014, 10:48


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku gelê Kurd gelek qurbanî dane û ew qurbanî wiha naçin û paşerojeke geş li benda Kurdistanê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Newrozê peyamek belav kir û tê de pîrozbahî li xelkê Kurdistanê kir û hêvî xwest herdem di xweşî û bexteweriyê de bin.

Barzanî di peyama xwe de got “Gelê me di rêya xebat û azadîxwaziyê re gelek êş dîtine û gelek qurbanî jî dane, ez dixwazim dilê ji wan re tekîd bikim ku xebat û qurbanîdana we wiha naçe û paşerojeke geş li benda Kurdistanê ye”.

Barzanî diyar kir ku Kurdistan wê hemû astengan derbas bike û bêtir pêşbikeve.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji hemû aliyekî kir ku yekrêzî, tevahî û kultûra bihevrejiyan û aştîxwaziyê bihêztir bikin. Barzanî herwiha got “Em bi hev re bi hêz in, em bi hev re serdikevin û welatê xwe pêş dixin”.

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de daxwaz ji hemwelatiyan kir ku xweza û siruşta Kurdistanê biparêzin.

Rudaw

dîtin: 140

Pêveker:

barzanî ji bo newrozê peyamek weşand