• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bayannameyeke Giring ya Wezareta Navxweyî ya Hikumeta Herêma Kurdistan

Bayannameyeke Giring ya Wezareta Navxweyî ya Hikumeta Herêma Kurdistan


barkirin: Hêzîran 16, 2013, 9:01


Wezareta navxweya hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê nûçeya daxistina sînorê navbera herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de beyannameyek belav kiriye û tê de ragihandiye, ku hikûmeta herêma Kurdistanê rê nade ew dergehê sînorî bo berjewendîya alîyekê diyarkirî bihê bikaranîn. Herwiha tekez jî kiriye ku siyaseya xwe sepandina bi ser alîyên dinên Rojavayê Kurdistanê de karekî dirust nîne û nahê qebûlkirin.
Wezareta navxweya hikûmeta herêma Kurdistanê di bareya mijara daxistina  dergehê sînorîyê navbera herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê de, duh roja şembe di beyannameyekê de ragihandiye, ku hindek kanalên ragihandinê, beşek ji beyannameyeka Koma Civakên Kurdistan (KCK) belav kirine ku têde basa daxistina xala sînorîya navbera herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de dike.
Wezareta navxweya Kurdistanê di beyannameya xwe de wiha ragihandiye:´´1- hikûmeta herêma Kurdistanê rê nade ew dergehê sînorî bo berjewendîya alîyekê diyarkirî bihê bikaranîn, bo bihêz kirina pêgeha xwe, bi taybetî jî her çi komek û alîkarî heye ji ewê derê ve derbas dibe.

2- siyaseta xwe sepandina bi zorê bi ser alîyên dinên Rojavayê Kurdistanê de karekî dirust nîne û hikûmeta herêma Kurdistanê nabe beşek ji evê siyasetê, ku rê bide dergehê sînorî bo bicihkirina evê mebestê bihê bikaranîn.

3- Peyrewkirina çewaşekarî û toqandin û lidûvketin û girtina endam û kadirên alîyên din, duberekî, lêkcudayî û bandoreke xirab dirust dike.

4- Dergehê sînor tenê bo haletên mirovî dihête vekirin, heta ku ji hev têgihejtin û vegeryan bo kodengîya gişt alîyan, biryar li ser dihête dan.

Jêder: Peyamner

dîtin: 164

Pêveker:

bayannameyeke giring ya wezareta navxweyî ya hikumeta herêma kurdistan