• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bayik: Em ne li dijî hîç hêz û partiyeke Başûr in

Bayik: Em ne li dijî hîç hêz û partiyeke Başûr in


barkirin: Rêbendan 8, 2014, 6:05


Di civînekê de ligel şandeke parlamenterên Tevgera Goran, Hevserokê Desteya Rêveberiya KCK’ê Cemîl Bayîk ragehand ku ew ne li dijî hîç hêz û partiyeke Başûrê Kurdistanê ne û got: ‘’Bêguman li Başûr gelek partî û rêxistin hene û kes nikare wan înkar bike.’‘
Şandeke ku ji 11 parlementerên Tevgera Goran pêk dihat li Qendîlê ligel Hevserokê Desteya Rêveberiya KCK’ê Cemîl Bayîk û endama Rêveberiya KCK’ê Befrîn Serhed civiyan. Di hevdîtinê de qala guhertinên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê çêdibin hate kirin û gelek mijarên girîng hatin gotûbêj kirin.

Li gor ANF’ê di hevdîtinê de Cemîl Bayik bersiva pirsên parlamenteran da. Yek ji mijarên girîng ku ji Bayik hat pirsyar kirin, têkîliyên di navbera hêzên Başûrê Kurdistanê bi taybetî PDK û YNK’ê de bû ka gelo di çi astê de ye? Bayik jî bersiv da û got: “Me li Bakûrê Kurdistanê têkoşîna PKK’ê li dijî înkar û tinekirina Kurdan pêş xist. Bêguman li Başûr jî gelek partî û rêxistin hene ku kes nikare wan înkar bike. Em ne li dijî tu hêz û tevgerekê ne. Rexne kirin mijareke cuda ye ku divê şaş neyê fêm kirin. Ger em rexne li hêzeke Başûr digrin, nayê wê wateyê ku em li dijî wan in. Li cihekî rexnekirin nebe li wir zindîbûn nîne. Em amade ne bi her kesî re rûnên ji ber ku em ji xwe bawer in. Kesên ku ji bo rûniştinê ne amede bin ew ji xwe bê bawerin.’‘
Di berdewamiya hevdîtinê de ku nêzîka çar saetan berdewam kir, gelek mijarên wek; komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê, Kongreya Navdewletî, hilbijartina Bakûrê Kurdistanê, şer û aloziyên li Tirkiyê, rewşa Rojava û Başûrê Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.
Cemîl Bayik da zanîn ku avabûna Tevgera Goran li Başûrê Kurdistanê, gelek guhertin di qada siyasî de bi xwe re aniye û got ew vê yekê baş dinirxînin. Piştê bi dawîbûna axaftinên Bayik, Berdevkê Desteya Tevgera Goran Şêrko Qadir axivî û got: “Emê dan û standin û têkîliyên xwe bi KCK’ê re xurtir bikin û emê hevdîtinên bi vî rengî berdewam bikin.”

dîtin: 127

Pêveker:

bayik em ne li dijî hîç hêz û partiyeke başûr in