• Têketin
  • Ziman
BDP û HDP biryar dan bibin partiyek

BDP û HDP biryar dan bibin partiyek


barkirin: Nîsan 18, 2014, 6:18


Hevserokê HDP’ê Ertugrul Kurkçu daxuyand her du partiyan li hev kiriye ku BDP tevlî HDP’ê bibe û di didemekî nêzîk de jî ev yek dê pêk bihêt. Kurkçu got: “Emê bibin hilbijartina hemû civakê a dahatûyê. Di vê mijarê de em gihan fikrekî hevbeş. Em pêngavekî dîrokî davêjin.”

Parlementerên BDP û HDP’ê ji bo di bin banê partiyekê de bibin yek li navenda Giştî ya BDP’ê civînek pêkanîn. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Bi navê BDP’ê Serokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş berpirsê Koma BDP’ê Perwîn Buldan û Idrîs Balukan û bi navê HDP jî Hevserokên HDP’ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu amade bûn.

Piştî civînê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu ji çapemeniyê re axivî û diyar kir ku dê li parlemenê koma HDP’ê ava bikin. Kurkçu got ku eve demek dirêje ku li ser vê mijarê nîqaşan dikin lê piştî hilbijartinan bi awayekê pratîkî vê yekitiyê pêk dihînin.

Kurkçû di berdewama axaftina xwe de got ku ew dixwazin hemû beşên civaka Tirkiyê himêz bikin û bibin hilbijartina hemû beşên civakê û got: “Emê bibin hilbijartina hemû civakê a dahatûyê. Di vê mijarê de em gihan fikrekî hevbeş. Em pêngavekî dîrokî davêjin.”

 

dîtin: 374

Pêveker:

bdp û hdp biryar dan bibin partiyek