• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Belgefîlma Bakur di festivalên navnetewî de ye

Belgefîlma Bakur di festivalên navnetewî de ye


barkirin: Rezber 24, 2015, 11:37


Belgefîlma ’’Bakur’’ ku jiyana gerîllayên wargehên Dêrsim, Amed, Botan û Başûrê Kurdistan rave dike, tevî ku li Tirkiyê hatiye qedexe kirin, dê beşdarî çar festîvalên navnetewî ya fîlman bibe.
Fîlmê Bakur di 34. Festîvala Fîlman a Stenbolê de hatibû betalkirin.
Belge fîlma ku ji aliyê Çayan Demirel û Ertuğrul Mavioğlu hatiye amade kirin dê beşdarî Festivala filman ya Leipzige bibe û di mehrîcana Fîlman ya 58. ya DOKL Eipzig’ê heftiya pêşberî me destpê dike. Ligor programê fîllmê Bakur dê 3 caran di festival de bête nîşandan. Ligor zanyariyan pêşandana yekem 27’ê Cotmehê demijmêr 19:15’ê ye.
Herwiha biryare fîlmê ’’Bakur’’ beşdarî Festîvala fîlman ya Stokholmê ya Navnetewî bibe.
Meha Kanûna îsla jî dê li Brukselê beşdarî Festîvala fîlman bibe.
Piştî vê festivalê jî dê li welatê İtalya ya Popolî de jî dê bête pêşandan.

dîtin: 1040

Pêveker:

belgefîlma bakur di festivalên navnetewî de ye