• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Belgeya Tunekirina Kurdan

Belgeya Tunekirina Kurdan


barkirin: Êlûn 17, 2017, 8:56


Kurdên ku hevalbendiya AKP’ê dikin hevalbendiya tunekirina netewa kurd dikin.

Hewceye kurd bi gotinên hikûmeta AKP’ê yên ku dibêjin “Pirsgirêka me bi Kurdan re tuneye, neyarê me PKK, KCK, PYD, YPG û hwd.ne” nexapin.

Ji bo ku Kurd nexapin jî hewceye hişmendî û siyaseta dewleta tirk a ku li ser tunekirina kurdan hatiye avakirin û 94 sale bê navber di meriyetê de ye bibînin û pêve girêdayî polîtîkayên AKP’ê yên salên dawîn ku li çarparçeyên Kurdistanê topyekûn hebûna netewa kurd hedef girtiye fêm bikin.

Heke em vî hişmendiya dewletê ya tuneker fêm nekin, dibe ku em nekaribin wate bidin hinek kirinên dewletê û yên hikûmeta AKP’ê û bi gotinên wanên ku dibêjin “pirsgirêka me bi Kurdan re tuneye, neyarê me PKK, KCK, PYD, YPG û hwd.ne” bixapin.     

Min di nivîsa xwe ya hefteya berê de encamên hewla derbeya 15 tîrmehê ya ku ji hêla Serokomar Erdogan ve weke “Lutfa Xweda” hatibû dîtin bi we re parvekiribû. Di wan kiryarên hikûmeta AKP’ê yên sala dawîn de tiştek bi zelalî derketibû holê, ew jî topyekûn hedef girtina hebûna civaka Kurd bû.

Bê guman yekem car nîne ku encamên derbeyê herî giran û dijwar li Kurdistanê tên jiyîn. Hetanî niha derbeyên ku li Tirkiyê pêkhatine hemû li dijberê têkoşîn û pêşketina civaka Kurd pêkhatine. Encamên derbeyan yên herî giran li bajarên Kurdan û li ser civaka Kurd pêkhatine. Ev derbeya dawîn jî bê guman ji bo astengkirina têkoşîn û destkeftiyên Kurdan a 40 salî pêk hat. Heke cemaeta F. Gulan di derbeya xwe de bi serbiketa dê yekser berê xwe bida Kurdistanê. Dê encamên derbeyê yên herî giran li Kurdistanê bihatina jiyîn. Darbe bi ser neket, lê hikûmeta AKP’ê hewla derbeyê ji xwe re weke derftek dît û bi her awayî êrişê Kurdan kir.

Lewre, her çiqasî derbekar bi ser neketbin jî ji bo Kurdan encam neguherî. Tiştê ku derbekaran dixwestin li Kurdistanê pêk bînin ev saleke hikûmeta AKP’ê bê kêmasî pêk tîne. Ev kiryar pratîka hişmendiya komara Tirk a 94 salî ye. Di encamên hemû derbeyan de, armanca derbekaran ya sereke her tim hecikandina civaka kurd bû ye.

Sedemên vê siyaseta qirker yên gelek girîng hene. Weke ku ew ji xwe re dikin hincet û tînin ziman armanc tenê tunekirina rêxistinên kurdan yên weke KCK, PKK, PYD, YPG û hwd.nîne.

Arman çi ye werin em bihev re bibînin:

Di sala 1930’an de M. Kemal di saziya Dîroka Tirkan de axavtinek dike. Di vî axavtina xwe de wiha dibê je; “ Gelo hûn dizanin me çima erdnîgariya Balqanan winde kir?”  Bersîva pirsa xwe jî dîsa ew bi xwe dide. Dibê je; “ Civakên Balqanan saziyên lêkolîn û pêşvebirina xwe avakiribûn, bi van saziyan li ser zimanên xwe, li ser çand û wêjeyên xwe lêkolînên gelek mezin kiribûn. Bi van lêkolînan hişmendiya wan a netewî pêşket û li hember Osmaniyan serî rakirin û azadiya xwe bi destxistin”

Di vî axaftina M.Kemal de du peyamên girîng hene.

Yek; Ji bo pişaftin û tunekirina civakên kêmjimar pêdivî bi avabûn û xurtbûna netewa tirk heye. Ji bo avabûn û xurtbûna netewa tirk jî pêdivî bi sazî û dezgehên tirk ên xurt heye.

Du; Ji bo ku polîtîkaya pişaftin û tunekirinê biserbikeve û civakên kêmjimar (bi taybet Kurd)  tune bibin hewceye qet nebin xwediyê sazî, dezgeh û rêxistinbûnê. Xeynê tirkbûnê hewceye şanseke wanê din tune be.

Ev hevokên M.Kemal gelek tişt bi me didin fêm kirin lê ji bo kiryarên AKP’ê baştir bên fêmkirin ezê ji arşîva serokwezîrê berê B.Ecevît jî belgeyek bi we re parve bikim. 

Li gorî vî belgeyê; Piştî derbeya 27’ê Gulana sala 1960’an derbekar ji bo siyaset û polîtîkaya xwe ya li hember kurdan diyar bikin û qirkirina spî bi encam bikin, bi Teşkîlata Plansaziya Dewletê lêkolînek didinkirin. Lijneya lêkolînê, di 8-10-16’yê Sibat û 24’ê Adara sala 1961 de bi rêveber û siyasetmedarên ku li Kurdistanê erkdarî kirine (walî, Qeymeqam, fermandar, siyasetmedar û hwd.)  re rêze civînan pêk tîne. Di van civînan de ji van rêveber û siyasetmedaran ji bo pişaftin û çewisandina Kurdan pêşniyar û şîrove tên girtin. Ji van şîrove û pêşniyaran nûsafek (raporek) tê avakirin û pêşkeşê hikûmetê dikin. Di 18 Avrêla sala 1961 de lijneya wezîran di bin serokatiya serokwezîr Cemal Gursel de vê nûsafê dinirxînin û qebûl dikin. Ji wê rojê şûnde ev nûsaf ji polîtîka û siyaseta dewletê ya qirker re bû bingeh. Hişmendiya M. Kemal di asteke herî jor de weke belgeyeke nexşerêya tunekirina Kurdan derdikeve holê. Bi kurtasî naveroka wê belgeyê fermana tunekirina kurdan bû.

Fermo, bê şîrove navoroka belgeya tunekirina Kurdan;

1-Zagona îskana Şarkê ya heyî bila ji berçavan re bê derbaskirin, li gorî polîtîka ya me ya nû û ji bo serkevtina pişaftinê bê nûkirin û tekûz kirin.

2-Di bajar û navçeyên heremê (Kurdistanê)de yên ku xwe kurd dihesibînin ji hêla serjimarê ve serdetsin. Ji bo guherîna demografiya heremê bila şert û mercên ku kurd ji heremê koç bikin bên afirandin. Hewce bike bila dewlet vê koçberiyê fînanse bike û kurdan li bajarê tirkan belav bike. Di heman demî de bila tirkên herêma behra reş jî di vî heremê de bên bi cih kirin. 

3-Derfetên têkilî danîna Kurdên Tirkiyê a bi Kurdên Îranê û Kurdên Iraqê re ji holê bên rakirin. Cih û warên niştecihên heremê li gorî wê bên plan kirin.

4-Ji bo ku ji herêma kurdan ber bi bajarên tirkan ve, ji bajarên tirkan jî ber bi bajarên kurdan ve herikînek çêbibe hewceye di sektorên fermî û yên taybetan de, di girtina karker û karmendan de kotayek bêbikaranîn. Di herêma kurdan de ji bo tirkan, di herema tirkan de jî bo kurdan kontenjan bên veqetandin.

5-Plansazi ya ku ji bo dibistanên herêmî, dibistanên gundan û dibistanên pîşeyîhatibû amadekirin bila bikeve merîyetê. Ji bo gihandina misyoneran di van dibistanan de bila lijneyek a taybet bê amade kirin. Di van dibistanên herêmî de zarokên jîr û yên hatine pişavtin bila bên tespîtkirin û ji perwerdehiya bilind re bên amadekirin.

6- Walî, qaymekan, dozger, dadger, efser, karmend û mamosteyên vî heremê bila ji kesên ku bi eslê xwe kürdin û niha xwe tirk di hesibînin bên hilbijartin û bên pêwirdarkirin.

7- Bi ser radyoyan re li heremê bi peyvên tirkî muzikên ku ji melodiyên kurdî pêk tên bila bên weşandin. Ji bo bernameyên radyoyê yên ku propogandaya zimanê tirkî û pişaftinê bikin bila lijeneyeke pispor bêavakirin.

8- Ji bo îkna û şîretkirina gelê heremê bila ji hêla pisporan ve plansaziyek bê amade kirin. Bi van şîretan bi gel bidin fêmkirin ku etnîsîteya herî baş tirkbûn e, ji bo berjewendî û pêşerojê tirkbûn herî baştir ûbê alternatîf e.

9- Fikr û remanên ku me li jor anîne ziman, bila ji hêla pisporan ve bi Şano û leyistokên cuda di zimanê herêmê de û hêşmendiya gelê herêmê de bên bi cih kirin.

10- Dem bi dem ji entelektuelên cîhanê re bila tunebûyina pirsgirêka kurd bê vegotin. 

11- Di zanîngehekî de bila bi lezginî beşa Turkolojî bê vekirin. Di vî zanîngehê de bi lêkolînan bila bê îspatkirin ku yên ku xwe kurd dihesibînin bi eslê xwe tirkin. Dîroka tirkan ya rojhilatê bila ji nû ve bê nivîsîn ûbê weşandin.

12- Di nivîsa zanîst û siyasetmedarê rûsî Minovskî ya ku di ansîkilopediya Îslamê de cih digre de tê gotin ku “Kurd bi eslê xwe farisîne”, ev tez, bi teza meya ku di peymana Lozanê de me daye qebûlkirin “yên ku xwe kurd dihesibînin bi eslê xwe tirkêçiyayî ûTûranîne”, dikeve nakokiyê. Hewceye ev nakokî bi lezgînî bê çareserkirin.

13- Ji bo kesên ku xwe kurd dihesibînin bila lêkolînên gelek zanistî bên kirin, di vanlêkolînan de bila bê îspatkirin ku Kurd bi eslê xwe Tûranî ne. Ev lêkolînên ku tirkbûna Kurdan mîsoger bike bila bi raya weşangeriyê bi raya gîştî re bên parvekirin.

Belê, wekî ku li jor hûn jî dibînin ev belge, belgeya siyaset û polîtîkaya dewleta tirk ya nijadkujiya 94 sala ne. Ev belge piştî darbeyên 1960 û 1980’yan û hemû mûhtirayan çewa bi hemû dijwariya xwe di meryetê de bû,  piştî hewla darbeya 15 tîremhê jî bi destê hikûmeta AKP’ê bi heman dijwariya xwe di meryetê de ye. Hikûmeta AKP’ê pêwistiya van 13 xalan yek bi yek bê kêmasî bi cih tîne. 

Polîtîka ya çewisandin, tepeskirin û teslîmgirtinê weke hemû derbeyên berê nihajî li ser kare. Bi vî polîtikayê herêm tên dorpêçkirin, yên ku çok nadin û teslîm nabin tên kuştin, bajêr, navçe, gund ji qirkirinê tên derbas kirin, yên mayî jî ji heremê tên derxistin û li anatolyayê tên belav kirin. Bi vî rêbazî kurd ji erdnigariya xwe, ji çanda xwe, ji dîroka xwe û ji tevahiya keleporên xwe yên hezar salan tên dûrxistin. Bi helîn û tunebûnê re rûbirû tên hiştin.

Girtina hemû sazî û dezgehên çand û zimanê Kurdî, girtina yekemîn televîzyona zarokan a Kurdî û yên din, guhertina navê park û kolanên kurdî, rûxandina peykelê Ahmedê Xanî, guhertina hemû tabelayên kurdî yên şaredariyan, jê vekirina navê Cegerxwîn a ji navenda çandê ya Cegerxwîn, girtina komaleya Sarmaşikê ku tenê alîkariya xizanan dikir, rûxandina abîdeyên weke qetlîama Roboskî, girtina hemû komale û saziyên kurdan yên ku ji civaka kurd re xizmetê dikin, rûxandina goristanan, rûxandina bajar û navçeyan û koçberkirina kurdan, êrişên li ser rojava û başûr, çêkirina dîwarên şermê yên li ser sînoran, tunekirin û talankirina keleporên dîrokî, operasyonên qirkirinên siyasî û pêwirdarkirina qeyûmên bi eslê xwe kurd û hwd. hemû encamên vî siyaseta tunekerin.

Polîtîkayeke vê siyaseta tuneker yek jî astengkirina pêşketina sermayeya Kurd e. Heke ji kurdan dewlemend çêbin jî hewceye li derveyê Kurdistanê û ne bi nasnameya kurdî, bi nasnameya tirkî ve girêdayî çêbin. Lewre kurdê ku bixwaze di warê aborî de pêşkeve hewceye ku teqez hevkarê dewletê be. Bi vî rêbazî çîniya kurdan ya dewlemend dikeve bin xizmeta polîtîkayên dewletê yên helandin û tunekirin ê. Karsazên kurd ên ku li hember vî polîtîkaya dewletê li berxwe bidin, ji Kurdistanê koç nekin û nekevin bin xizmeta xeta dewletê ya pişaftinê bi cureyên êrîşên dewletê re rûbirû dimînin. Sermayeya wan tê desteserkirin. Operasyona ku di 22 Pûşperê li Amedê li hember bi sedan karsazên Kurd pêkhatî mînaka herî zindî ya dawîn e.    

Weke ku li jor bi zelalî tê fêmkirin tu eleqeya van kiryaran bi tunekirina PKK’ê re an KCK’ê re tune ye.  Bilêvkirina navê van rêxistinan tenê hincete. Armanc tunekirina hemû destketiyên netewa Kurd e.

Lewre, ji bo vî hişmendiya dewletê ya tuneker sazîbûn û rêxistinbûna Kurdan xeter e, pêşketinên çandî û zimanî xeterin, bê watebûna sînoran xeter e, li çarparçeyên Kurdistanê avabûna statuya kurdan ji bo wan xeternakeke man û nemanê yê. 

Kurdên ku ji bo têkçûna tevgera azadiyê hevalbendiya AKP’ê dikin hewceye vî rastiyê bibînin û bizanibin ku ji bo têkçûn û tunekirina netewa Kurd hevalbendiya AKP’ê dikin.                                   Ez nabêjim li jor we jî dît belgeya tunekirina kurdan dibêje.  

dîtin: 61

Pêveker:

mehmet Şahîn ramyarî