• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Berhem Salih: Nebûna Mam Celal dahatuya YNK dixe metirsiyê

Berhem Salih: Nebûna Mam Celal dahatuya YNK dixe metirsiyê


barkirin: Êlûn 21, 2013, 9:06


YNK ji ber amade nebûna Mam Celal zehmetiyan dikêşe û guman û pirs eve ku ka dê bikare piştî Mam Celal weke partiyek yekgirtî bimîne yan na. Cîgirê sekreterê giştî yê YNK ê Berhem Salih bal dikêşe ser vê rastiyê û dibêje ku nebûna Mam Celal erkê wan zehmetir dike.

Yek jê parrtiya sereke yê Başûrê Kurdistanê bi amade nebûna serokê xwe qonaxek nazik û hestyar dijî. Yekîtiya Nîştimanê Kurdistanê ku bi navê damezrênerê xwe Mam Celal dihête nas kirin. Piştî ku Tevgera Goran ji nav dilê YNK derket, ev partî xwîn da û birîndar bû. Lê dîsa jî Mam Celal bi wesfê xwe yê serokatiya partiyê û serokomariya Îraqê stûnê esasî yê partiyê bû. Lê belê piştî nexweşiya wî û veqetiyana wî ya ji siyasetê YNK zêdetir tengav bû. Bi taybet jî di dema hilbijartinên herêma Kurdistanê de ev yek aşkera derkete pêş. Rêveberên YNK bi xwe jî digotin ku hebûna Mam Celal dê atmosfera hilbijartinan cudatir bikira.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr. Berhem Salih jî bal kêşa ser vê rastiyê û diyar kir ku dahatuya YNK di metirsiyê de ye. Dr. Berhem Salih di daxwiyaniyeke ku AFP’ê de hate weşandin got: ‘’Nexweşketina Talabanî zerar gehandiye pêgeha YNK’ê. Bi rastî amadenebûna Mam Celal erkê me zehmetir dike bo wê hewceye ku em bi hev re bimînin.’’

Berhem Salih aşkere kir ku piştî Mam CElal ewan zêdetir zehmetî jiyan kirine û zerar jî gehiştiye partiyê û weha got: ‘’Piştî Talabanî nexweş ketiye zerareke zêde gehiştiye YNK’ê, divê hinek tişt bên guhertin û em jî xwe li gel demê biguncênin, eger em wiha bawer bikin ku dê rewş her wek xwe bimîne, bi nerîna min ev têgehiştineke xelet e.’’

Ji naha ve gelek senaryo der barê dahatuya YNK de hene. Di hilbijartinên beriya niha de digel PDK îtîfaq kiribû û karîbû di nava desthiladariyê de cîh bigre. Vê carê guman hene ku nekare vê jî pêk bihîne. Lê wesa diyare ku encamên hilbijartin dê vê qonaxa çarenûsa YNK jî bi leztir bike.

Rewanbej.com

 

dîtin: 272

Pêveker:

berhem salih nebûna mam celal dahatuya ynk dixe metirsiyê