• Têketin
  • Ziman
Berhemeke giring ji Serhad B. Rênas “Medyaya Kurdî û Medyaya nû” DERKET

Berhemeke giring ji Serhad B. Rênas “Medyaya Kurdî û Medyaya nû” DERKET


barkirin: Nîsan 25, 2014, 12:30


Berhemeke giring û nûjen ya Serhad B. Rênas ji aliyê weşanxaneya Ronahî ve hate weşandin.
Her çend di demên bihûrî de li ser Medyayê û bi taybet medyaya Kurdî gelik tişt hatibin nivîsîn jî di demên dawî de bi pêşketina medya Kurdî ve pir berhemên balkêş li ser Mediayê û bi taybet li ser Media Kurdî nebûn. Ev valatiya di vî warî de bi berhemeke nû ve hate dagirtin.
Rojnamevan û di heman demê de berpirsê torbenda Medyayî ya Kurdî Hawar Net ê Serhad B. Rênas li gorî azmûna xwe ya Medyayê ya salan mijara Medyayê bi giştî û bi taybet ya Kurdî hilgirtiye dest. Berhema ku ji aliyê Serhad B. Rênas ve hatî nivîsîn, ji bo hejmareka zêde Kurdên ku bi medyayê ve mijûlin dê bibe wekî rêberekî azmûnê û karkirinê.

Dazanîna di derbarê derçûna pirtûkê de weha ye.

Pirtûka Serhad B. Rênas “Medyaya Kurdî û Medyaya Nû” derket

Di salên dawî de bandora medyaya civakî û medyaya înternetê di her qadê jiyanê de zêdetir dibe. Serhad B. Rênas bi pirtûka xwe ya bi navê “Medyaya Kurdî û Medyaya Nû” ku ji aliyê weşanxaneya Ronahî ve hate weşandin de girîngî û bandorên vê pergala nû ya medya û ragihandinê ya li ser civaka Kurd û têkoşîna rizgariya Kurdistanê dinirxîne.

Di du beşên pêşîn ên pirtûkê de bi kurtî û bi avayekî giştî dîroka ragihandinê û dîroka medyaya Kurdî tê kirin. Beşa 3’yem a pirtûkê ku wek beşa sereke ya pirtûkê ye bi giranî li ser medyaya nû û înternetê ye.

Di pirtûka “Medyaya Kurdî û Medyaya Nû” de bi taybetî girîngiya înternetê a ji bo Kurdan, pêşveçûn û guherîna pergala medyaya, bandora medyaya sosyal û medyaya înternetê li ser medyaya klasîk û li ser civakê bi giştî û pirsgirêkên sereke ên medyaya Kurdî û ji çareseriya wan pirsgirêkan hin pêşniyarên nivîskarê cîh digrin.

Her wiha di dawiya pirtûkê de di warê peyvên kompîter û înternetê de wek ceribandinek ferhengoka term û têgînên kompîter, înternet û bi giştî yên medyaya nû jî heye.

Serhad B. Rênas ku demek dirêj e di nava medyaya Kurdî de ye bi xwendevanan re hin tecribeyên xwe yên di warê weşangeriya înternetê jî parve kiriye.

Pirtûk di heman demê de pirtûka pêşîn e ya bi Kurdî a bi zaravaya Kurmancî ya li ser medyaya nû û înternetê ye.

http://candname.hk-mg.net/2014/04/pirtuka-serhad-b_4602.html

Ji pêşgotina pirtûkê;

“Kurd derfetên afirandina dewleteke neteweyî a bi şêweya sedsala 20’an ji dest dan. Ji ber vê yekê jî gellek windahiyên dîrokî çêbûn. Qe nebe em îro stratejiyên xwe li gor konsept û rastiyên sedsala 21’an diyar bikin û perspektîfa xwe li gor pêwîstiyan venûbikin. Em dikarin berî yekbûneke fîzîkî, di asta delfetên ku serdema zanyarî û teknolojiyên ragihandinê pêşkeşî me dike yekbûna xwe pêk bînin. Bi riya delfetên pergala nû a navneteweyî û teknolojiyê em têkoşîna xwe ya neteweyî dikarin xurttir bikin û dikarin heta radeyeke girîng di warên ziman, wêje, huner, hilberîna zanyariyê û gelek qadên din de yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin û civaka Kurd a perçe bûyî nêzîkî hev bikin. Her wiha dîsa bi wan delfetan em dikarin zimanê Kurdî bihêz û standartîze bikin û bi Kurdistaneke pêşketî a ser hîmên neteweyî cihê xwe di civaka zanyariyê de bigrin û bi vî avahî jî dîroka xwe bi destê xwe binivsînin û wek netewek pêşketî û mayînde hebûna xwe biparêzin.

Êdî medyaya nû û bi giştî înternet polîtîka, şêweya jiyanê, baziranî, çand û huner, danûstandin, têkîliyên sosyal û hema bêjin her tiştî vediguherîne û bingehên wan dihêjîne. Kurd jixwe bi taybetî ev 200 salin ji ber êrîşên dagirkeran û nebûna dewleteke serbixwe a navendî û pirsgirêkên xwe yên navxweyî ji gelek veguherîn û pêşveçûnan dûr man û “derveyî lîstik”ê man. Niha Kurd dikarin gellek dezavantajên xwe bi saya pergala nû, medyaya nû û înternetê wergerînin avantajê. Ji bo ku Kurd kêmasî û paşdemayîna sedan salan ji holê rakin û xwe bigehînin asta ku li Cîhanê karibin xwedî gotin bin û pêşeroja xwe misoger bikin divê xwe bi taybetmendî, xweserî û bi zimanê xwe di nava teknolojî û medyaya nû de bi stratejiyên aqilene bi cih bikin û di nav civaka zanyariyê ya Cîhanî de cihê xwe bi reng û dengê xwe bigrin. Di heman demê jî li gel wan gavan tedbîrên pêwîst ji ji bo parastina nifşên ji dejenrasyon û bandorên xirab ên vê pergala nû jî bêne girtin. Di serî de organên medyaya Kurdî û karsazên Kurd û dezgehên polîtîk ên Kurdan bi giştî hemû sazî, dezgeh û kesayatiyên Kurd xebatên xwe yên îro û stratejî û plansaziyên xwe yên sibê û pêşerojê li gor vê rastiyê destnîşan bikin. Delfet û firsêndên li pêşiya me, yên dawî ne. ”

Serhad B. Rênas kiye?
Ji navçeya Erxenî a bajarê Amedê ye. Perwerdehiya xwe ya akademîk di zaningeha Dîcleyê li beşa Endezyariya Makîna’yê de qedand.

Yekem car di sala 2001’an de dest bi weşandina hin gotar û helbestên xwe yên Kurdî kir. Piştî sala 2003’an dest bi weşandina lêkolînên xwe kir û gelek rojname, kovar û malperên Kurdî de nivîs, lêkolîn û hûrnêrînên wî hatin weşandin. Di qada medyayê de jî di sala 2005’an de rojnameya dîjîtal Hawar Net’ê damezirand.

Hîn jî wek gerînendeyê berpirsyar a Hawar Net’ê karên xwe didomîne û gotar, lêkolîn û hûrnêrînên wî tên weşandin.

MEDYAYAKURDÎ Û MEDYAYA NÛ
Serhad B. Rênas
Weşanxaneya Ronahî
2014, 235 rûpel
ISBN: 978-605-5855-29-68

Ji bo kirîna pirtûkê hun dikarin bi mere jî peywendî deynin.

[email protected]

dîtin: 625

Pêveker:

berhemeke giring ji serhad b. rênas “medyaya kurdî û medyaya nû” derket