• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Berpirsê PYKS li Serê Kaniyê ji aliyê asayişê ve hate girtin

Berpirsê PYKS li Serê Kaniyê ji aliyê asayişê ve hate girtin


barkirin: Hêzîran 27, 2014, 10:52


Li gorî nûçeya Avestakurd berpirsiyiarê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Bedran Misto ji aliyê Asayişê ve hatiye revandin. Li gorî nûçeyê û daxuyaniyên rayedarên Partiya PYKS Bedran Misto ji aliyê YPG ve gef xwaribû û ji bo ku ji Rojava derbikeve jêre 24 demhijmêr dem hatibû dayîn. Li himber vê yekê Bedran Misto jî daxuyanî dabû û gotibû ku ew dê ji Rojava dernekeve.
Li gorî nûçeya ku îro di Avestakurd de hatî belavkirin Bedran Misto ji aliyê Asayişa ser bi YPG ve Serokê PYKS hatiye revandin. Li gorî hatî diyarkirin ji aliyê encamê Polîtburoya PYKS Fûad Elîko ve jî ev yek hatiye piştrastkirin.

Dihunê Bedran Misto û endamên PYKS ji rûdaw ê re diyar kiribûn ku YPG girtine ser ofîsa wan ya Serê Kaniyê û aleya partiya wan daxistine û ofîs girtine. Piştî arîşeya li ser alê hişyarî ji bo Bedran Misto hatibû dayîn da ku ji Kantona Cizîrê derbikeve.

 

dîtin: 187

Pêveker:

berpirsê pyks li serê kaniyê ji aliyê asayişê ve hate girtin