• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Berpirsiyarê Qatliyama Şengalê kîne?

Berpirsiyarê Qatliyama Şengalê kîne?


nivîskar: Eliyê Koçer
barkirin: Êlûn 3, 2014, 10:55


Diserîde berpirsiyarê vê qatliam û keraseta Şengalê Malbata Berzaniyan, partiya wan KDP ye, YNK e ye, Heraketa Goran û rêvebirê Başurê Kurdîstanê ne. Ez dêhnê xwe didime hin çapemenî û medya kurdan bişêwazeke nepenî KDP ê û malbata Berzaniyan bi tenê rexne û sucdar dikin, Lê her çiqasî gel ê kurd sebebê vê qatlîame Şengalê KDP ê û malbata Berzaniyan dibîne jî, YNK û Heraketa Goran jî wekî malbata Berzaniyan pişka wan divê qatlîamên de heye û sucdarin. Çimku bê dengî tê wateya alîkariye. Heger YNK û heraketa goran ku li pêşberî siyaseta malbata Berzaniyan de, bê deng nemabane û bi şêwazeke biryarî xwedî helwest bane, belkî ev qatliama pêk nehatibane. Ev sê salên şoreşa rojava qediya ye ku gel ê rojava li pêşberî hovên global bi derfetên herî kêm li ber xwe didin, ji devla ku berpirsyar û rêvebirên başurê kurdîstane alîkariya şoreşa rojava bikin, berovajî we ku serkêşiya wê malbata berzaniyan dikişenin dijminahiya gelê rojava dikirin. YNK û Heraketa goran jî wekî ku li hesabên wan dihat, li peşberî van bûyerên ku malbata berzaniyan bi rê ve dibirin bê deng diman. Ji ber van sedeman ez dibejim YNK û Heraketa goran jî wekî malbata berzaniyan sucdarê vê qatlîamê ne. Waxta ku Îşîd ê bajarê Musile dagir kirin, rêvebiren KCK Berzanî û rêvebire başur bi caran hişyar kirin, gotin hey ji Şengelê hebin, Şengal dibin talûkê deye, Şengalê bi parêzin, heger hûn nikaribin Şengalê biparêzin, rê bidin me, em ê werin Şengalê bi parêzin. Malbata Berzaniyan û rêvebire başure kurdîstane, ne bikerî paraztina Şengalê hatin û ne hiştin ku garîlayên HPG/YJSTAR Şengalê bi parêzin. Gelo berpirsiyarê vê qatlîamê kiye, hesabê vê qatlîam û qirkirine Şengalê ki ye bide? Vê qatlîame kurdên Êzîdî yên Şengalê wisa birîneke kur û xedar dimêjî û dilên kurdan de vekir ku bi tu awayî nayê cebirandin û bi sedsalan neyê jibirkirin. Wisa xuyan dike ku hîn jî dile hin rêvebir û berpirsiyarên başurê kurdîstanê li kurdên êzîdî û wan koçberên qampa maxmurê rihat nebûye, bi şêwazeke dijminahî nêzî wan dibin. Yek dikarê bi du sê minakan vêya ji hevudin derxîne û bê çawa bi dijminahî nêzî wan koçberan dibin. Rêxistina tendirûstiyê ya nav NY. dused kon ji koçberên qampa Newroz ê re şandin, bi rojan astengî derxistin jibonî ku ew kon a neçin qampa Newroz ê, sê qamyon derman ê tendirûstiye YNK xwest bişîne qampa Newroz ê, ew qamyonan jî, li bajarê Dohokê bi rojan rawestandin û nehiştin derbasî qampa Newroze bibin. Niha jî bi sedhezaran koçberên Êzîdî û qampa maxmurê li derdora bajarê Zaxo û Dohokê civîyane, ji bilî hin kurdên hestiyar pêve tu kes bi hewara wan ve neçûye, rêvebir û berpirsiyarê başurê Kurdîstanê ji xwe wekî ku tu tiştek nebûye li wan koçberan xwedî dernakevin, qet nikaribin tiştekî jî bikin, ma nikarin her malbatekê du sê koçberan li mala xwe bi cîh bikin. Ya herî balkêş ku bala min di kişand, bangewaziya Yusiv QARA ya, ku berpirsiyarê qampa Şehîd Rustem CUDÎ ye, niha çeka wiya li milê wiye ye û bi şervanên azadi yê re li pêşberî wan hovan di nava şer deye, gazî rêvebire YNK û berpirsiyarê NY. dikir û ji wan re digot; li wan koçberan xwedî derkevin. Bi rêz Yusiv Qara qet gazî malbata berzaniyan nakir û ji wan re negot: li wan koçberan xwedî derkevin, çimku, Yusiv Qara dizanê ku ji sala 1994 an û vir ve heya roja me yî îroyîn malbata Berzaniyan ji wan re tiştek ne kiriye û ji îro pêde jî tiştekî nake.

 

Kîjan roj e be bilabê, wê ew roj werê gel ê kurd hesaban ji berpirsi- yarên vê keraset û qatlîama Şengalê bi pirse, lê îro ne wexta we roj ê ye, her çiqasî berdêla vê keraset û qatlîama Şengalê giranbuha bê jî, didil, mejî û feraseta kurdan de yekbûna kurdan ava bûye û Dewletên dinya yê jî bi şêwazeke dil germî xwe nêzî kurdan dikin, ji alîyê din ve jî Dewletên dagirkerên kurdan bi her awayên xwe ve hawl didin ku dubendiyê têxin navbera kurdan de û kurdan bera hev bidin. Wext, wextê yekbûnê ye, wextê dest hevgirtine ye, wextê alîkarî û berxwedanê ye, wext ne wextê ku îro kurd berê xwe bidin hevudin û xizmetê ji dijminên xwe re bikin. Em kurdên Êzîdî, êş a wan, kîn, gazinc û lomeyên wan li pêşberî paşmergan, malbata berzaniyan û rêvebirê başurê kurdîstanê baş fam dikin û çi bêjin jî mafdarin, lê bila kurdên Êzîdî vêya baş bizanibin ev keraseta ne li kurdên Êzîdî bi tenê hatiye kirin, li hemu kurdan hatiye kirin, tenê xwestaka me ji kurdên Êzîdî jî eve ku ne bi his û ferasetê nêzî vê bûyera Şengalê bibin, bi ruhekî netewî lê binerin û têkevin navan hewldanande. Serok û rêvebirên kurdan jî dive dev ji vê siyaseta xwe yî şaş berdin, bi ruhekî neteweyî hamu gel ê xwe himbez bikin û yekbûna kurdan ava bikin. Dive em vêya baş bizanibin, ku tu kes ji xeynî gel ê kurd pêve nayê xwe diber kurdan de û diber axa kurdîstanê de xwe nadê kuştin.

dîtin: 350

Pêveker:

berpirsiyarê qatliyama Şengalê kîne