• Têketin
  • Ziman
BERXWEDAN !

BERXWEDAN !


nivîskar: Jan Agirî
barkirin: Hêzîran 5, 2019, 12:16


Ji seretayî bo îro BERXWEDAN! 

Mirov çewa ji baxçê jîyanê xwe di avêje nav agirê Hûtînê "bîrên-agir" ev pirs di beşa civaknasî ango sosyolojîyê da mirovên bispûr bi îhtîmalek mezin dibe kû wûsa bersiv bidin;. Rêbaz ango method ji hiş û mejiyê mirovek asayî/normal gelek dûre û şaneyek veşartîyê gîyanî û hestî/manevîye kû weke tiştekî dî hesab û deftera jîyanê ya mirov vêra xwe sazûmanakirîye de cih û navê xwe tuneye û nayêt dîtin û di xwîn û reh/genê her mirovek da Peyda nabe.
Vê pêşbînîkirina civaknasan ya kû ez hest dikim li derûdora vê pênaseya min îşaretkirîbe, wî dêmî dibe babetek "anthropology" ango afirîneriya mejî an mirov bibêje a jêhatinî û lêkolînerîya ser van xalên di hûndrê mirov da veşartîye.
Bi qasî ku ez pê agegdarim gelek caran bi Xêra xandevanên Kurd yên li zankoyên Helênî/yûnanî, ûris/rûsa, inglîz û firansîyan, xandine rast û rast û pir caran jî ji nivîs û lêkolînên wan derketîye holê ku ser dema Medan, Roma, Helênîyan jî Hînd pênase ji bo vê tiştê/a  ku îro ji bo berxwedan tê gotin yên hatine dîtin.

Mijar firehe ji bo kurte nivîsekê, ji bo wê dixwazim rê bi nivîsandina Helwêsta an jî armanca berxwedanê bikîm li gorî dem û Cihê berxwedan lê serîbilind dike.

Di parvekirina erda Kurdistanê bi peymana firansî û îngilîzan ya bi navê du ser serîyên wek Sykes û pico di dawiya şerê qaşo yê 1 an ê cîhanê û şûnda tirk weke miletek ji abazî, Pontos, boşnak, Çerkez, Laz, ermenî û ereban weke perkelek di şev û rojek da ango di hûndrê çend dehsalande  çeq li meydana îro jî bo Tirkiye tê gotin da li ser pîyan çikilandin.
Gîyan û derûna vî miletê ji bo tirk tê gotin ji bi faşîzmê û rasîstîyê tijîkirin.

Rewşa Eraban û eceman ji xwe malûme û tarîxa wan ji hezarê salan û virda em di nasîn kû ne xwedî şexsîyetên hemdem û çandek medenîne.
Nexwe li himber van miletan û desthelatdarên wan berxwedana Kurdan nabe bi rêbaza berxwedana Hindistanîya ya li himber inglîzan be;an ya Îskoçyayê li himber Îngilîzan be.

Ger bi çavê aqil û afirîner mirov li rewşa Berxwedana Kurdan ji bilî ya Kobanê li Rojavayê Kurdistanê û raperîna 1991 an ya Başûrê Kurdistanê mirov qet nikare behsa çû destkeftîyên kurdan yê berxwedana wan ya di hûndrê vê sedsala borî ye da bike.

Êdî bila Aqlê me têra wê bike ku em di vê serdemê de ji zora barbarên tirk, ereb û ecem bibîn an ne şîarê berxwedanê bi tinê dibe heşara xwe ji Rastî yê veşartin ê.

Jan Agirî

dîtin: 23

Pêveker:

berxwedan