• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Berxwedana Cizîra Botan

Berxwedana Cizîra Botan


nivîskar: Elî Roj
barkirin: Êlûn 18, 2015, 5:19


Berxwedana gelê Kurd li bakurê Kurdistanê mîna guloka berfê her ku diçe mezin û fireh dibe. Duh Koban, Efrîn, Serê kaniyê û Hesekê bû îro jî Gever, Nisêbîn, Şirnex, Amed û Cizîra Botan e. Gelê Kurd li hemberî hovîtî û faşizma AKPê û Erdoxan li ber xwe dide. Cizîra Botan îro mîna Kobanê li hemberî Erdoxan û AKPê û hovîtiya wan li ber xwe dide. Li seranserî bakurê Kurdistanê û Turkiya roj bi roj AKPê û Erdoxan hovîtî û faşîzma xwe bê navber li ser gelê Kurd didine meşandin. Ev kiryarên AKPê û Erdoxan li ber çavê cîhanê tevahî tê meşandin û kes ji bona vê hovîtiya AKPê û Erdoxan dengê xwe nakin. Ji bona vê yekê pêwîste ku di serî de gelê Kurd li bakurê Kurdistanê gund bi gund û bajar bi bajar parastina xwe ya civakî avabikin û xwe li hemberî hemû hovîtiya AKPê û Erdoxan û kesên faşîst yên ku li her derî êrîşî gelê Kurd dikin biparêzin. Ji ber vê yekê di serî de pêwîste ciwanên Kurd xwe bi rêxistin bikin û welatê xwe û gelê xwe li hemberî kiryarên AKPê yên hovane biparêzin û li ber xwe bidin. Gelê Kurd wê tucaran ji bona xwe bindestî û koletî nepejirîne. Di serî de berxwedana Cizîra Botan vê yekê dide xuyakirin û gelê kurd bi dengekê bilin ji AKPê û Erdoxan re dibêje em tucaran koletî û bindestiyê napejirînin û heyanî yek ji me hebe em welat û bajarên xwe bernadin û em ê ji bona jiyaneke azad û biromet her tim li ser piyabin û li berxwebidin. Soza gelê Kurd îro li Gever, Şirnex, Silopî, Nisêbîn, Amed û Cizîra Botan warê serhildan û berxwedanê soza azadî û jiyana biromete. Armenca AKPê û Erdoxan ew e ku bi komkojiyan vîna gelê Kurd bişkîne û îro Cizîra Botan warê serhildan û berxwedanê bûye armenca vê hovîtî û faşizma AKPê û Erdoxanê. Lê bile AKPê û Erdoxan baş bizanibe Cizîrê ne bi tenê ye û gelê Kurd wê tucaran xwe radestî serdestî û faşizma Erdoxan neke û wê her tim xwedî li şehîd, Rêber û doza xwe derkeve. Ji bona vê yekê pêwîste ku gelê Kurd ji Silopî, Şirnex, Mardîn û Nisêbîn û Amed berê xwe bidin Cizîra Botan û destê xwe bidin destê Hef ji bona ku dijmin û neyarên gelê Kurd têkbibin. Ji ber ku îro dijmin dixwaze li Cizîra Botan komkojiyekî pêkbîne û sibe yek bi yek dixwaze bajarê Kurdan wêran bike û vîna wî bişkîne. Ji bona vê yekê pêwîste ku her dever mîna Cizîrê serê xwe li hemberî hovîtî û faşîzma AKPê û Erdoxan li ber xwe bide û ji bona gihiştina rojên azad û biromet li ser piyan bin.

dîtin: 226

Pêveker:

berxwedana cizîra botan