• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Berxwedana Sedsalê

Berxwedana Sedsalê


nivîskar: Elî Roj
barkirin: Êlûn 21, 2015, 2:29


Li bajarê şehîdan Kobanê dîrok bi xwîna şehîdan hate xêzkirin, dîroka ji agir û vîna gelê ku bi berxwedana sedsalê di cîhanê de deng veda. Kobanê bajarê ku di serî de ji bona gelê Kurd li Rojava û tevahî Kurdistanê û cîhanê bû navnîşana tekoşîn û şerê rometê. Gav bi gav li ser vê xaka pîroz rojên ne mîna rojan û evsaneyên bêhempa hatin xêzkirin. Li bajarê şehîdan bi hezarê çîrokên berxwedanê û lehengiyê ji cîhanê re bûne mînak û dîrok şahidê vê yekê ye. Îro dema ku em salvegera vê berxwedana dîrokî bi bîr tînin. Em careke din rojên ku tijî berxwedan, rojên tijî tekoşîn, rojên ku mirov nikare wan bi gotinan bi lêv bike hatin jiyankirin. Xwediyê van evsaneyan û xwediyê vê berxwedanê, şehîd, hevalên YPG û YPJê û birkan elfiratin û glê Kobanê yê bi romet e. Ji ber ku li Kobanê ne roj mîna rojan bûn û ne jî şev mîna şevan bûn, gav bi gav her tişt ji nûve li ber çavê mirovan mîna rêze filmekî zindî xwe bi lêv dikir. Jiyan û vîna gelê bi romet ji nû ve dihate çandin, hemû dîmenên şer û berxwedana rometê li ber çavê me û di dilê me her tim zindî ye. Ango li Kobanê şerê jiyan û mirinê bi hev re dimeşe, mirinê dixwest ku bibe serdestê hemû kêliyên jiyanê. Lê jiyana bi romet û azad bi xwîna şehîdan û bi ked û xwîdana gelê Kurd li Kobanê dixwest dawî li jiyana koletî û bindestiyê bîne. Dengê dayikan, hestê zarokan û dengê dilên ku ji bona azadiyê bi hevre lêdide li bajarê şehîdan bilind dibe. Ji heft salî heyanî heftî salî her kes tevlî vê berxwedanê bû û ji bona ku ev berxwedan bi ser bikeve jiyana xwe fedakir. Kesên azadîxwaz û kesên ku dest û dilê wan nexwestin ji Kobanê veqetin berê xwe dane çeperên şer û cengê. Bangîna şehîdan di dilê her mirovekî welatperwer de lêdida. Ji hemû parçên kurdistanê û di serî de ji bakurê Kurdistanê bi sedê ciwanan berê xwe dane bajarê şehîdan û ji bona serkeftina gelê Kurd canê xwe fedakirin. Îro em rojbûna vê roja bi romet bibîrtiîn û îro em rastiya gelê berxwedêr, gelê ku ji cîhanê tevahî re pêşengiya berxwedana rometê li hemberî hovîtiya ku di serî de DAIŞ û AKPê û Erdoxan serkêşiya wê dike. Şerê ku îro gelê Kurd dike şerê hemû mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê pêwîste ku mirovahî tevahî vê berxwedana ku gelê krud li hemberî hêzên tarî û hov dide meşandin bibîne û ji bona serkeftina vî şerî hemû derfetên xwe seferber bike. Serkeftina berxwedana Kobanê serkeftina şoreşa Rojava ye û serkeftina şoreşa Rojava serkeftina şoreşa bakurê Kurdistanê û gelê Kurd e.

dîtin: 291

Pêveker:

berxwedana sedsalê