• Têketin
  • Ziman
Bi video.. Mêrek jina xwe serjê dike

Bi video.. Mêrek jina xwe serjê dike


barkirin: Êlûn 5, 2013, 10:52


Li bajaroka Miryat li qeza Zegerta li Libnanê, mêrek serê jina xwe ya ducanî li malê jê dike û zêrên wê jî didize.

Piştî ku polîs terma Fatma Bekur a bi regez Libnanî û temenê xwe 21 salî, li ser texta wê li odeya xewê ya malê bi serjêkirî hatiye dîtin û di encamên lêkilînan de derket holê ku mêrê Fatmê ku bi regez Libnanî ye û temenê xwe 32 salî ye ew kare encam daye.

Li gor zanyariyên ketine destê polîsên dadê yên Terablusê ku goman li zilamê wê kiriye û piştre jî di lêpirsînê de mêrê wê jinê li xwe mukir hatiye û gotiye ku, şeva berî rûdanê kêşe ketiye navbera wî û jinê de û ew rabûye dest û lingên wê girêdaye û bi kêra mutfaxê ya malê serê wê jêkiriye.

Ji bo ku gomanê nebe ser xwe jî zilam sê gistîlên zêr yên jina xwe biriye û hejmarek pere jî diziye û gencîna malê vekirî hêştiye taku polîs weha hest bikin ku rûdan bi egera diziyê bûye û piştre jî ew çûye ser karê xwe.

Li gor lêkolînan derketiye ku Fatme Bekur ducaniye û di meha xwe ya heftan deye û egera serekî ya şerê navbera Fatmê û zilamê wê de vedigerîne bo kêşeyekî taybet

tawan592013-1

dîtin: 451

Pêveker:

bi video mêrek jina xwe serjê dike