• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Biharistan | Helbest | Seyfedînê Welekorî

Biharistan | Helbest | Seyfedînê Welekorî


barkirin: Gelawêj 11, 2017, 7:53


Biharistana Min
Biharstana welatê min 
her deverên te bûye gul û gulîstan
li rûyê te xwezayî şîn bûye
mêrg û çîmen vebûne 
her alî kulîlkên reng bi reng
gul û nêrgiz şîn bûne
li her deşt û newalan
li her rûbar û berpalan
baxê lalezeran hatine raxistin
sor dikin wek xwîna Cangoriyan!
Kaniyên kenna derbûne
delav delav co bi co
wek rûyê dîlber û gulşenan
her alî ve jê evîn diherike
xunava şevê li ser gerdanê te
bilqok bilqok dibiriqî
meya eşqê diciviya li nav xalên bin guharan
ez ê xwe bavêjim meyxana dile te
bang bikim li saqî
qedehek mey bîne ji xunava gerdenê
vexwim evil heyatê, qedîm bimînim 
li ser rûyê vê dunyê
biharistana min 
stêrk ji ezmanê çevê te dibarîn
hîv ji şerma rûyê te çûbû ava
roj li hemberî bedewiya te  
zer dibû wek şimayê diheliya
bayê qederê serxweş bûbû 
çerxa felekê şikiya bû
çendik û çend milûk û şahînşah 
textê wan wergeriyan 
û taca serê wan ketibû
çend hezar allem hatin,
jiyan li ser parzemîna te û çûn,
çi qas dem borîn, çi qas qirne derbas bûn
tenê Yezdan ma qedîm, 
yek jî tu yê qedîm bimînî heta dawîya dinê!
Baharistana min…

 

dîtin: 75

Pêveker:

seyfedînê welekorî helbestên kurdî wêjeya kurdî