• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bilêvkirina “Em Kurd” çiye?

Bilêvkirina “Em Kurd” çiye?


nivîskar: Çiya Mazî
barkirin: Êlûn 17, 2014, 9:41


Ez ji heçî peyvên ku bi “em kurd wisa …” dest pê dikin û wisa dom dikin zivêr dibim; “em kurd xayinên miletê xwe ne, em kurd ji hevdû re zikreş in, em kurd nizanin siyasetê bikin, em kurd hesûd in, em kurd hê negihiştine asta nizanim çi, em kurd serxwebûnê naxwazin, em kurd serxwebûnê dixwazin, em kurd ji ezmanan hatine, em kurd melek in, em kurd iblîs in, em kurd qehreman in, em kurd belengaz in, em kurd bindest in, em serdest in, helbestvanên me kurdan wisa, romannûsên me kurdan wisa nin û filan û bêvan”. Ez van peyv û hevokana dibînim dibehecim bi rastî.

Dema ku dibêjin ’em kurd’, heke çend milyon kurd hebin hemî dikevin nava wê ’em’ ê. Ji başûr bigre heta bakur, ji rojava bigire heta rojhilat, ji Awustralya bigre heta Sibîrya, ji Siûdî bigire heta Îngilîstan, çiqas kurd hebin dikevin nava vê ’em’ ê.

Dema ku bibêje ” em kurd xayînin, em xayînê miletê xwe ne”, wê demê ji Baba Tahirê Uryan û Ehmedê Xanî bigire heta Cegerxwîn, Mîr Celadet û Hesenê Metê, ji Xanoyê Çengzêrîn bigire heta Egît û Fehman Huseyîn, ji Bedirxan Paşa bigire Heta Mustafa Berzanî û heta Selhattin Demîrtaş hemî dibin xayîn. Ku ji siyasetmedarekî hez neke hemiyan dixe rêzê. Ku ji romaneke kurdî an şêwazek romanê hez neke hemî romannûsên kurd dixe heman rêzê û topbaran dike û dibêje “romannûsên me”. Ji bo helbestên kurdî û cûreyên din jî heman tişt derdikeve holê.

Peyva “em” ê dibe giştî; nahêle yê baş, mirovê baş, helbestvanê baş, romanûsê baş yên kurd bêhnê bistîne û xuya bibe. Ev peyv û ew nêrîn wan jî difetisîne. Piştî wê jî ev peyv dibe kevneşopî û belav dibe, heta zarokên dehsalî jî dikare bibêje “em kurd xayînê miletê xwe ne”. Û biçûkxistina siyasetmedar hemiyan bi hev re an jî ya pirtûk û ramanên kurdî ya bi tevahî, ji yê 10-15 salî re dibe hiş û hişmendî.

Gelo çima ev peyv wisa tê bilêvkirin? Ez hinekî li gor xwe rave bikim.

Yek jê, ev pirs an jî peyva “em kurd wisa ne”, ji alî edebî dixwaze rexneyê bike. Wekî ku bibêje “kurd wisa ne, lê ne hûn tenê ez jî di nav de” ango dixwaze bi narînî rexneyê bike lê xwe jî dixe nav ji bo ku yê himber wî/wê nexeyîde.

Ya duduyan jî quretiya ji dema feodalî de maye ye ango kevneşopî ye. Ew jî mirovên qurre û axa û bi hişmendiya feodalî, her tim henekê xwe bi mirovan dikin û dipeyîvin. Ku silavê li yekî dikin jî dibêjin “selamun eleykum, ma tu çima wisa serê xwe berjêr dikî law?” pê re jî dikene tabî. Bi vê peyva xwe ya “serberjêrî”yê, dixwaze bibêje ku, tu ne mirovekî bi şeref î, tu serberjêr î, tu ji nebaşiya xwe fedî dikî loma tu nikarî li çavê min binêrî. Tabî pê re tê wê wateyê ku “tu ne mirovekî bi şeref î, ez bi şeref im”. Têkiliya wê qurretiyê herhal bi têgihên Freud heye û bi fikrên di çiruskîzma Rênas Jiyan de jî heye û teqez têkiliya vê yekê biçûkdîtinê re jî heye dibêjim. Hinekî narsîzm jî xuya dibe. Û pir pir pêşdeçûna wê jî diçe nîjadperestî an jî nîjadbiçûkdîtinê. Hestê xwekêmdîtinê an jî xwe bilindkirinê ye belkî jî. Axir bersiva felsefevanan heye tabî ji bo vê yekê.

Xuya ye ku di mirovên hemdem, yê niha jî ev cure biçûkxistina kesan û pê re bilindkirina xwe heye. An jî bi bilinddîtina kesên derve re biçûkxistina kesê nêzî xwe. Ev jî tê wê wateya ku dixwaze esil xwe mezin bike, esil dixwaze ew bi ser keve. Ego.

Ji ber wê yekê jî dema ku dibêje “em kurd nebaş in” belkî jî esil dibêje, “kurd hemî nebaş in, lê ez baş im, hûn guh li min bikin.” Lê ya ku ew dibêje jî ango “ez”a wî jî ne ya wî ye, dema mînakê dide, ew mînaka yê baş, yekî biyan e, ew egoya ku tewafî wê dibe ew e, a zaneyên biyan e. Xwezîka fikra wî bûya û bigota wekî kurdekî ez wisa difikirim. Ew tune. Dibêje filankes wisa gotiye, filan nivîskarî (yê biyan tabî) wisa gotiye. Lê ew çi dibêje? Tune. Yên kurdan çi dibêjin, çi gotine qet ne li ser bala wî û ne di bîra wî de ye. Ew bi xwe zatî tiştekî nabêje, berdevk e.

Her tim çavê wî li mirovên navdar yê derveyî kurdan e. Ku ewê navdar tiştekî bike an têgihekê biafirîne dikare hezar pesnê wî bide û hew dimîne dikare xwe bike qurbana wî. Lê ku mirovekî kurd nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar têgihekê derxe holê, peyveke nû ku kesî nebihîstibe, pê re henekê xwe pê dike “ih… em kurd wisa ne ha, ma tiştê wisa dibe? Li dinyayê tiştekî wisa heye ku kurd dibêjin?” Hay jê heye ku mirovên dinyayê hemî dikarin têgihan peyvan biafirînin lê kurd nikarin. Mirovên hemî dinyayê, zanyar û serokên civakên dinyayê, wekî Lenîn wekî Mao, wekî Gandhî, wekî Machiavelli, Diderot, Rousseau, Fichte û Hegel dikarin projeyên civakî biafirînin lê ne ji heddê kurdan e ku nêzî vana bibin an jî rexne bikin. Cengîz Çandar, Şerîf Mardîn, Gunduz Vasaf dikarin têgihên civakî biafirînin wekî “Pêkûtiya taxê (mahalle baskısı)”, lê ne di heddê kurdan de ye. Ne heddê Îrfan Amîda ye, ne heddê Samî tan e, ne yê Bextiyar Elî ye, ne yê Sebrî Silêvanî ye, ne yê Helîm Yûsiv, Ehmed Huseynî û Ali Gurdîlî ye. Ma yê bi kurdî dinivîsin dikarin têgihan biafirînin? Ma Rênas Jiyan kî ye ku navê ekolekê bavêje holê? Kî ye canim Berken Berreh em qet jê fêm nakin? Ma Turgut Ûyar hebe Arejen Arî kî ye? Nivîsên Ahmet Hakan hebe ez dê yê bi dehan melper û kovarên kurdî çi bikim jê? Encax projeyên ku di quncikên tirkî de pere bike, encax têgihên ku Alî bûlaç bala min bikişîne di nivîsa kurdî de, têgih jî tune ye wekî gellek tiştên “me”.

Xweserî çiye? Azadî û serxwebûna çi bavê min? Malneketno berî ku lêkolînê li ser têgiheke wekî “Aboriya demokratîk” bikin, tenê bi wê ezber û rika di hundurê xwe de pêşî dev davêje peyvê tenê, ji ber ku zane kê ango yê ku jê hez nake gotiye û hemû eyb û sixêfan li serê wê têgihê dibarîne. Qet hewceyî nivîsandina gotareke ku rê veke an jî nivîsandina şaşî û başiya wê bibêje û fikrên xwe derxe holê nabîne, tenê bi hestiyarî tevdigere û davêje ser sergo. Yanî dibêje, ev çi be jî ne karê kurdan e, kurd ancax bi tahfdan û rêberxistina hinekên derve projeyên civakî biafirînin.

Ev cûre tevger û fikir li ba hinek mirovên kurd hene tabî girseyek biçûk e ku naxwazin yê himber wî an jî rikberê wî bi ser keve an jî tiştekî nû çêbike. Girse an jî grubên siyasî yên wisa di nava kurdan de hindik in hilbet, lê hişê mirovan tevlihev dikin. Û yên ku bi rastî rexneyên zanistî û ji bo duristkirina rewşê, raveyên xwe dikin jî henin tabî. Lê bi piranî rexne tenê wekî henekpêkirin be, tenê têgih tên bilêvkirin û li dora wê tê gerandin.

Ev bilêvkirina peyvê hilbet li nav gellek welatên dinyayê heye tabî, ne li nava kurdan tenê û ne ku hinek mirovên kurd tenê wisa bilêv dikin. Di vê derê de jî xeletiyek carinan derdikeve holê. Xeletî an projeyek çê dibe dibêjin qey kurd tenê vê dikin. Mînak siyasetmedarekî kurd ji bo hevdîtinê û dîplomasiyê biçe ba dijminê xwe an dagirkerê axa xwe, ev eyb û xayîntî tê dîtin, lê belê ji bîr dike ku li her derê dinyayê ev cure diplomasî heye. Dema ku dibe kurd ji hinekan re ecêb tê.

Ev cûre tevger û fikir ku ne xwe biçûkdîtin be, çi ye? Ev ne biçûkdîtina kurdan be, çi ye? Kîjan demê bi wan kesên (hinek kes) ku dibêjin “em kurd” dê karibin ji bo rexneyên xwe hînî peyvên “hinek kurd, kurdek, çend kurd an jî grubek kurd, beşek kurd” bibin. Ji bo vê yekê jî dem lazim e qey.

 

dîtin: 340

Pêveker:

bilêvkirina “em kurd” çiye?