• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bitcoin beriya sersalê pir zû dadikeve û bilind dibe

Bitcoin beriya sersalê pir zû dadikeve û bilind dibe


barkirin: Sermawêz 24, 2017, 2:50


Bitcoin dirafên digîtal an ku yên torê, berbi sersalê ve serî li xwedanê Bîtcoina zîvirand û pir zû daket û bilind bû.

Dirafên digîtal di van salên dawî de rojeva cîhanê, di warê aboriya pêşerojê de dadigre û gelek sermest pey xwe xistine. Li gorî gelek bisporan wekî xefkeke têkdana jiyana mirovan bête şirovekirin jî, bi lez dikeve nav aboriya cîhanê û hêdî hêdî ji aliyê dewletan ve jî êdî dikeve rojevê, da bikar bête anîn.

Bitcoina ku bingehê wê di sala 2008 ê ji aliyê torvanê japonî Satoşî Nakamoto ve hatî avêtin li gorî jimara îro 223 milyar 196 milyon nirxê xwe yê bazarê heye.

 

Nirxê Bitcoinê di 18 ê vê mihê de gihişte 19.117 dolarî. Ev bilindbûna Bitcoinê weznên aborî û aborîsazan li bin guhê hev xistin. Ji ber bêhtir kesên xwedanê bitcoina, ewkesin yên bi Computeran ve mijûl dibin û di dema xwede gelek bitcoin dane hev.

Di van herdu rojên dawî de Bitcoin daketin.  Vê kêliyê bi 13 hezar û 316 dolarî ye. Hîna jî sedî -12.21 dadikeve. Lê belê li gorî bisporan ev daketina Bitcoinê ya beriya sersalê ji bo dafdana mirovane da ku bitcoina bikirin û bêhtir têkevin nava kirîna coinan an ku pereyên digital de.

Li gel Bitcoina nêzîkî 1500 cûreyên dîtir yên pereyên torê hene û evana jî vê kêliyê dadikevin. Dema herî guncaw ji bo kirîna pereyên pêşerojê ev rojin. Wisan diyar dike ku dê di sala nû de teqandineke mezin di van dirafan de çêbibe û tê hêvîkirin Bitcoin xwe bighîne 400 hezar dolarî.


Pereyên digîtal yên li pey Bitcoinê tên û di nava 10 ên destpêkê de cih digrin.
Ethereum:  vê gavê, 656,12 Dolar
Bitcoin Cash: vê gavê, 2.754,86 Dolar
Ripple : vê gavê, 0,962 Dolar
Litecoin: vê gavê, 364,27 Dolar
Cardano: vê gavê 0.37 Dolar
IOTA: vê gavê, 3.28 Dolar
Dash: Vê gavê, 1.142 Dolar
NEM: Vê gavê, 0.92 dolar
Bitcoin Gold: vê gavê, 300.21 Dolar

 

BITCOIN ÇI YE?, Û KENGÎ DERKETIYE? Hemî zanyarî di gotara Agirî Soran de



dîtin: 105

Pêveker:

bitcoin kurd pere diraf digîtal