• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bûldan: Qendîl ji hikûmetê dixwaze bingeheke qanûnî amade bike

Bûldan: Qendîl ji hikûmetê dixwaze bingeheke qanûnî amade bike


barkirin: Gelarêzan 17, 2013, 6:56


Cîgira Serokê Koma BDP’ê Pervîn Bûldan, Îdrîs Baluken û parlamenterê HDP Sirri Sureyya Onder doh çûne serdana Qendîlê. Pervîn Buldan der barê hevdîtinên li Qendîlê daxuyand ku rêveberiyên KCK’ê gotiye ku ew pabendê danezana Rêberê PKK Abdullah Ocalan a di Newroza li Amedê de hatiye xwendinine. Bûldan got, “Di hevdîtinê de, ji bo rêveçûna pêvajoyê gavên divê hikûmet biavêjin hatin destnîşankirin û ji hikûmetê xwestin ku ji bo Ocalan rola xwe ya meşandina muzakereyan bicih bîne, bingeha qanûnî ava bike.”

Cîgira Serokê Koma BDP’ê Pervîn Bûldan ku pêr bi parlamenter Îdrîs Balûken û Alîkarê Hevserokên HDP’ê Sirri Sureyya Onder re çû Qendîlê ragihand, ku hevdîtina bi rayedarên KCK’ê re gelekî erênî derbas bûye.

Li ger nûçeya ANF’ê Bûldan gotiye ku rêveberên KCK’ê diyar kirine ku di mijara “pêvajoya çareserî û aştiyê” de ew pabendê danezana Newrozê ya Ocalan in û pêvajoyê dewam dikin. Bûldan gotiye, “Di hevdîtinê de, ji bo rêveçûna pêvajoyê gavên divê hikûmet biavêje hat rojevê û hat destnîşankirin ku ji bo Ocalan karibe rola xwe ya meşandina muzakereyan bicih bîne, bingeha qanûnî bê avakirin. Beriya niha jî me notên hevdîtinê yên bi Birêz Ocalan re weke raporekê pêşkêşî wan kirin. Haya wan ji nêrîna Birêz Ocalan hebû. Em li ser gelek mijaran axivîn. Ji bo em ji Birêz Ocalan re ragihînin nameyeke nivîskî nedan me. Lê belê ji me xwestin ku em nêrînên wan bi awayekî devkî ragihînin. Bi awayekî giştî, hevdîtineke erênî pêk hat.”

Nûçe dibêje Bûldan daye xuyakirin ku di serdanên wan ên beriya niha de Herêma Kurdistana Federal alîkarî dida wan, lê belê vê carê yekemcar astengî derketiye pêşiya wan.

Jêder ANF

dîtin: 260

Pêveker:

bûldan qendîl ji hikûmetê dixwaze bingeheke qanûnî amade bike