• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Çalakvaneke kurd li Almanyayê hate qetil kirin

Çalakvaneke kurd li Almanyayê hate qetil kirin


barkirin: Rezber 6, 2015, 12:11


Çalakvanekene Kurd û dilxwaza hevkariya penaberên Rojhilata Navîn ji aliyê malbata xwe li Almanyayê hate kuştin.
image

Ligor Ajansa NNSROJ, keçeke Kurd ya xelkê Rojavayê Kurdistanê, bi navê Rukstan Melek roja pêncşemê (1’ê Cotmehê) ji aliyê malbata xwe ve li bajarê Dessau Mecklenburgê hate qetil kirin.

Hêzên polîs yên Almanyayê piştî agahdar bûn ji wenda bûna Rukstanê, dest bi lêkolînan kirine û piştî 12 demjimêran, cenazeyê di xwînê mayî yê vê keça Kurd di baxçeyê mala wan de peyda dikin.
image

Ligor raporta polîsan Rekstan bi çeqoya baxevaniyê hatiye qetil kirin.

Rukstan Melek (20) û xelkê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bû. Navbirî du sal berê û bi riya qaçax xwe gihandibû Almanyayê û tevî malbata xwe li bajarê Dessau a eyaleta -(Saxony-Anhalt) dima.
image

Ligor daxuyaniya Dozgerê Giştî yê bajêr, sedema kuştina vê keça Kurd pirsgirêkên malbatî û kulturî bûye û bikuj xizmên Ruksanê bûne. Tevî ku bavê Ruksanê ji aliyê polîsan ve hatiye binçav kriin lê heya niha bikuj yan bikujên wê nehatine girtin.

Ligor zanyariyên NNSROJ’ê ev keça ciwan beriya kuştinê ji ber gefa derdorê çûye navendeke piştevaniya jinan û roja pêncşemiyê ji bo hevdîtina bi malbata xwe re çûye Desawê.
image

Hêjayî gotinê ye kuştina Rukstanê yekemîn mînaka qetlên namûsî li Ewrûpayê nine û her sal gele raport derbarê qetil kirin û tundû tîjiya dijî jinan di nava civakên penaber li ewrûpayê têne weşandin.

dîtin: 341

Pêveker:

Çalakvaneke kurd li almanyayê hate qetil kirin