• Têketin
  • Ziman
Careke din merheba!

Careke din merheba!


nivîskar: Şêxmûs Sefer
barkirin: Sermawêz 3, 2013, 5:49


Careke din merheba!
Ev demeke jiber kar û barên PENa Kurd min hinekî navber dabû nivîsandinê. Xuyaye emê carê li vê quncikê slavekê bidin hev û hin nerîn û azmûnên xwe bihevre parve bikin.
Jibo vê derfetê jî ez spasdarê edîtorê Rewanbêjê me. Ez bawerim jibo herkesî nebe jî gelek kes di nivîsên xwe yê yekem de difikirin ‘gelo ez çi binivîsim’. Hefteyek berê gava ez ji Swîsreyê vegeriyam Helîm Yusif ji min re got; tu çima li ser gera xwe nanivîse. Ez bawerim Helîm min ji derdê nivîsa yekem xelas kir.
PENa navneteweyî her sal di 15 ê mijdarê de çalakiyekê jibo nivîskarên di girtîgehande lidardixe. PENa Swîsrî ya Almanîaxev jî îsal ev çalakî jibo nivîskar û zimanê Kurdî veqetandibû. Berî ez derbasî vê mijarê bibim divê ez hin agahiyên kurt bidim. Swîsre nufûsa wê nêzî 8 milyona ye û çar zimanên fermî (almanî,frensewî, îtalî û romenî) lê tê axaftin. Tiştekî balkêşe nufûsa Romenan li wir 60 hezare û zimanê wan fermiye. Gava mirov li Kurdistanê dinere û bi wan welatan re tîne berhev nizane bê wê çi bêje.
Ji bo çalakiyê ez û Serokê Komiyeta Nivîskarên Zindanê ya PENa Kurd Îrfan Babaoglu em herdû bihevre hatibûn vexwendin. Ji saeta em gihiştin wir heta em ji wir veqetiyan rêvebirê PENa Swîsreyê û dostê hêja Yusuf Yesiloz hergav bi me re bû. Bi rastî keda wî ya herdû çalakiyan hêjayî gotinê bû.
Çalakiya me ya yekem li Baselê li mala LîteratuerHousê hatibû organîzekirin. Ez bêtir li ser qedexebûna zimanê Kurdî, dîroka wê û encamên wê yê îroj li ser civakê sekinîm û Îrfan jî bêtir li ser rewşa nivîskarên girtî û tecrubeyên xwe yên di girtîgehê de û azmûnên xwe yê nivîsandinê kir. Cara ewil li wir min helbestên xwe bi zimanekî biyanî gohdar kir. Yek ji PENa Swîsrî helbestên me yên wergerandibûn almanî dixwend. Tecrubeyeke xweş bû.
Piştî bername qediya me şorbeya xwe ya kundira vexwar û em hatin Zûrihê. Divê navberê de bêjim şorbeya wan ya kundira navdar e. Nivîskar Hasan Huseyin Deniz piştî vexwar biryara xwe da ku gava vegere malê wê şorbeya kundira çêbike. Kesên venexwaribe bila tahma şorba nîskê ya bi rûnê malê hatiye çêkirin bîne bîra xwe û bi taybet jî ya berê li ser sobê dihate kelandin.
Me ji xwe re kiriye wekî adetekê ku em wekî PENa Kurd biçin kîjan welatî heta ji destê me tê em diçin saziyên Kurdan yê li Ewrûpa jî digerin. Li Baselê jî em çûn sazî û dezgehên Kurdan û danûstendinê me çêbûn. Herçiqas di çûyina me ya Kongreya PENa Navneteweyî ya li İzlandayê lidarketibû tu saziyê Kurdan li wir tunebû jî me Kurdekî Rojhilat li wir dît û me jê xwe daxwaz û rica kir ku piştî 12 sala biçe Rojhilat û diya xwe bibîne qet nebe. Ez bawerim li Ewrûpa herî kêm Kurd li wir hene jiber nûfûsa wê ji 400 hezar kesî kêmtire û îroj min di rojnameyekê de xwend ku di dîroka İzlandayê de care yekeme ku miroveke bi çeka polisa hatiye hatiye kuştin û ji malbata wî lêborîn hatiye xwestin.
Çalakiya me ya duyem jî roja din li Zurihê hate lidarxistin. Berî çalakiyê em wekî PENa Kurd bûn mêvanê PENa Swîsreyê û me bihevre xwarinek xwar. Di xwarinê bêtir em li ser xebatên PENa Navneteweyî û xebatên ku em dixwazin dinavbera hev de bikin em peyivîn. Rêvebirên wan daxwaza hatina Kurdistanê kirin û me jî kêfxweşiya xwe anî ziman.
Çalakiya me ya Swîsreyê ji Baselê xurttir û baştir derbas bû. Nivîskarên Alman, weşangerên wan, bernemaçêkerên tv yan û gelek Kurdên ku li Zurihê dijiyan hatibûn gohdariya me. Hejmareke baş jî ji xwendekarên Kurd yê li wir dijîn hatibûn. Helbestên me li wir jî ji aliyê serokê PENa Swîsrî ve hate xwendin û hêma û forma helbesta kurdî di çepikên wan de diyarbû ku pir hatibû ecibandin. Di herdû rûniştinên me de jî gelek pirs hebûn ku mijarên di derheqê Kurdan de bala wan dikişandin. Heta ji me hat me zanebûnên xwe bi wan re parve kir û jiber vê çalakî û naskirinê wan jî kêfxweşiyên xwe anîn ziman. Hêvî dikim rojekê emê wan jî karibin li welatê xwe bikin mêvan û bikin ew bi çavên xwe rastiya civaka me bibînin.
Piştî sê rojên Swîsreyê ez çûm Viyanayê cem xûşka xwe û ji wir jî çûm cem nivîskarê hêja Celîlê Celîl. Celilê Celîl bi navê ‘Enstituya Kurdzaniyê’ avahiyeke du qat avakiriye. Bi rastî heta min wir dît ez helakbûm. Li bajarokeke Viyana û dinav dar û deviyan de cihekî pir xweş…
Di sala 2005 de dest bi çêkirina avahiyê kiriye û di 2007 an de jî destbi xebata xwe kiriye. Celîlê Celîl bêtir li ser ziman û folklora Kurdî xebatê xwe dide meşandin. Di pirtûkxaneya wî de 20.000 pirtûkên kurdî û li ser Kurdan heye û mixabin aleqeyeke mezin ku mamoste fikiriye heta anha nebûye. Ew jî li ser pêşeroja zimanê Kurdî bifikar bû. Piştî sohbeteke çend saetan min xatirê xwe jê xwest û jibo careke din min soza pirtûkên Kurdî da yê ku bi xwe re ji pirtûkxaneyê re bibim.
Hêvî dikim em qedr û qiymetên mirovên wisa jî zanibin. Ez bawerim eger em çiqas qedir bidin zimanê xwe wê mirovên wisa jî di çavê me de ewqas bi qiymet be!

dîtin: 613

Pêveker:

careke din merheba