• Têketin
  • Ziman
Catherine Ashton; Herêma Kurdistanê devereke mînake

Catherine Ashton; Herêma Kurdistanê devereke mînake


barkirin: Rêbendan 25, 2014, 3:09


Berpirsa Karûbarên Derve ya Yekîtiya Ewropayê, Catherine Ashton ragihand ku ezmûna Herêma Kurdistanê mînakek ciwane ya ramiyê ye û daxwaz ji welatên cîhanê kir ku girîngiyrkr zêde bidin wê herêmê.

Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de bo rojnamevanan, Berprisa Têkeliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Catherine Ashton got: “Ew aşitî û aramiya ku li Herêma Kurdistanê heye mînakak ciwan” û daxwaz ji welatên cîhanê kir ku “Giringiyê bi herêma Kurdistanê bidin.”

Aşton aşkere kir ku “Civata Karûbarên Derve ya Yekîtiya Ewropayê di gotûbêjên xwe yên meha Sibatê de pêşniyar ji berpirs û serkirdeyên Îraqê kiriye, ku ji bona parastina aşitî û aramiyê li Îraqê lihev bicivin û lihev bikin” herwiha got ku “Pêwîste aşitiya niştimnaî di ser milmilanên sisyasî re be.”

Catherine Ashton amaje kir ku, hemwelatiyên Îraqê aşitî û aramiyê dixwazin û daxwaz dikin ku, Yekîtiya Ewropayê alîkariya wan bike û wiha domand: ”Têkçûna rewşa ewlehiyê, gendelî û nebûna mafê parastina kompaniyan sedemên serkene ku  hilbirîn û sermayerazandin li Îraqê paşbikeve.”

Berpirsa Karûbarên Derve ya Yekîtiya Ewropayê da zanîn jî ku “Kirîza navxwe ya Sûriyê bandor li ser zêdebûna şidetê li Îraqê û têkçûn arewşa emnî li Îraqê kiriye.”

Herwiha Catherine Ashton got: “Yekêtiya Ewropayê 21 milyon Euro di nava sala 2012-2013ê de ji bo penaberên surî û yên li herêma Kurdistanê dabînkirine.”

Jêder: Rudaw
dîtin: 382

Pêveker:

catherine ashton herêma kurdistanê devereke mînake