• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Cathrine Ashton: Rêjîma Sûriyê çekên kîmyayî bikar aniye.

Cathrine Ashton: Rêjîma Sûriyê çekên kîmyayî bikar aniye.


barkirin: Êlûn 7, 2013, 5:20


Berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpa (YE) Cathrine Ashton diyar kir ku rêjîma Sûriyê çekên kîmyayî li dijî sivîlan bikar aniye û divê civaka navdewletî li hember vê yekê bêdeng nemîne.

Li gorî ajansên nûçeyan, Cathrine Ashton îro (07.09.2013) piştî civîna nefermî ya wezîrên derve yên welatên endamên YE ragihand, li gorî gelek agahiyên ku ji jêderên cur bi cur gihîştine destê wan bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê piştrast dike û berpirsiyarê vê yekê jî rêjîma Sûriyê ye çimkî tenê rêjîm dikare vê yekê bike û tenê derfetên vê yekê di destê rêjîmê de hene.

Berpirsa siyaseta derve ya YE destnîşan kir ku nabe civaka navdewletî li hember bûyera ku di encamê de bi sedan jin û zarok û xelkê sivîl hatine kuştin, bêdeng bimîne û wiha got: “Ji ber wê jî divê bersivek tund li hember sûcên wiha bê dayîn.”

Cathrine Ashton her wiha piştgiriya xwe li hember helwesta Fransa derbarê mudaxeleya serbazî li dijî rêjîma Sûriyê de nîşan da û ragihand, divê li benda encamên rapora NY li ser bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê bin.

dîtin: 190

Pêveker:

cathrine ashton rêjîma sûriyê çekên kîmyayî bikar aniye