• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Çavên Hibrî | Helbest | Abdullah Yavuz

Çavên Hibrî | Helbest | Abdullah Yavuz


barkirin: Gelawêj 9, 2017, 7:53


Her mêhvan e li min hesret
Ne hêz maye ne jî taqet
Dûrî te me dûr im ji welat
Nabore li min zeman û wext

Xerîb û dilmeset û jar im
Dem zivistan ez bêwar im
Hesret û berf tev dibare
Ez bi hêsirên xwe nikarim

Şev ranazê tim şiyar e
Hesreta te nobedar e
Ka carek halè min bipirse
Xayîn ji berbangê sar e

Ev bajar bi min re digirî
Li ser çavên te yên hibrî
Hesret maye eva dila
Li bejn û balê çav û birî

dîtin: 179

Pêveker:

helbest helbestên kurdî wêje abdullah yavuz