• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Cejna Sersalê, Newrozê û hin bîr û baweriyên Kurdên Rojava yên kevin û nû

Cejna Sersalê, Newrozê û hin bîr û baweriyên Kurdên Rojava yên kevin û nû


nivîskar: Konê Reş
barkirin: Befranbar 29, 2015, 1:09


Ji berî pêlekê ve ye ku ez di sersal, cejin û bîr û baweriyên gelê kurd de li Rojava diponijim, dipirsim û dixepêrim. Di vê lêgerînê de, min ji gelek kalemêr, pîrejin û rîhsipiyan pirisiye û wiha ez pêrgî gelek irf û adetên gelê xwe yên ku bi sersalê û cejnan ve girêdayî ne hatime, bi min xweş e ku hina ji wan, raxînim ber çavan.

Wek ku diyare gelê kurd ji hezarê salan ve, ji heyamê Somerî, Babilî û Aşûryan ve di nav xaka Kurdistanê û Mezopotamiyayê de jiyana xwe derbas dike.. Di nav çiya, gelî, deşt û newalên wan de şaristaniya xwe pêş ve biriye, zimanê xwe pêşxistiye û li gor xweristiya Kurdistanê bûye xwedî gelek bîr û bawerî.. Ji wan bîr û baweriyan; naskirina gera çerxa felekê, naskirina dawiya sala kevin û destpêka salek nû û di encam de ku guherîna bingehîn a salê de, di dawiya meha adarê û destpêka meha nîsanê de ye û di vê meha dawî (nîsanê) de sal xwe nû dike, dizê û salek nû dest bi gera çerxa xwe dike.

Heyva Nîsanê û Serê Sala Nû:

Ji wê çaxê ve, gelê kurd di meha nîsanê de, bi ahengên kêf û şahiyê pêşwaziya sala nû kirine û wiha ta roja îro ew pêşwazî bi sala nû di vê heyvê de têne kirin, lê bi tenê kurdên Êzidî ne yên ku wê pêşwaziyê bi aheng dikin. Ji ber ku piraniya kurdan roja îro bûne misilman, êdî nema wek birayên xwe yên ku Êzidî mane, wê sersalê divejînin. Erê ew kurdên ku bûne misilman, bi tenê wê sersalê bi navê (Çarşemba Reş), bibîr tînin.. Bê ku pêşwaziya wê bi kêf û şahî, wek heyamê berê bikin, vajî wê kêf û şahiyê, bi tirs û reşbînî pêşwaziya wê dikin û di roja wê de ji hev re dibêjin; Xwedê me jê bistirîne anku ji Çarşemba Reş.. Hem jî, kes di vê rojê de naçe karê xwe, piraniya xelkê di vê rojê de derdikevin çolê, dervî malên xwe û xwarina xwe bi xwe re dibin.. Hem jî xelk di vê rojê de newêrin şerê hev bikin an pev biçinin..

Sebaretî gotina Nîsanê, di baweriya min de ev gotin, ji gotina (Nûzan)ê hatiye girtin, anku sala ku xak têde dizê, ji nû şîn dibe, xwe divejîne û tiştek xwe di bin xakê de veşartî nahêle.. Yanî sala nû, anku SERSAL. Hem jî dibe ku ji gotina (Nûsal)ê hatibe der, anku sala nû. Û Ev gotin jî ji du peyva ye; Nû û sal e. Gotina (Nûsal) bi demê re bûye (Nîsan), wek gotina (Nûşan) ku bi demê re bûye (Nîşan), û gotina (Nûzar) ku ew jî bi demê re bûye (Nîzar).. Û her wiha gelek caran di zimanê Kurdî de (N û L) û (S û Z), bi hev têne guhertin.. Wek gotina (Mal), dema em dibêjin (Xan û Man), lê ew bi koka xwe (Mal)e ne (Man)e.. Meha (Avdarê) jî bûye (Adar û Azar), ew jî tîp li şûn hev hatine guhertin. Di encamê vê yekê de dibêjim ku navê nîsanê ji nûzanê hatiye girtin, bêtir ku ji gotina nûsalê be.

Çarşemba Sor û Reş:

Di heyva nîsanê de, roja ku serê sala nû têde dihat pêşwazî kirin – hêjî kurdên Êzidî pêşwaziya wê dikin – roja çarşembê bû. Çarşamba pêşî ji serê heyva nîsanê, li gor hesabê rojhilatê. Û ji wê çarşembê re digotin û dibêjin (Çarşemba Sor). Lê, di sala 639an de dema ku misilmantî hatiye Kurdistanê û gelek ji kurdan bûne misilman, çi bi xweşî û çi darê zorê, wê misilmantiyê ev cejna sersalê a (Çarşemba Sor) qedexe kiriye û da ku vê cejnê li ber çavê xelkên Kurdistanê reş bike, bi mebest, navê wê guhertiye kiriye (Çarşemba Reş).

Roja îro, di nav kurdên Rojava yên Êzidî de, pêşwaziya sala nû di Çarşemba Sor de bi ahengên kêf û şahiyê tê kirin, belê di nav kurdên misilman de, bi navê Çarşemba Reş tê naskirin û bi çavê tirsê ku rojek qidoş û nebaş tê pêşwazî kirin. Hem jî, kes di vê rojê de naçe karê xwe, bêtir xelkên gundan xwarina xwe bi xwe re dibin seyranan û derdikevin çolê, dervî malan. Di wê rojê de jî, xelk newêrin şer bikin an pev biçinin ji tirsa ku rojek qidoş e.. Belê ev adet jî hin bi hin kêm dibe û li ber mirin û nemayê ye.

Sersala Kurmancî:

Ev sersal bi navê (Sersala Kurmancî), di nav gelê kurd de li Rojava dihat naskirin. Piştî sersala Zayînê bi 13 rojan bû, anku roja 13 meha kanûna duyem bû, li gor rojnameya zayînê.. Belê çima ev roj e, min nasnekir..? Çendî min pirsî û xepart bi min re derneket, tevî ku min dîroka vê Sersala Kurmancî ji gelek kalemêr û pîrejinan pirsî, tevan gotin; Ji gava ku me xwe dîtiye ev sersala bav û kalên me bû.. Li vir ji xwe dipirsim; gelo di heyamekî de bav û kalên me çûne ser ola xiristyanan û jê vegeriyan e…? Û ev sersala Kurmancî ji wê hingê ve bi me re ma ye..?

Ta berî 40 salî jî, pêşwaziya Sersala Kurmancî, di nav kurdên Rojava de dihat kirin û min bixwe jî, di zaroktiyê de pêşwazî û beşdariya wê kiriye. Li gundê me Doda di êvara Sersala Kurmancî de, xortên gund, yên jîr û çeleng xwe didan hev, yek ji nav xwe dibijartin, ew dikirin (Qirdikê Sersalê).

Qirdikê Sersalê:

Êvara sersalê Xortên gund, dêmê xortekî tenî dikirin, rîhek bi hiriyê jêre çêdikirin, kovikek dixistin serê wî de û du kevçiyên darî, wek guh bi serê wî vedikirin, cil û bergên beloq lê dikirin û ew bi zengil û xerxirkan dixemilandin û wiha di nav ken, henek û şahiyê de ew li nav sikakên gund, mal bi mal digeriyan.. Mala ku biçûnayê ji wan re digotin: Serê salê binê salê Xwedê lawekî bide kebaniya malê.. Hem jî digotin: Kebaniyê dest zêrînê, destê xwe bavêj kulînê, para qirdik jê derînê.. An digotin: Serê salê, binê salê Xwedê bihêle xortê malê.. Gelek caran jî diçûn gundên hawîrdorî gundê Doda, li sersalê digeriyan..

Hin caran jî, yek dikirin Bûk û yek Zava û diçûn odeyên axa, keyan an muxtaran, dîkek ji wan re dibirin, yê ku dîk jêre dibirin pere didan wan zarokan û dîkê wan li wan vedigerand.. Belê di wî heyamî de piraniya xelkê savar, ard an nîsk, an mewîj, an xurme an hêk didan zarokan, wê hingê pere kêm bûn… Di şeva sersalê de her malekê wê şevê sînga dermala xwe ji xwe re dikirin şîv..

Gelek caran di şeva sersalê de, zilamên gund li mala Muxtar kom dibûn û bi (Hingulîsê), li ser gwîzan, beniyên hejîran, mewîjan an xwarineke xweş dilîstin.. Dibêjin carekê li ser çewalek gwîz lîstine û seydayê Cegerxwîn jî di nav wan de bû. Piştî ku rexekî zoriya yê din biriye, ji Cegerxwîn xwestine ku ew gwîzan li wan belav bike. Cegerwîn ji wan re gotiye: Ez wek Xwedê belav bikim an wek xwe? Lê vegerandine: Wek Xwedê.. Dibêjin; Cegerxwîn bi rêza zilama ketiye, yê hina du lib danê, yê hina çar kulim, yê hina kulmek, di ser hina re derbas bûye û neda ye wan, yê hina din çar lib û wiha.. Dibêjim dema ku Cegerxwîn wiha belav kiriye, yên kêm par qebûl nekirine, lê rabûne û gotine seyda em wilo qebûl nakin, ev çiye?!! Seyda li wan vegerandiye û gotiye: Law! Mane min ji we re got, ez wek xwe belav bikim an wek Xwedê we got wek Xwedê.. Xwedê dide hina û nade hine..

Gelek pîrejinan ji min re got: (Di sersalê de me hêk bi teniya binê beroşê di neqişandin an bi ceftê (Taybet bi meşka dewkilanê ye), an bi cureyên hin gehayan wek; Kardî û geyak hebû me jêre digot geyayê hêka, dikelandin rengîn dibûn, sibeha sersalê me didan zarokên delalî û yên sêwî û nexweş.. û sibeha cejnê ku baran neba, keçên gund hêlan çêdikirin û stranên kêfê digotin..)

Ta sala 1960î jî, pêşwazîkirina Sersala Kurmancî di nav xelkên Rojava de dihat kirin, belê roja îro, ew sersal wek berê nema ye, sersala zayînê ketiye şûna wê de û roja Newrozê bûye cejna netewî.

Newroz an Nûroj:

Ev cejin jî wek cejna nîsanê an nûzanê ye. Eger nîsan Nûzan be, Newroz nûroj e, anku destpêka rojek nû, ji salek nû ye. Ew roja nû, bi 21ê heyva adarê, dest pê dike. Di vê rojê de; çerxa şev û rojê dibin wek hev û kurdan ji mêj ve gotiye: (21ê adarê şev û roj hat qirarê). Ji bîst û yekê adarê û bi şûn de, xak dest bi xeml û xêza xwe a bûkanî dike û bi rengên keskesorê xwe dixemlîne..

Li gor ku ez serwextî tevger û rewşa kurdên Rojava me, kurdên rojava di sala 1956 an1957an pêşwaziya cejna Newrozê kirine. Ev pêşwazî, bi agahîkirina helbestvanê netewî Hejarê Mukiriyanî hatiye pê. Piştî herifandina komara Demokrat li Mehabadê, helbestvan Hejar Mukiryanî wek penaberekî siyasî di sala 1956an de hat nav kurdên Sûriyê. Pêlekê mala wî li Tirbepiyê ma, paşê çû şamê. Li Şamê, çav bi welatparêz û ronakbîrên kurd wek: Qedrî Beg Cemîl Paşa, Ekrm Beg Cemîl Paşa, Memdûh Selîm Beg, Dr. Nûrî Dêrsimî, Rewşen xanim Bedirxan, Osman Sebrî û yên mayî ket.. ji wan re çîroka Newrozê got û ji wan xwest ku w jî wek birayên xwe kurdên Îranê û Îraqê, 21ê adarê, cejna gelê Arî, Newrozê vejînin û bi aheng û kêf û şahî derkevin seyranan.. Li gor ku ji gelek kesan ji min re hat gotin; di 1956an de birek ji wan welatparêzên kurd yên ku min ew bi nav kirin, bi xwarin û vexwarin çûn (Xûta li Şamê), bi mebesta vejandina cejna Newrozê. Di baweriya min de ev yekemîn car bû ku kurdên Sûriyê pêşwaziya cejna Newrozê dikin.

Di sala 1957an de, piştî damezirandina (Alpartî), di nav kurdên sûriyê de, wê partiyê endamên xwe serwextî cejna Newrozê kir.. û ji wê salê û pêve, cejna Newrozê di nav kurdan de hat pêşwazî kirin, belê di warekî teng de û bi rengekî gelekî veşartî bû.. Vê paşiyê hin bi hin navê Newrozê di nav gel de belav bû û gelek kesan navê Newrozê li zarokên xwe kirin.. Ji sala 1975an û virde, tevî qedexebûn û astengiyên ku rêjîmê li pêş gel datanî, ku dernekevin cejna Newrozê; gelek kes derdiketin û Newroza xwe, serê sala xwe a nû bi kef û şahî pêk tanîn.. Lê di sala 1986an de, dema ku kurdên Şamê divîbûn derkevin Newrozê dervî Şamê, hingê artêşa sûriyê ew qedexe kirin û di encam de, Silêman Adî hat kuştin, ji wê hingê ve, serokê komara Sûriyê Hafiz Elesed, roja 21ê adarê kir rojek bêhinvedanê bi navê (Cejina Dayikê). Ji wê salê ve kurdên sûriyê cejna Newrozê bi serbestî, di tev bajar û gundên kurdên rojava de pêşwazî dikin.

 

Zêw: (Cureyekî protestokirinê ye ji bo nehatina baranê).

Li gundên xelkên Rojava, dema ku di meha nîsanê de, dexil şîn dibûn û zeviyan simbil digirtin û baran bi derengî diket û nedibariya, hingî xelkên gundan ji tirsa ku dexil û zeviyên wan hişk bibin û êdî nema ber bigirin, axayê gund an muxtarê gund an hempayê gund ji yekî deng qube re digot: Here, li nav gund bang bide; sibe Zêwe.. Vêca di roja Zêwê de, her malekê xwarinek xweş çêdikir û dibir li ser benderên gund datanîn, rêz dikirin û tevayî gundiyan; jin, mêr, zarok, kal û pirejin digel şivan û keriyê pez li ser bênderan, li dor wê xwarina rêzkirî kom dibûn; zarokên bişîr ji ber sînga dayika wan dikirin, li rexekî datanîn, berxên bişîr ji ber maka wan dibirin, ew jî di rexekî de kom dikirin, zilamên sere sako û çakêtên xwe bermeqlûbî li xwe dikirin.. Û wiha di nav giriyê zarokên bişîrî, mah maha berxên bişîr de, ji nû, melayê gund an rîhsipîkî gund destê xwe ber bi jor ve vedikirin, berjorî Xwedê dibû û dest bi dûayên baranê dikir; ji Xwedê hêvî dikir ku baranê dereng nexîne, zû baranê bibarîne, li halê feqîr û hejaran bimeyzîne… Yên li dorê jî, lê vedigerandin û digotin: Amîn.. Amîn..

Piştî ku dûayên wî xelas dibûn, destûr dihat dan ku dayikên zarokan, herin bi zarokên xwe ve, berxan berdidan ber makên wan û ji nû xelkên gund diçûn ser xwarina rezkirî ku navê wê (Zêwe) bû, dixwarin..

Cejna Batizmê:

Min nasnekir bê navê Batizmiyê ji ku û ji çi hatiye, hin jî vê cejnê re dibêjin cejna Pîr Alî. Ev cejin taybet bi kurdên Êzidî yên eşîra Çêlka ye. Ev eşîr ji akinciyên çiyayê Bagokê (Qelaçê Dasika û Çêlka) ye, gundên vê eşîrê dirêjî binya xetê (Sûriyê) jî dibin, anku li herdû rexên sînorê Sûriyê û Tirkiyê belav in. Her sal xelkên vê herêma ku me bi nav kir, pêşwaziya cejna Batizmiyê di roja dawî ji kanûna yekê de dikin. Belê di roja çarşemba berî wê de, kar û bar ji Batizmiyê re dibe wek: Serjêkirina pez, çêkirina nanekî taybet bi wê cejnê ku jêre dibêjin nanê (Xewrê) û Leylet Elqedir..! Belê roja îro piraniya Kurdên Êzidiyên Sûriyê koçberî Almaniya bûne..

Dam û Dinh:

Ji min re hat gotin ku ev roj an ev şev di çilê çil de ye, belê kîjan roj e, kîjan şev e, min nasnekir.. Digotin: (Şeva Dam û Dinhê tiştek dibare wek milihê). Di şeva Dam û Dinhê, mezinê gund, an zanayê gund di nav gundiyan de dibêje: Îşev Dam û Dinh e. Vêca di wê şevê de her malek gundiyan xwarinek xweş bi navê (Teftî), ji goştê dermala xwe çêdikin.. Xuya ye ku di wê şevê de guhertin di navbera werzên salê an demsalên salê de çêdibû.. Hina got; 15 kanûna 2 ye, gonaxeke di navbera serê û germê de ye.. Di baweriya min de ev şeva Dam û Dinhê û Leylet Elqedira cejna Batizmê, wê yek bin, anku wê di dawiya kanûna pêşî, di çelê çil de be. Lê, bi hatina misilmantiyê re hatiye qedexekirin guhertin bi Dam û Dinhê. Û têde hatiye gotin: (Çûkê toristanê! Te mala xwe xera kir û mala min jî li ser danî).

Bûka Baranê:

Bûka baranê jî cureyeke ji cureyên duayên baranê. Belê ev cureyê duayan zarok pê radibûn, ne wek Zêwê ku, tev gundî ji mê û nêr, girs û hûr pê radibûn. Di meha nîsanê û gulanê de dema ku dexil şên dibûn û baran na barî, ji tirsa ku zeviyên gundiyan ji ber nehatina baranê hişk bibin, zarokên gund, hûr û mezin li hev kom dibin û Bûka Baranê çêdikin. Bûka Baranê; ji du textikan pêk dihat, yek kurt û yek dirêj, herdu textik xaçikî, bi hev re dişidandin, cil û berg li wan textikan dikirin, dibû wek bûkekê û ew bûka xwe a ku dibû (Bûka Baranê), di sikak û kolanên gund re mal bi mal digerandin û digotin: Bûka me baran dive.. Me ji te genmê sor divê.. Pezê me geya divê.. Me ji Xwedê baran divê.. Hem jî digotin: Baranê bibar bibar.. Çûka genimê me xwar.. Qijokê li me kir hawar.. Baranê bibar bibar..

Her mala ku biçûnayê, wê malê av bi ser wan zarokan de direşandin.. Zarok şil dibûn, dikeniyan û diçûn malek din û her digotin: Bûka me baran divê.. Me ji Xwedê geya divê..

Talan: Gelek caran jî bi mebesta protestoya nehatina baranê, xelkên gundekî diçûn talanê gundekî din, pez û dewarên wan talan dikirin.. û di nav wan de dibû wek şerê rastî, lê bê ku daran an alavên êşandinê bikar bînin.. şerekî bi henekî bû. Eger neçûna ser gundekî, di eynî gund de, taxekê, taxa din talan dikirin, êrîşî malên hev dikirin; lihêf, doşek û lazimiyên malên hev di revandin.. Bi tenê divîbû xediyê malê bi destan û reşandina avê li berxwe bide.. Ev yek jî dihat kirin da ku Xwedê baranê bibarîne.. û li belengazya wan ji ber nehatina baranê mêze bike..

Basimbar:

Ji min re gotin: Roja Baimbarê di 17ê adarê de ye. Ev roj di navbera 15 û 20 adarê de ye, bi derketina serê qilçizên simbila re ye..? Hina got; jêre dibêjin Basimbara ceh e, qilçixên sinbilên ceh têde xuya dikin.. û hina got; bav û kalên me ji mêj ve gotine: (Basimbarê şev û roj hat qedarê). Di vê rojê de jî takî xav ji rengê kesk, sor û zer dixistin destê zarokan de da ku kes wan çavînî neke, ta negirin û nexweş nebin.. Hem jî di şeva vê rojê de xwarinek bi navê; Xwarina Basimbarê çêdikirin, ew xwarin ji sînga dermalan pêk dihat.. Ev adet di nav Misilman, Êzidî û Xirstyanên Rojava de belav bû.. Hem jî ji min re gotin; ji roja 17ê adarê û bi şûn de (Mehreşk) dest pê dike.. Xelk têde reş dibin..

 

Erê, gelê kurd û xwerista Kurdistanê ji çiya, gelê, newal û deşt ve, bi hev ve hatine hunandin û gelê kurd di bin bandora xwerista welatê xwe de, felsefeyek taybet, bi sersal, demsal, meh û rojan afirandiye. Ew felsefe di her çar werzên salê an demsalên salê de, li gor meh û rojên wê hatine gotin û her wiha li gor guhertinên ku di şûristê de an xweristê de çêdibe gotine, wek Dehkê pêşî û dehkê paşî, Çelê çil an Çelê çil kulor, Anter…

Dehkê Pêşî, Çelê Çil û Dehkê Paşî:

Dehkê pêşî di werzê zivistanê de ye, ji 14ê meha Kanûna pêşî, li gor hesabê şerqî, dest pê dike ta dawiya roja 23ê, anku 10 rojin.. Di roja 24ê kanûna pêşî de çilê çil, 40 rojî dirêj dike ta ku dibe dehkê paşî, ew jî 10 rojin. Roja Anter dikeve dawiya Çilê Çil de û serê Dehkê paşî de.. Dehkê paşî dirêj dike ta bi 13 meha sibatê.. Gelê kurd jî li gor civaka xwe a çandiniyê û li gor serhatiyên xwe wiha hev şîret kirine û ji hev re gotine: Dehkê pêşî bavêj kaşî navêj aşî.. Dehkê paşî bavêj aşî navêj kaşî..

Hem jî, ta roja îro ev çîroka Gîsko a ku bi guhertina meha sibat û adarê ve girêdayî ye, di civakên me de tê gotin:

(Dibêjin, di meha sibatê de gîsko hildikişe ser tehtê û ji heyva sibatê re wiha gotiye: Tir li riya sibatê, sibat hat û xericî, av di gola de mewicî, seyidvanî li kewa fericî.. Dibêjin dema ku gîsko wiha gotiye, meha sibatê aciz bûye û bang adarê kiriye û gotiye: Xuhka min î adarê, bide min sê roj xedarê, da ku ez gîsko ji tehtê bînim xwarê). Hem jî hin dibjin gîsko wiha gotiye: Tim tin sibatokê, ez gihame adarokê, ezê xum geyayê gengelokê…

Hem jî dibêjin, ku zilamekî li dor xweşbûna werzên salê ji jina xwe pirsiye: Di her werzêkî salê de çi xweş e? Jina wî wiha lê vegerandiye: Li biharê ez û pez, li havînê ez û rez, li zivistanê agir û ez.

Sebaretî ba, baran û seqayê jî, bi demê re gelek serborî û pêzanîn di nav gelê kurd de çêbûne û wiha hev agahdar kirine û hev re gotine: Ku ewir hatin Badîna bibezin kadîna, ku ewir çûn Sora lixwekin kalik û gora, ku ewir çûn Cizîre cot berde tevî nîre.

Di baweriya min de ev babet, beşeke an ronahiyeke li dor felsefeya civaka kurdî, a ku gelê kurd ew ji xwerista Kurdistanê afirandiye û di çerx û dewranên salan de pêre mezin bûye û bûye ji milk û malê wî.

Cejna biçûk (Cejna Remezanê):

Diya re, ev cejin bi misilmantiyê re hatiye hatiy nav me.. Piştî 30 rojên rojîgirtinê ye..

Cejna Mezin (Cejna Qurbanê an Cejna Heciya):

Belû ye, ev cejin jî bi bi misilmantiyê re hatiye nav me..Cejna çûna Hecê ye..

 

Paşgotin:

Di vê lêkolînê de min divîbû gelek bîr û baweriyên gelê xwe, ewên ku berî misilmantiyê û ta roja îro di nav gelek gundên Cizîrê de, belavin û bawerî bi wan tê, ji ser zardevê pîrejin û kalemêran binivîsim û bierşifînim. Sed mixabin ku roj bi roj, kalemêr û pîrejinên me kêm dibin û ew pêmayê me, ew îrf û adetên me, ew bîr û baweriyên me bi wan re dirin gorê.

Mixabiniyeke mezintir ku cihê daxê ye; rêxistinên me, ewên ku ji sala 1957an de di kar de ne, ji xwe re nekirin kar û bar ku tiştekî bidin hev.. Şerê hev dikirin; hêk ji mirîşkê ye, an mirîş ji hêkê ye..?!! Di navbera vê diyaloga vala de, ziman û folklorê me ji talanê re ma.. û wiha ew şaristaniya ku bav û kalên me di nava hezarê salan de kom kiribûn, belawela bû û cîranên me têra xwe jê dizîn û kirin ji milk û malê xwe..

Dema min dest bi vê lêkolînê kir, ez bêrgî gelek asteng û dijwariyan hatim; ew kesên ku di nav wan bîr û baweriyan de mezin bûne, kêm mane. Yên ku mane jî, hişê gelekan ji wan nakişîne û nayê bîra wan û a herî seyir, dema min ji hina dipirsî, qerfê xwe bi min dikirin, bi pirsên min dikeniyan û digotin: Konê Reş! Ev te çi berê xwe daye qerwelkên vala…?!

Wek nimûne; gotina (Basimbar), bi gelek rengan ji min re hat gotin, lê dilê min bi gotina yekê an yekî ji wan rehet nebû.. Hina got 17 adarê ye, dema ku serê simbilan derdikevin.. Hina got na, ew cejnek hevpare di navbera Misilman, Xiristyan û Êzidiyan de bû û di wê cejnê de sê tayên rengîn; kesk û sor û zer bi destê zarokan vedikin û ji wan tayan re me digot; (Tayên Basimbarê).. Hina din got na, ew ta spî û sor bûn…

Sebaretî xwarina Zêwê û dûaya baranê jî, bi gelek rengan ji min re hat gotin û her wiha Sersala Kurmancî, Çarşemba Sor, Çarşemba Reş, Qere Çarşemb.. û.. û.. Werhasil, ez gelekî bi vê xepartina xwe re li dor cejin, sersal û bîr û baweriyên gelê xwe li Cizîrê westiyam, dor heyvekê ji çax û demên min di ger û pirsyanê de xwar. Belê geşbînim ku min karîbû hin ji bîr û baweriyên bav û kalan bi orjînalî û tekûzî, wek ku ez dibînim, ji windabûnê parast, tevî kêmaniyan..

 

Konê Reş, Qamişlo, 20.12.2014

dîtin: 1153

Pêveker:

cejna sersalê newrozê û hin bîr û baweriyên kurdên rojava yên kevin û