• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Cenga Rojavayê Kurdistanê

Cenga Rojavayê Kurdistanê


nivîskar: Şivan Zeren
barkirin: Rezber 11, 2014, 6:17


Hertişt di bin zilmê de perçiqî, hertişt nîvco qewimî, kûlîlkên hezinî û hêviyên bişkivrizî…

Cîhaneke kerr û lal li berbanga şoreşa rojava welatê min, rojê re cengê dikêşe şeveder. Ji mêj de ye cenga ronahî û tariyê, cenga keskesor û reş rengiyê…

Yên ko axê radimîsin ne mirîne, kûlîlkên axê ne şîn tên li wê xakê. Ne ketine, hemêzkirîne di sînga axê de her û her.

Fidacan hene!.. Fidacan in ji bo welat can didin. Wek pilingî çak, wek pezkûvî ji çiyê, çavsor û dilpolane.

Şêrejin hene!.. Şêrejin in wek Fatareş ya ku tevî sêsed siwariye bi tilîliya xwe deng dida qad û kolanên Stenbolê. Şêrejin in li rojavayê welatê xwe, li hember rûçikheramên reş al’an kozikan digirin,nişan digirin kes nafilite ji deste wan.

Şêremêrên wan hene!.. Şêremêrin ji dijmin re nadin derfet, bêşik silav dikin mirinê. Dînemêrin wek perwane xweş disojînin dile xwe. Inyadê bi binyad e kesayetiya wan dike qahîm, nevîçirkên Ristemê Zal in ew.

Sîng dane hev

Mewzî bi mewzî

Mil bi mil

Dihûnênin kela Dimdimê

Bi tilîlî,

Bi bawerî berê gullê didin

Bi eniyên vawîkên devxwîn ve

Mohra mirinê lêdikin

Bi serbilindî dikarin bibêjin;

‘Em neviyên Simko ne’

 

Spartakurd in

Ji şêran şêrtir

Xûdan awirên birûskî ne

Dildayîyên axa xwe ne

Ehda azadiyê dane

Ji kalkê xwe yî Qazî re

Sed silav û hezar pesin bi wî bejnî

Wek pilingî gavan diavêje Polatê Can

Dest bi destan dane hev

Peşmerge û Gerîlla

Li başûr-rojava

Hetanî li deşta Ruhayê

Bûne Derwêşê Evdî

Li rastxaka welate min

Qorzikan dikolin,

Çeperan digirin

Xwarzî/ê yê Egîda Cangorî

Ceng e ceng!

Ji me diçe pirûsk û pêt

 

Tovjîn in

Her yên ko dikevin axê

Gulberûne,

Bişkivgul in çavê wan li tîrêjê asê

 

Her kêliya dijwariyê

Sond didin rojê

Sond didin arjîna xwe

Bi çîkvedana berxwedanê

Bikin ardû

Bikin dojeh ji taristaniyan re

 

dîtin: 327

Pêveker:

cenga rojavayê kurdistanê