• Têketin
  • Ziman
Cerdewan bahsa pevçû kir: Serê fermandarê PKK’ê jî jê kirin.

Cerdewan bahsa pevçû kir: Serê fermandarê PKK’ê jî jê kirin.


barkirin: Êlûn 19, 2013, 11:36


Cerdevanê bi navê Bedrettîn Yavuz behsa pevçûna di sala 1998’an ya li navçeya Şaxê ya Wanê ya di navbera gerîlayên PKK û artêşa Tirk de kir û diyar kir ku hêşta jî dema vê bûyerê tîne bîra xwe xewên wî direvin û bi berferehî behsa pevçûnê kir. Yavuz li xwe mikur hat û got: ‘Cenazeyên gerîlayan kom kirin û şewitandin. Serê fermandarê PKK’ê, Piling jî jê kirin.

Di 14’ê cotmeha 1998’an de gerîlayên PKK’ê li Şaxê 14 cerdvan revandin. Li gundê Gorandeştê yê Şaxa Wanê di navbera gerîlayan û leşkeran de şer derket û di şer de helîkopterên kobra li ser gerîlayan gule reşandin û 26 gerîla û 14 cerdevan hatin qetikirin. Cenazeyên cerdevanan bi helîkopteran birin Wanê û cenazeyên gerîlayan jî kom kirin û şewitandin. Piştî vê bûyerê di 27’ê Tîrmeha 2011’an de li Gorandeşta Şaxa Wanê gorek komî hate dîtin. Di nava gorê de termê 26 gerîlayan hebûn.

Cerdevanê bi navê Bedrettîn Yavuz Ji Ajansa DİHA re axivî. Yek ji şahidê bûyerê jî cerdevan Bedrettîn Yavuz e. Yavuz ku tevli operasyonê bûbû, serpêhatî û hovîtiya bi çavê xwe dît parve kir. Yavuz, anî ziman ku serê sibê saet di 5.00’an de 500 cerdevanên girêdayî Tabûra Şîmşekê ya Wanê û leşkeran li ser îxbarê operasyon pêk anîn û di operasyonê de 14 cerdevan bêyî ku têkevin şer ji aliyê PKK’ê ve hatin girtin. Yavuz, anî ziman ku cerdevanê bi navê Rahmî yê ji aliyê PKK’ê ve hat girtin bi riya bêtêlê ji Tabûra Şîmşekê cerdevan Nîzam Kahraman xwest ku rê li pêş PKK’ê vekin û wiha got: “Cerdevan Rahmî di bêtêlê de ji Nîzam Karaman re got PKK naxwaze têkeve nava pevçûnê. Ger ku rê li pêş PKK’ê bê vekirin dê serbest bên berdan. Rahmî bi dehan caran ji Tabûra Şîmşek xwest ku rê li pêş PKK’ê vekin û nekevin şer. Lê ji ber ku cerdevan Nîzam Kahraman got ew destûr nadin PKK derbas bibe nêzî 2 saetan di nava cerdevan û PKK’îyan de bazar hat kirin.”

Yavuz, anî ziman ku leşker û cerdevanan destûr neda ku PKK derbas bibe û  ew dorpêç kirin. Yavûz, anî ziman ku 2 helîkopterên Skorsky li ser herêmê firiyan û destûr nedan ku PKK’î bimeşin û wiha got: “Piştî saet 10 û nivan ji hêla Şaxê ve 2 helîkopterên Kobra hatin qadê û komên PKK’ê dan ber bombeyan. Me jî bi durbînan temaşe dikir. Helîkopterên kobrayan bênavber herêm dan ber gule û bombeyan. Piştî guleyên kobra xelas bûn vekişiyan û li şûna wan dîsa Skorsky hatin ji hewa de kom şopandin. Ji herêma Şaxê û Şirnexê bênavber helîkopterên Skorsky dihatin û yekîneyên taybet û komando sewqî herêmê dikirin. Çar aliyên koma PKK’ê hatin dorpêçkirin û destûr nedan ku bimeşe. Piştî nîv saetê şûnde kobra vegeriyan. Di saetên êvarî de dîsa kobrayan herêm da ber gule û bombeyan. Bi kîlometreyan dûrî bûyerê bêhna xwîn û barûdê dihat me. Piştî tarî ket erdê dengê çekan qut bû. Cerdevanên ku di şer de parçe bûn, bi helikopteran birin Fermandariya Alayê, parçeyên cerdevanan nedan malbatan.”

Yavuz, da zanîn ku bedena 24 gerîlayan û cerdevanan bi guleyên kobra û çekên giran parçe bûn û di lêgerînê de yek jê jin, 2 PKK’î bi saxi hatin girtin û wiha berdewam kir: “Dema gerîlaya PKK’ê ya jin dîl hat girtin, fermandarê JÎTEM’ê xwest destê xwe bide bedena wê û cilên wê derxe. Lê gerîlaya PKK’ê got ku min  bikujin, lê dest bedena min nedin. Fermandarê JÎTEM’ê piştî zext li gerillaya jin kir, cihê erzax û çekan nîşan da. Piştre çûn erzaq îmha kirin. Gerîlayek jê jin 2 gerîlayên dîl hatin girtin piştre li vir înfaz kirin. Fermana înfaza gerîlayan fermandarê JÎTEM’ê da. Fermandarê JÎTEM’ê ji leşker û cerdevanan xwest ku cenazeyan kom bike û piştî cenaze hatin komkirin, Gerîlayên ku ji pî, dest û situyên xwe de hatin girêdan û piştre hatin komkirin 2 rojan komkirî man. Me 2 rojan li wir nobet girt.”  Yavuz, got ku di roja 3’yan de komandoyên girêdayî Fermandariya Kayserî û Boluyê hatin cihê bûyerê û piştî îlacek li ser cenazeyan reşandin agir berdan bedena gerîlayan. Yavuz, anî ziman ku serê fermandarê gerîla Piling jêkirin û şandin ji Fermandarê Alaya Wanê re. Cenazeyên gerîlayên hatin şewitandin li cihê operasyonê bi komî hatin definkirin.”

Jêder DİHA

 

dîtin: 360

Pêveker:

cerdewan bahsa pevçû kir serê fermandarê pkk