• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Çima Rewanbêj?

Çima Rewanbêj?


nivîskar: Zeyat Brûsk
barkirin: Gelarêzan 2, 2017, 4:11


Çima Rewanbêj?
Rewanbêj  pirekî dildariyê ye ji bo tak û civaka kurdperwer. Her dem deriyekê vedike ji bo bilêvkirina hizir, raman û hestên we. Stûnên vê pira dildariyê jî bi hêz in.
Rewanbêj hezkirineke bê beramber e. Bêyî berjewendî, bêyî pêş merc e ji bo hezkiriyên kurdewariyê. 
Beriya hemû tiştan Rewanbêj serbixwe ye. 
Bi pênaseyek hêsan be, Rewanbêj bi baskê xwe difire, pişta xwe dide hêz û baweriya xwendekarên xwe. 
Serbixwebûna Rewanbêj pir rastîn e. Tikes nikare berovajiya vê rastiyê biselmîne. Ew tekane weşana bê layan û bê alîgir a li Kurdistanê ye. 
Li pişt piraniya dezgehên çapemeniyê kesayetên giregir û sermayedar, dewlet, partî, rêxistin an jî dezgehên siyasî hene. 
Lê nivîskar û xwediyên Rewanbêj tenê mirovên kurdperwer, rewşenbîr, bêyî post û kursî ne, lewra ji ti aliyekê siyasî û îdeolojîk, giregir û sermayedaran mûçe yan jî heqdestekî wernagrin. 
Wate ne bendeyê ti aliyekê ye û ne di bin minneta ti kesan de ye. Ne pesna ti aliyan dide û ne jî propagandaya hin kom û civatên diyar dike. 
Rewanbêj ji ti kes an jî aliyên xwedan armancên bergehteng ferman wernagre. Ji bo xweşkirina dilê hin kes, alî, yan jî koman kar nake, bêhna wan fireh nake. 
An go ne di bin sîber, hikûmranî û fermanrewayiya ti hêzan de ye. 
Ji ber vê yekê ti alî, ti kes an jî ti hêz, ji ber nivîs û nêrînên di Rewanbêjê de, nikarin jêpirsîna mirovan bike, hin kesan darizîne, dadgeh bike, biryara dardekirinê bide, bişîne mişextê yan jî şermezar bike. 
Bê guman Rewanbêj ne bê armanc e jî. 
Bi kurtî Rewanbêj bi tenê xizmeta rastiyên li Kurdistanê dike.  Armanca wî vegotin û veguhestina rastiyên gelê kurd û welatê Kurdistanê ye. 
Kurdewarî, parastin û pêşxistina çand, huner, wêje û zimanê Kurdî, armanca diyar a Rewanbêj e.
Rewanbêj eşkere dengê azadîxwaz, dilsoz û welatperwerên Kurdistanê ye. Kesên ku dilê wan ji bo nîştîman disoje, xwediyê Rewanbêj in. 
Rewanbêj mîna medyayên duveleng û bende, ne ji bo xizmeta desthilatan kar dike. Medya di destê desthilatan de, bi erkê birêvebirin û arasteya civakê radibe. 
Armanca Rewanbêj ne birêvebirina civakê û mirovan e. Tenê arastekirin û nîşandana heqîqetan e. 
Lewma Rewanbêj di rastiyê de deng û dilê civaka Kurd û miroven wê ye. 
Rewanbêj li hember hizir, îdeolojî, siyaset herwiha hest, ûtopya û xeyalên dijberê serxebûn û azadiya gelê Kurd û Kurdistanê dij-jehr e,  bi zimanê xwe wan pûç dike.    
Rewanbêj, li gel zanist, huner û têgihiştina berfireh, di heman demê de pirreng û pir awaz e, cihê civyana hizir û helwestên cihêreng e. 
Di rastiya cîhana îro de, dagirker, mijokdar û berjwendîperestên Kurdistanê, destê xwe danîne ser qirika civak û takên Kurd. Bi awayekî êdî ti quncik û stargeheke biçûk jî nehiştine, ku mirov  bikare biaxive, tişta di dilê xwe de bide der. 
Rewanbêj ji bo qêrîna Kurdan, mîna deşt, çiya û qadekî bê sînor e.
Rewanbêj cihê wê ye, ku mirovên kurdperwer û kurdîhez, hest û hizrên xwe, bêyî tirs, bi azadî bibêje. 
Bi kurt û kurmancî, Rewanbêj ji bo medyaya kurdî mînakeke pir ciwan û berçav e. Cihê ked, xwîdan û rondikên we ye. Cihê şêwirîn û danûstandinê ye.     
Lewma ez ji bo axaftin û gotûbêjê dibêjim Rewanbêj.

dîtin: 55

Pêveker:

rewanbêj malper kurdî nivîs çand nivîskar zeyat brusk