• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Çînê ji Ukraynayê erd kirî û dikare li ser dewletekê jî ava bike

Çînê ji Ukraynayê erd kirî û dikare li ser dewletekê jî ava bike


barkirin: Êlûn 24, 2013, 1:41


Çînê bi bazareke seyr û sosret ji welatê Ukraynayê erd kirî û ev erd ji axa Holanda û Îsraîlê jî meztire. Erdê hatiye kirîn 3 milyon hektare.

Kompanya werz û çandiniya dewletî ya Çînê ya bi navê Xinjiang Production and Construction Corps di gel kompanya Ukraynayê ya bi navê KSG Agro li hev kirin ku Çîn di ji vî welatî 3 milyon hektar edrî bikire. Ev erd li herêma Dnyepropetrovszkî ya Ukraynayê ye û ji bo çandinî û ziraetê axek dewlemende.

Li gor vê peymanê dê bernameya hevkariya qud ya di navbera her du welatan de ya bi 2.6 milyar dolarî di dûmahîka meha Tebaxê de destpê kir. Ev axên hatine kirîn dê di nava çend salên dahatuyê de bi fermî bibin axa Çînê. Ev erd 7 ji % yê erdê werz û çandiniya welatê Ukraynayê ye.

Erdê ku Çînê kiriye ji axa Holanda û Îsraîlê jî meztire. Dihête gotin 30 ji % yê erdê herî dewlemend yê ji bo werz û çandiniyê li Ukraynayê ye.

Xudanê kompanya KSG Agro ya Ukraynî Szerhij Kasanov daxuyand ku ji ber vê bazarê dê Ukrayna bikare zêdetir berhemên xwe bihinêre nava bazara navdewletî. Pisporên Çînê jî dibêjin ku ji ber nebûna axên dewlemend û hezmara zêde ya şêniya welat, ewan ev biryar dane.

Li gor vê bernameyê dê Çîn pêdiviyên xwe yên zad û qudê ji axên welatên din lê yên bi xwe kirine, dabîn bike.

Ji aliyê din ve dihête gotin welatên Ereb jî dixwazin erdê ji Ukraynayê bikirin. Her weha Libyayê jî 250 hezar hektar erd ji Ukraynayê kiriye.

Rewanbej.com

dîtin: 222

Pêveker:

Çînê ji ukraynayê erd kirî û dikare li ser dewletekê ava bike