• Têketin
  • Ziman
Çîroka serkeftinê

Çîroka serkeftinê


nivîskar: Agirî Soran
barkirin: Rêbendan 22, 2019, 11:27


Dema li berpala çiyayê Zagrosê, lingên xwe bi şikêra li ser lutkeya çiyayê Şekîf ve berdida û bi kelecanî çavlirêtiya hilhatina rojê dikir hîna temenê wî 16 sal bû.

Rengrengiya gizingê xeyalên pêşerojê jî tanî hizrê wî. Her çend herroj û şev kincên wî bi guleyên dijminan qul qulî bibin jî, xeyalên pêşerojê ji pêş çavên wî nediçûn.

"Ger ez neyêm kuştinê û rojekê vegerim nav civakê, rewş aram bibe, ez dê jineka bejin bilind bigrim gel xwe, li jeepekê siwar bêm û careka dî bême van çiyan"

Hola şer hola jiyana rastteqîne an ku derfet nade mirov xwe bixapîne. Xeyalên hola şer jî zelal û nizmin.

Ji dûr ve dengê defê xweş tê. Lê hola şer, hola darêştina genetîka mirovî ye. Wekî jiyana civakî mirov nikare di hinavê xwe de rizî û di nav mirovan de xwe wekî xweda pêşkêş bike.

Her ku roj bihurîn, meh ketin ser hev, salan da dûv hev, xeyal û rastî bûne destbirak; dil bêhtir bû bizota agir, mejî bû pirtukxaneya zîndariyê. Êdî mirov di hesidîne wêrekiya wî û jê di tirsîyan.

Dema helîkopterên reşbelek ji 200 metroyî bombeyên kujer bi serde di reşandin, wîya digot "wekî conegaye, nikare serê xwe bizîvirîne, ev kerana çima evqas mesref dikin û vala"

Dilê wî bi dijminê wî ve ne dima. Ji ber êdî ew ne ew Kurd bû, dijminiyan bibexşîne, xirabiyan jibîr bike, xayîntiyan veşêre û xwe bi xwe biçewisîne.

Divê nemînin her tiştê dixwaze wîya tune bike, her tiştê dixwaze wîya pûç bike, her tiştê dixwaze wîya bixe. Divîya nemîne, nemînin...

Jiyankirin wekî yariyeka bi coş û kelecan didît. Nexşên şer didanîn. Fermana kuştina dijminan dida. Hemî hunerên şer kêlî bi kêlî di jiyana xwe de di jiya. Xwendina Sun Tzuyê Çînî, Giapê Viyetnamî, stratejîstên Berîtanî, fêl û fenên Çurçil, serpêhatiyên şerên cîhanê êdî bala wî ne dikşand.
Nexşeke pir hesan ya di serê xwede nexş dikir têra serkeftinên mezin dikir.

Dema piyê hevrêyê xwe yê jebûyî bi xencerê dax dayî û bêhna goştê biraştî belavî her derê dibû, êdî henekê xwe bi jiyanê dikir. Mirin wekî dîyardeyeke giring ne digirte dest xwe. Leyîstoka wî bûbû jiyan.
Bi nezanan re dirêj dikir, bi pozbilindan ve rûnedinişt, bi ezeza re ne daixifî.
Jiyan jêre ji binkirasê wî siviktir bû.
Tu tiştek, li tu deverê, çi demê êdî serê wî mijûl nedikir.
Ew li serê dinyayê bûbû bela...
Ew xewna dema dijminê wî yek gavê li pêş wî hatibû ser serê wî lê bi lez dijminê xwe kuştibû êdî hew didît.
Mirin û jiyan dixwestin pêre bibin dost, bibin destebirak lê wiya ev yek Erê nedikir. Henekê xwe bi wan dikir.
Piştî salên dirêj, dema vê carê li serê çiyayê Şehîdan li ser şikerekê rûnişt û roja sor wekî xwînê pêşwaz dikir, destê xwe avête nanê di bêrîka êlekê xwe de û dît ku nan di nava xwîna hevalê wî de xeniqîye, dîsan jî poşman nebû ku 6 seetan hevalê xwe yê birîndar li pişta xwe kiriye û şeveke dojehî jiyan kiriye.
Ji hingî ve poşmanî kuşt.
Ji hingî ve digot ku "poşmanî" nexweşiyeke hizrî ya mirovane. Pê dizanî êdî, di vê jiyanê de çi bête jiyandin ew tişt li gorî xwezayê û yasayên xwezayê ye.

Wîya dizanî, di vê jiyanê de hindek mirov dijîn û dibînîn, dijîn û hîn dibin, dijîn û diaxifin, lê belê gelek mirov jî qet najîn û hest jî pê nakin lê dibêjin, qet najîn û hest jî pê nakin û dinivîsin, qet najîn û hest jî pê nakin lê per bi wan dikeve û li asîmanan seyrî mirovan dikin, ji ber wêya jî tu cari gotinên wan û jiyan nêzîkî hev nabin.

Dema fermandarên yekîneya xwe kom kirin û ji wanre got;
"Hun ci guyî dixwin bixwin, lê ger li ser van çiyan zarokên we çêbibin hûnê min wekî dijminekî li beramberî xwe bibînin." 

Ji wê rojê ve xwe weki çûkekî sivik didît, wekî bazekî bilind û azad. Ji ber, dizaniya hertişt li gorî xwezayê raste lê dema ew nexwaze dikare neke, dema ew bixwaze dikare bike.
"Bo tu tiştî ve ne girêdayî bû"
Dizaniya ku her mirov beniyê hindek tişta ne. Her mirov dîlê hindek tişta ne.
Ji cigareyekê hetanî girêdanên malbatî, ji arazû an ku xwestekên derûnî, cendekî û binhişî hetanî fêrbûnên jiyana rojane.
Lê wîya êdî dizanî; hetanî ew derfet hebe ku dawî bi jiyana xwe bîne ew ne benî û esîrê ti tiştî ye di vê jiyanê de. Ti pîvan, ti rêbaz, ti hizir, ti kes, ti pergal wîya nikarin girê bidin û dîl bigrin.

Roja dawî li çîyê ; 8 demhijmêran ji sed kesî re, qala Zerdeşt, Buda û Konfîçyus kiribû.

Her çend tu carî xwe ji şer dur ne girtibe jî, nehatibû kuştin, her çend bê tirs hertim xwe li sengerê dijminan girtibe jî, ne miribû û wekî beriya bi deh salan li çiyayê Şekîf hizirî bû, beşdarî jiyana civakî bûbû. Êdî ew "ne şervan" bû.

Pêşî li mala bavê wî wêneyê wî yê bi çek hatibû daxistin. Hîna roj bi ser neketibû li mala apê xwe jî bûbû şahid, wêneyê wî hatibû daxistin. Êdî bikar ne dihat.
Ji xwe di vê jiyanê de, bikêhartin na bikarhatin bo piraniya mirovan giringe. Tu bikêr bê jî, neyê jî, bikar tê an nayê ew giringe.
Gelek tişt, gelek kes, gelek nav, gelek bûyer, gelek rewş bikêr nayên lê bikar tên. Lê wîya ji zû ve dizanî ku bikêrhatina wî ne xema xirê mirovane, bikarhatina wî giringe.

Pêkenîn li ser lêvên wî nedihate xwarê. Ji ber vê carê gihîştibû qonaxeka dî.
Hetanî wê rojê henekê xwe bi Mirin û jiyanê dikir, ji wê rojê û pêve êdî henekê xwe bi mirovan jî dikir.
Bi taybet jî dema mirovan li himber wî xwe biçûk dixistin, hindekan jêre digot xayîn, hindekan digot westiyayî, hindeka digot bêkêr.
Her ku ev hizrên weha û helwestên weha didîtin, coşa jiyanê, xwesteka jiyanê pêre mezintir dibû, bêhtir dixwest bilîze, dixwest bêhtir henekê xwe bi hebûnê bike, henekê xwe bi vî karê xwezayê bike.
Di nava dil, mejî û laşê xwe de, wekî bizota agir dikelî, jiyana ji bo mirovan pir zehmet û sext, bo wî asan û Pêken bû, kiryarên ne pêkan bo wî hesan bûn, romanên xelatgirtî li ber jiyana wî bê nirx bûn, bi qasî çiyayekî dikarî welatekî di nava xwe de biparêze, ew hêza azadkirina welatekî di hinavê xwe de dibihîst.
Di wê xala ku herkesî fermana tunebûna wî, nemana wî dida de, wîya ji nû ve destpê dikir.

Dema bêyî ku pênc gotinên zimanê biyanî bîne cem hev, li bajarekî navenda Ewrûpayê, li ber çemê Rayne, karên bê hempa dikirin temenê wî bûbû 29 sal. Karên ku bi dehan roman û bi dehan fîlm jê derbikevin.

Êdî ew dijîya û gelek bêkêran jî wekî ku dijîyan dikirin. 

Temen mirovan pêdighîne, azmûn bi temen re wekî dareka guzê qurmê xwe di nav axa jiyanê de beval dike.

Dara serkeftina jiyanê ya mirovî qurmê xwe di zaroktiyê de davêje.

Mirov bi yek tiştî serkeftî ye.
"Bextewerî"
Ne ku mirov xwe wekî bextewer bide pêşandan. Mirov bi jiyana xwe û kiryarên xwe, xwe bextewer bibîne û bijî.
Dema mejiyê wî ji gelek karên mezin, kiryarên bê hempa re avis bû, dîsan zendên xwe ba dida û xwe bo serpêhatiyên Cûda, revîngiya kar û kiryarên awarte kar dikir, her çend dawiya temenê xwe 40 diyar kiribe jî, temen bûbû 42 sal.

Rojekê di rêkê de dîsan telefona xwe da dest xwe û kurteçîrok wekî gotar bi telefona xwe nivîsî...

dîtin: 168

Pêveker:

agirî soran bextewerî şervan

Babetên nêzîk