• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Çîrokek din ya hovên DAÎŞ’ê

Çîrokek din ya hovên DAÎŞ’ê


barkirin: Rezber 12, 2014, 10:41


Rastiya Daîş’ê nas bikin (ne çîrok e, rastî ye)
Mihemed El Dilêmî ku bi xwe ji bajarê Mûsilê ye, dibêjê:
Kurekî min hebû û keça min bi navê Sara û min karê bazirganiya zêran dikir li Mûsilê. Piştî DAIŞ derbasî Mûsilê bû, kurê min tevlî nava wan bû. Piştî 5 rojan dengê derî hat, min li pişt derî meyze kir, min dît kurê min e û zilamekî bejndirêj weke Efxaniyan bû, riha wî dirêj bû. Berî ez derî vekim, bi lez çûme cem hevjîna xwe û keça xwe, min her du birin qatê duduyan û paşê min kurê xwe û ewê Efxanî derbasî male kirin.
Kurê min got: Bavo, xêrhatina vî mucahidî bike.
Piştî min xêrhatina wî kir, kurê min got:
Bavo, kanî xwişka min Sara.
Min got: Tu çi Sara dixwazî?
Gote min: Ez Sara dixwazim ji vî mucahidî re ji bo zewaca cîhadê
Min gotiyê: Ecêb e, tu çi dibêjî kurê min?
Gote min: Belê, divê xwişka min Sara ligel vî mucahidî bizewice.
Min gotiyê: Kurê min tu nizanî, Sara ne li mal e, ew li mala xaltîka te ye.
Gote min: Veger ji vî mucahidî re nine illeh bizewicê.
Min gotiyê: Çare çi ye?
Gote min: Diya min berde û bi vî mucahidî re bizewicîne.
Min gotiyê: Tu çi dibêjî kurê min?
Gote min: Weke te bihîstî bavo.
Bav dibêjê ez derbasî odê bûm, min demance hilgirt û ji hevjîn û keça xwe re got “dema we dengek bihîst, nekin qêrîn…” Ez daketim jêr, fikirîm ka ewil kîjanî bikujim… Min yê Efxanî gulebaran kir, ket, mir! Û paşê ez li kurê xwe zivîrîm min gulebaran kir û dilê min xwîn li ser dibarand!.. Paşê min hovjîna xwe û keça xwe birin… niha ew li Bexdayê ne…

***
Werger ji zimanê Erebî bo zimanê Kurdî: Demhat Dêrikî
Ji rûpela facebookê ya Ghazi Assaf hatiye wergirtin.

dîtin: 120

Pêveker:

Çîrokek din ya hovên daÎŞ