• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Cixareya Elektronîk Şaneyan Dikuje

Cixareya Elektronîk Şaneyan Dikuje


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Rêbendan 5, 2018, 10:35


“Cixareyên elektronîk yên bi tahmên cihêreng bandoreke xerab li tendurustiya me dikin.”

Lêkolînerên Amerîkayî bi xebata xwe ya li ser şaneyên mirov piştrastkirin ku tahmên xweşik û cihêreng yên li cixareyên elektronîk dihêne zêdekirin, ne ewqas bêguneh û bêbandor in. Ji ber madeyên kîmyewî yên li tahmên xweşik dihêne zêdekirin, bertekên hilgirtin/îltihabê rûdidin. Hinek ji tahmên xweşik şaneyan dikujin.

Lêkolînerên ji Universty of Rochester Medical Centreyê di ezmûngehê de lokosît, gulokên spî yên xwînê, çêkirine û bandora tahmên xweşik li ser gulokên spî yên xwîne tespît kirine. Şaneyên di gulokên spî yên xwînê de bertekên hilgirtinê û şopên oksîdatîf-stresê diyar kirine. Oksîdatîf-stres bandorê li şaneyan dike ku şane, pê pirr zû kevn dibin, û dibe ku di nexweşiyên weke kula heftpençe, şekirmiz û alzheimerê de xwediyê roleke xweser e.

Hin ji tahmên xweşik yên cixareya elektronîk yên weke darçîn (kaneelaldehyde), vanîlya (vanilline) û rûnê (pentanedione) sebeba mirina şaneyan bûn. Dema tahmên cixareyê li hev didin, bandora xerab ya tahmên xweşik zêdetir û jahra tahmên xweşik jî xurttir dibû.

Lêkolîner diyar dikin ku tahmên xweşik yên li xwarinê dihêne zêdekirin ku bandoreke xerab li tendurustiya me nake, û tahmên xweşik yên bi cixareyên elektronîk an jî bi rêya amûreke din dihên girtin, ji hev cihê ne, û pêdivî bi xebatên berfireh dibînin. Ji berpirsiyarên dewletên Ewropayê û Amerîkayê daxwaz dikin ku bi qanûn û biryarên girîng rê li ber bikar anîna tahmên xweşik yên li cixareyên elektronîk dihêne zêdekirin, bigirin.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kesên cixareyên elektronîk bikar dihînin, bi 8.000 tahmên xweşik xoşnûd dibin. National Institutes of Health û Federal Drug Agency piştgiriya xebatê kirine.

Çavkanî: Frontiers in Physiology

dîtin: 216

Pêveker:

zanist cixare elektronîk Şane xebat amerîka mirin nexweşî