• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

CNN’ê dîmenên oparasyona Hewîcê weşand | Vîdeo


barkirin: Rezber 26, 2015, 1:41
xwendin: 231


Kanala Amerîkî ya CNN’ê dîmenên oparasyona hevbeş a Hêzên Taybet yên Amerîkayê tevî Hêzên Taybet yên Pêşmergeyan li dijî baregeha Grûpa Dewleta Îslamî (DAIŞ)’ê li Hewîcê weşand.

Şeva çarşemê-pênşemê (22’ê Cotmehê) hêzeke taybet a ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û grûpeke H3ezên Taybet yên Artêşa Amerîkayê, di oparasyoneke hevbeş de êrişî nêzî Hewîcê kirin û di encamê de 69 dilên di destê DAIŞ’ê de rizgar kiribûn. Ligor zanyariyan dîlên ku hatine azad kirin Kurd nînin. Di encama oparasyonê de leşkerekî Amerîkî jî jiyana xwe ji dest dabû.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cebar Yawer piştî oparasyona Hewîcê, di hevpeyvînekê de ragihandibû, armanceke oparasyonê azadkirina pêşmergeyên dîl, yên di destê Grûpa Dewleta Îslamî (DAIŞ)’ê de bû.

Ligor Jura Oparasyona Hevbeş, 17 kes ji dîlên rizgar bûyî, polîs û endamên Artêşa Îraqê ne.

Hêjayî gotinê ye ku ew oparasyon, yekemîn hizûra Hêzên Amerîkî li ser erdê piştî derketina DAIŞ’ê li Îraqê ye.

Pêveker:

cnn