• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
CPT rapora xwe ya Îmraliyê aşkere kir

CPT rapora xwe ya Îmraliyê aşkere kir


barkirin: Adar 14, 2014, 12:56


Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT), rapora xwe ya li ser serdana Girava Îmraliyê ya Çileya 2013’ê ji raya giştî re eşkere kir. Di raporê de tê gotin ku li Girtîgeha Îmraliyê di hin pêkanînan de guhertin hatine kirin û hat ragehandin ku di salên dawî de 12 caran cezayê hucreya takekesiyê ya 20 rojan li serokê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn.

Di raporê de wiha tê gotin: ‘Ocalan di salên dawî de 240 rojan di jêr tecrîdê de hatiye ragirtin û rewşeke bi vî rengî nayê qebûlkirin.’ Şanda CPT’ê ku ji Pierre Restellini, Andres Magnusson û Michael Neurauter pêk dihat, derbarê şert û mercên ragirtina Abdullah Ocalan û 5 girtiyên din lêkolîn kir.

Tê gotin hinek pêşniyarên ku piştî serdana 2010’ê de hatibûn kirin hatine bicîh anîn lê hin pêkanînên jî cihê rexneyê ne. Şanda CPT’ê got: ‘Me bi hemû girtiyan re hevdîtin kir û dosyeya wan a pizîşkî lêkolîn kirin, bi doktor û rayedarên girtîgehê re jî hevdîtina me çêbû.’ Di raporê de hat diyarkirin ku şertên ragirtinê li gorî salên borî baştir bûne û got, ‘Ji bo  Ocalan televîzyonek hatiye dabîn kirin.’

Di berdewamiya raporê de tê gotin ku di serdana dawî ya şandê de hatiye tespîtkirin ku cezayên tecrîdê yên Ocalan di 19’ê Kanûna 2011’ê de qediyaye û navbirî rojane dikare ji bo hewa standinê du demjimêran derkeve derve û mafê Ocalan heye mîna girtiyên din ji derketina derve sûdê werbigire.’

Di raporê de tê diyarkirin ku girtiyan gotine: ‘‘Ji ber ku destûr nadin em hemû li cihekî werin cem hev, em vê red dikin.’‘ CPT’ê diyar kir ku di nameyên ku dewleta Tirk bo wan şandine tê gotin ku hemû girtî dikarin beşdarî aktîvîteyên sporê bibin! Lê di pratîkê de ev nayê cîbicîh kirin. Zext li girtiyan tê kirin ku li derve bi tenê sporê bikin û hewşa ji bo wergirtina hewayê, gelekî teng e’’.

Girtî di heft rojên hefteyê de 36 demjimêran dikarin li cihê derveyî hucreyan dema xwe derbas bikin ‘ lê ev dem ji bo Abdullah Ocalan 22 demjimêr e. 160 saetên hefteyê jî hemû girtî di hucreyan de di tecrîdê de tên ragirtin.’ Şandê da zanîn ku veguhestina 5 girtiyan bo girtîgeha Îmraliyê bandoreke erênî li ser rewşa Ocalan çêkiriye û diyar kir ku girtiyan ragihandine ku mafên wan ên li girtîgehên din nemaye. Herwiha astengkirina hevdîtinên Ocalan bi parêzeran re rê li ber metirsiyê vekiriye.

CPT bibîr xist ku ji bilî Ocalan 5 girtiyên din ji Nîsana 2011’ê û vir ve bi parêzerên xwe re hevdîtin nekirine û got, ‘Di serdana me de hinek girtiyan di vê de israr kirin, yên din jî daxwaza hevdîtina bi parêzeran re anîn ziman. Em pê hesiyan ku hin girtiyan serdana malbatan qebûl nekirine. Hin girtiyan jî dan zanîn ku bi armanca şermezarkirina biryarên betalkirina ziyaretên malbatan ku di kêliya dawî de tên dayîn, wan biryareke wiha standine.’

Hat diyarkirin ku rayedarên girtîgehê jî dibêjin ku ev rewş ji ber pirsgirêkên ji lojîstîk û organîzeyê rû didin. CPT di raporê de da zanîn ku mercên tenduristiyê yên li Girtîgeha Îmraliyê li gorî serdanên beriya niha baştir bûne û diyar kir ku doktorek li girtîgehê weke berpirsyarê tibbî hatiye wezîfedarkirin. Hat ragihandin ku doktor serê sê hefteyan carekê tê giravê û xebatên doktoran kontrol dike.

Dosyayên tibbî yên hemû girtiyan bi rêk û pêk tên nivîsandin û destnîşan kir ku kontrolên tenduristiy rojane yên Ocalan ji Gulana 2010’ê û vir ve hatine rawestandin. CPT da zanîn ku di rewşeke lezgîn de girtî dikarin bi helîkopterê rakin nexweşxaneyê.

dîtin: 173

Pêveker:

cpt rapora xwe ya Îmraliyê aşkere kir