• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Curiosity li Marsê salekî xwe bidawî kir

Curiosity li Marsê salekî xwe bidawî kir


barkirin: Gelawêj 8, 2013, 2:59


Navgihîna Fezayê ya ku ji bo Ajansa Fezayê ya Emerîka (NASA) yê gelekî giringe Curiosity li Marsê salekî xwe biceh hişt.
Ev amêr li ser sitêrka ku di nav pergala tavikê de ya herî nêzîkî dinyayê, ya ku herî zêde mercên xwe dişibe dinyayê li şopên jiyanê digere. Ji ber ku ev lêkolîna herî berfireh û kure ku derveyî cîhanê tê meşandin. Ji ber vê yekê jî xwedî giringiyekî mezine.
Di vê sala ku bihurî de di encama lêkolînande hate dîtin ku di vê sitêrkê de jiyaneka mikrobial dikare bête jiyandin. Vê gavê jî zanyar li ser vê yekê radiwestin ka eve destkeftiyekî piçûk û tenge an di tevayî sitêrkê de bi vî rengîye.
Curiosity wekî videoyên ku li ser rûyê vê stêrkê birê dike di heman demê de ji axa ser sitêrkê jî mînakan lêkolîn dike û dighêje encaman.

Ji bo arîkariya van karan jî di sala pêş me de ji bo herêma sitêrkê dê navgihîneke dîtir bi navê MAVEN bête bicîkirin. Ev amêr jî dê lêbikole bê ka çawan ev jiyana ku demekê li ser Marsê hebû tune bûye.

 

rewanbej.com

dîtin: 159

Pêveker:

curiosity li marsê salekî xwe bidawî kir