• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dadmendî ji bo Kurdan | Bernard Henrî Lêvî

Dadmendî ji bo Kurdan | Bernard Henrî Lêvî


nivîskar: Zanyar Dêrîn
barkirin: Êlûn 6, 2017, 2:38


 

Xemsarîya hêzên navnetewî li hember referandûma kurdan ya 25`ê ilonê şermek mezin e.

Va ye netewek dor bi dor tê koçberkirin, bi zordestîyê tên erebkirin, tên gazkirin, ber bi çîyayên bi sedan salan, berxwedanek minakdar li himber efendîtiya bêyî bala xwe bidin şûnwar û dîroka vê erdê ya hezarî salan, dorbidor dihate zalkirin. Va ye di encamde deverek bi serê xweye. Piştî ketina Saddam Huseyîn û piştî afata DAÎŞ`ê dema di 2014 da bi ser Mezopotamyayê hat û leşkeren Iraqê revîn û yên destpêkê li hember wan derketin, li enîya şer li ser 1000 kîlometreyî barbar dan rawestandin û bi vî awayî Kurdistan, Îraq û şarezayîya me xelas kirin.

Dîsa ew bûn, Kurd bûn yên di şerê Musulê de, li deşta Nînovayê êrişî barbaran kirin û derîyê bajar vekirin û bi xêra wan DAÎŞ di dilê xwe de birîndar bû. Lêbelê va ye dema kirina hesabê der û male hatîye, di şûna ku dunya spasîyên xwe ji kurdan ra bike, bi mixenetîyek meriv bê deng dihêle, ji kurdan ra dibêje: “Biborin hevalên kurd, hûn heya du salan li hember barbarîyê bi havil bûn; êdî pêwîstîya me bi we tune ye; hûn dikarin vegerin mala xwe; disa spas û heya carek din.”

Hinek dibêjin, serxwebûna Kurdistanê pergala (stabîlîta) deverê dike xeterîyê: tu qey dibêjî Sûrîye ya di nav şer de, Îran a li azwerîya împaratorîya xwe hişyar; Îraq jî, ev dewleta sexte û rûxalî, ya ku bi destê Brîtanyayê avabûye û aniha li asta jihevdaketinê ye, ji Kurdistana piçûk bêtir xeter nîn in. Kurdistana hevalê Ewrûpayê, laîk û demokatîk e, bi parlemenek hilbijartî û çapemenîyek azad e!

Hinek dibêjin, serxwebûna Kurdistanê tevahîya axa herçar welatan hereşe dike (Îraq, Îran, Sûrîye, Tirkîye) ev welatên ku kurd belav kirine. Tu dibêjî qey em nizanin referandûm, tenê Kurdên Îraqê eleqeder dike û hewlek wan tune ji bo yekîtîyê bi brayên tirk û sûrîyeyê, krîpto-marksîst re, yên ku bi awayê bîrdozî, hertişt wan ji hev diqetîne, Kurdistana mezin avabikin!

Lê paşdarên Îranî, Em berdewam bikin? Lê Erdoganê bi girtina, rêyên dunyayê bi hev ve girêdide hereşe dike? Belê, ez bawer nakim, berdevkîya du diktatorên ji wan dibehecin, karê Ewrûpîyan be. Û ez nizanim çima ji bo gefa cîranan, destûra ji Pyongyang (paytextê Koreya Başûr) re nayê dayîn, ji Tehran û Enqerê re tê dayîn! 

Bi rastî, hemû tişt eşkere ye ji bo piştdestkirina qeşmerîya me. Û hemû arguman vediguherin dijberîya xwe. Dewleta Îraqê ji salan vir ve butça pêşmergeyan nade kurdan, ji ber vê yekê êdî deverek otonom, demokrasî û aştîyê ye. Burokrasîya Ewrûpayê dibêje ev têra wan dike, lê berjewendîyên, di otonomîya gav bi gav berbi serxwebûnê ve diçe de nabînin. Petrola wan heye? Di şûna di vir de şansekî ewlehîyê dide bibînin; (yanê li ser kapasîteya fînansekirina werarîya dewletek pêşerojê) em li ser bi destxistina hestîyên ku pêşerojê tên dayîn û dikare were dayîn difikirin. Û dema du heb hizbên mezin wek barzanîst û talabanîst ji bo hilbijardinê pevdiçin û gengeşî dikin, wek li her dera dunyayê, ev tişt wek tendurustîya komarîyê tê dîtin, ji bo kurdan jî wek tovê şerek pêşerojî dibînin.

Rastî ew e ku hertim heman çîrok tê gotin, wek nexweşîya kolonyalîzmê, heman tişt tên dubarekirin: “gel amade nîn in, hîn negîhîştine û bêdira mezin nebûne ji bo serxwebûnê.”

Hertim heman mergaset e (tragedî) ji bo van netewên ku, wek Charles De Gaulle digot, bêheval in. Belê, xizmet hat kirin… heta pêwîstî bi we hebe sozên nîvdayî didin… lêbelê gava, dema girtina sozên hatibûn dayîn tê, dest bi kakazîya kevnare dikin dibêjin: hîn dema wî nehatîye… di planan da tune… rojnivîska dunyayê heye, em bi xemgînî bi we didin zanîn ku hûn di vê rojnivîskê de tune ne…

Ez rewşek hevşibî jîyabûm, piştî şerê Bosnayê. Artêşa Sarajova li asta azadkirina, ne tenê bajarên dagirkirî, lê li asta yekîtîya hemû welatî bû, li asta teslîmbûna Sirbên Karadzîk û Mîlosevîç bûn, û bi vî awayî serkeftina aştî û dadmendîyê bikar dianî. Lêbelê Amerîqayê hemû tişt da sekinandin. Li Daytonê, êrişkarên Sirb, ferwerdeyê Xirvat û boraqê Bosnak, li hev civandin. Boşnak hereşe kirin, gotin eger hûn serî daneynin em we li hêvîya bextê we dihêlin. Sîleh dan ser cêniga Îzetbegovîç û îmzeya paymalkirina Bosnayê pê dan avêtin, kirin boraqa aştîyek erzan û îro hîn jî Bosna dikule.

Ji bo heman hesabên kirêt hilneberîne bandora heman afatan, û ji bo mayîyên li Helepçê hatin qetilkirin serbilind bisekinin li hember bêzarîya hevalên (Ewrûpî) çêyîya wan dixwestin û ji bo dîsa bibîr bînin Charles de Gaullê ku di 1944 biryara azadkirina paytextê xwe “Parîsê” digire, û para serkeftina hevparîya xwe bi dest dixe.

Referandûma kurdan derba zordarîyê nîn e. Mafek e. Deynek e. Hevdîtinek mezine ji bo netewek mezin, netewek ewqas tişt daye dunyayê. Kurdên do xelaskar û parêzerên cihûya bûn; îro jî pêşmerge xirîstîyanên dawîn diparêzin li Rojhilata Navîn; dîsa ji demek dûr vir ve, formula vê islama Ronakbîrîyê di veşartinên dilan de ji erjengîya şer çêtir nîn e. Bersiva rast, li her derê, di xwestina îslama radikal de veşartîye.

Ji bo hemû dunyayê dem hatîye hurmet û giramîyê bide kurdan.    

------

Nivîskarê Fransiz Bernard Henrî Lêvî kî ye?

 

dîtin: 236

Pêveker:

bernard henrî lêvî referandum kurd