• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
DAÎŞ’ê çima Sûriye hilbijart

DAÎŞ’ê çima Sûriye hilbijart


barkirin: Êlûn 18, 2015, 7:40


 

Rojnameya The Guardian a Brîtanî di raporteke şirovekarî de diyar dike, çekdarên Grûpa Dewleta Îslamî (DAÎŞ) xwe weke peykeftiyên hedîsên serdema pêxemberê Îslamê dizanin ji ber vê jî welatê Sûryayê weke cihê geşekirina xwe hilbijartine.

Di raportê de hatiye, yek ji hedîsên pêxemberê Îslamê behsa bajarê Debîq a li bakurê sûriyê dike û ji baştirîn misilmanên Medînê dixwaze di wî bajêrî de şer bikin.

Di hedîsê de bajarê Debîq weke cihê bi yek gehiştina paşeroja Krîstiyan û misailmanane.

Di raporta The Guardianê de hatiye, welatê Sûriyê berê cihê nîştecîhbûna Farisan bûye, lê niha û piştî derbaz bûna 1500 salan, bi nêrîna (DAÎŞ)’ê cihê nîştecîhbûna farisan tenê Îran nîne, belkî rejîma Beşar Esed û Şîeyan jî vedigire.

Di berdewamiya raportê de tê gotin, êrişên (DAÎŞ)’ê û hewlên wan ji bo perçekirina Sûriyê di astê bendewariya opzosyona Sûriyê de nebûye, piştî bihêzbûna desthilata wan li Sûriyê, şer di navbera wîlayeteke tundûtîja (DAÎŞ)’ê de û hêzeke bêdesthilat destpêkir.

Çêbûna DAÎŞ’ê li jêr Navê ’’Dewleta Îslamî’’ nakokiyeke zêde di nava bîrmend û kesayetiyên olî de çêkiriye, beşek ji wan bawerin (DAÎŞ) ji aliyê welatên Rojavayî ve hatiye damezirandin, lê beşeke din dibêjin ew grûp bingehên rastî yên îslamê cîbicîh dike.

dîtin: 216

Pêveker:

daÎŞ’ê çima sûriye hilbijart